Mahmut Kılınç Nêrînên Dawî

Gefên Tirkîyê li ser Efrînê

Gur çawa ye, kesên gundî dê baştir zanibin, bere ku êrişê kerîyên pez bike, gur, ewil xwe dimelisîne û li derfetekê diğere, ku êrişê kerî bike, ger şivan bi tiştekî din mijûl be û seyê (kuçik) wî jî tine be, ev bona gur cej ne, dikeve nav kerî bi dehan ajalan difetisîne, êrişê wî ne bona xwarinê ye, bi fitisandinê kêf distîne.
Gefên Tirkîyê li ser Efrînê
Nêrîn Belav bike

Berpirsê Karûbarê Hevpeymanîya Navdewletî’ya li dijî DAİŞê,serheng (mîralay) Thomas F. Veala ragihand, ku ew dê li Bakurê Sûriyê û di bin rêveberîya Hezên Sûriyê Demokratîk da, bi navê “Hêzên Ewlekarîya Tixûb” hêzekê ji 30 hezar kesan pêktê ava bikin û navê vê hêzê jî dê bibe “Artêşa Bakur.”

Herweha got, ku “ev hêz dê li ser tixûbê Tirkîyê, ango rojava û bakurê Kurdistanê bêhtir ji Kurdan, lê li başûrê tixûb û li herêma Rûbara Fêrêt jî bêhtir ji gelên herêmê ku bi piranî Erep û hinek kêmjimarên din in pêkbê.”

Berê jî serokkomarê Tirkîyê R. Tayyip Erdogan di her axaftinên xwe da, li dijî Rojava gef dixwarin û gellek caran jî behsa êrişên eskerî dikir, têt zanîn ku li ser tixûbê rojavayê Kurdistanê, taybetî liser tixûbê Efrînê hêzêk mezin heşidandiye.

Lê piştê ragihandina Berpirsê Karûbarê Hevpeymanîya Navdewletî, weha dixuye ku Enqere hejîya ye û ne tenê ji serokkomar, herweha ji serokwezîr jî, ji wezîrê kare derva jî, gef li ser gefan.

Gef li ser gefan, di panelên telewîzyonan da, qaşo mirovên zanist û pispor li rûhev rûdinin û bal dikşînên ser mezinaya xetera li dijî ewlehîya Tirkîyê!

Ewqas jixwenebawerî û li dijî Kurdan hişmendîyek êrişkarî, nêşita xofek mezin e.

Ji vana hinekan bêt pirsin, ka Efrîn li kuderê ye, li ser nexşeyê nikanin binimînin, li ser dîroka wê, li ser erdnîgarî wê, li ser rewşa civakîya wê, bi qasî ku rojnameyên Tirk dinivîsin, ji peyamên rayedaran hinek tişt bihîstine…..

Dema mirov guhdarîya peyamên rayedaran û li van pisporan dike, di hêşê mirov da çîroka peywendiyên Tirkan û gur, ku gur ji xwe ra kirine remzekî neteweyî hêj xweş rûdine.

Gur çawa ye, kesên gundî dê baştir zanibin, bere ku êrişê kerîyên pez bike, gur, ewil xwe dimelisîne û li derfetekê diğere, ku êrişê kerî bike, ger şivan bi tiştekî din mijûl be û seyê (kuçik) wî jî tine be, ev bona gur cej ne, dikeve nav kerî bi dehan ajalan difetisîne, êrişê wî ne bona xwarinê ye, bi fitisandinê kêf distîne.

Ger şivan li ser heşê xwe be û seyê wî jî hebe, ev êrişa gur yekser întixar e.

Em vegerin ser mijara xwe, rast e, Kurd bêkes in, heta roja îro nebûna xwedan sîstemekê, mixabin yekrêzîya xwe jî ava nekirine, heta di nava wana da hinek kes xwe didin aliyê dijmin, lê parek rêxistinî ne, şayanê pesnê ye Kurdan heta îro serî netewandin û îro şûnda jî natewînin.

(Li vir pêşnîyazîyek min heye, divê ENKS ser li rêveberiyê bide û destûra yasayî bistîne, Rêveberîya Xweser jî rê li ber Pêşmergeyên Roj veke û ewan herin welatê xwe biparêzin.)

Di hela din da, me divê bêjin, ku gefên li dijî Kurdan yên serokkomar û rayedarên Tirk, nakevin nava ti pîvanên camêriyê.

Dewleta Tirk pesnê dide xwe ku bi sedan sal in dewlet e û li herêmê jî dewletek bihêz e, lê dorpêçkirina (muhasera) û êrişa li ser Efrînê ji xwe ra wekî serkevtinekê dibine,

ev nakeve nava helwesta dewletên mezin û bihêz û ne sincî (ehlakî) ye jî.

Heçkû, Tirkîyê endamê NATOyê ye ger gilîyek wê hebe, dikane bi Dewletên Yekbûyî Amerîkayê va yekser rûne û pirsgirêkê gengeşî bike, ger ji vê ti encam bi dest neket dikane banga civîna ne asayî li NATOyê bike.

Lê, bi çi rûyê?

Tirkîyê bi hemû kiryar û peywendiyên xwe li dijî NATOê tevdiger e, helwesta wê li Cênevê, pêywendiyên wê bi Federasyona Rûsyayê va û Pêvejoya Astana mînaken herî berbiçav in.

Bê guman sermala (maliyet) vê siyaseta êrişkar jî heye, kîjan dewlet û sazî vê siyaseta êrişkar finanse dikin?

Hemî awir li ser Qeterê ne, jixwe emîrê Qeterê Temîm El Sanî li Enqerê ye û ev ne serdanek asayî bû, ger bala we kişandibe çapemenîya Tirkîyeyê jî bibes cî nedayê.

Nuha Tirkîyê, Qeter û Sûdanê bi hevra helwest digrin, Sûriyê û Îranê li hêlekê berdin, yên mahî jî li alîyekî.

Heta ji ber girava Sevakin ku Sûdanê dabû Tirkîyeyê û Tirkîye jî dixwaze bi Qeterê va “baregehekî eskerî” li giravê ava bike, ev helwesta Tirkîyê û Qeterê bû sebeba alozîyek fireh.

Dixwazim pêşbînîyek xwe jî bêjim, bi ya min ger Tirkîyê di êrşa efrînê da bi serkeve, piştê hilbijartina 2019an dor dê bêt rojhilatê Fêrêt, ango Kobanî û Qamişloyê û paşê piştê sala 2023an dor dê bêt erdnîgarîya “Peymana Milli (tirkî dibêjin Misak-i Milli)” daku başûrê Kurdistanê jî dikeve ber.

Bi kurtî, Tirkîyê ji hemdê xwe dertê, bawerim encamên vê jî dê hebin, di paşerojê da emê bibinin, lê divê Kurd xwe amede bikin.


Bi koça dawîya Mesut Uysal ez xemgîn bûm, welatparêzekî hêja bû, ez hevxemê malbatê me, bila sere malbatê û hezkirin wî sax be.

Mahmut Kilinc

16.01.2018/Dusseldorf

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
Vî nêrînê tevayî: 4183 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:50:44

Nêrînên Dawî

Li ser romana 'RAPERÎNA BABA ÎSHAQ' Mixabin, HDPê bi berpirsyarîya xwe ranebû Dervahiştina HDPê derfetek e divê heder nebe. Îtifaqa penc partîyên Kurdistanî û HDP Hilbijartin û gringîya Bloka Kurdî Li ser biryara hilbijartina pêşwext Sê bûyerên qambax Lûtkeya Yekitîya Ewrupa û Tirkîyê Emê çawa ji vê karesatê rizgar bibin? Kurdan ji Şerê Sar herdem zerar dîtin Tûndî (şidet) civatê ji şîrişt û hemde xwe derdêxe Qetlîama li Efrînê û bêdengîya Rêxistina Neteweyên Yekgirtî Biryara Alîkarîya Mirovî û Tirkîye Dagirî û dabeşkirin Hemd ji Xweda ra me hezar kes kuşt! Ne tenê rojnameger, siyasetvan jî di girtîgehê da ne Li Efrînê kujtina sivîlan berdewam e Dîsa Kurd dibin qurban Her eskerekî bav û dayîkek wî heye Êrişa li ser Efrînê û fêla Tirkîyê Berpirsyarîya Rusyayê dê neye jibîr kirin Êrişa li ser Efrînê tovê dijminiyê reşand Encamê şerê li ser Efrînê dê bibe destpêka pêvejoyekî nû. Êrişa li ser Efrînê ne rewa (meşrû) ye Xewnên Tayyip Erdogan Kurd û nijadperestî Li Enqerê gengeşiyên siyasî û siyaseta bakurê Kurdistanê Alozîya li Îranê û Kurd Yekrêzî li ser fedekariyê geş dibe. Çima Bloka Kurdî? Bloka Kurdî û hilbijartinên 2019an Karesata li başûrê Kurdistanê û gefa li ser Çîyayê Kurmênc (Efrîn) Kirkûk bû bedêla (qurbana) ajendaya DYAê. Li Rojhelata Navîn camêrî nabe Ev karesatek neteweyî, lê ne dawî ye. Îro yekdengî pir girîng e. Tirkîyê berê eskerên xwe da İdlibê Gel ya xwe got, nuha dor ya hêzên siyasî ye. Emê alîkarî û dostanîya rojen teng ti car jibîr nekin Dem dibihure, divê PDK û YNKê bi berpirsyarîya xwe rabin. Dijberên Rapirsîna Serxwebûnê xwe dispêrin sedemên bêbingeh. Rewş asayî dibe Gefên li dijî başûrê Kurdistanê, têkçûna têkoşîna li dijî DAİŞê ye Kurdistanek serbixwe dê xizmeta aramîyê bike. Bila 25î êlûnê û 1î mijdarê bibe destpêkek nû Nuha mijara me rapirsîn (referandum) e Du mijarên girîng Li park û meydanan rakirina nav û sembolên kurdî Çavên xwe bigrin û tenê xulekekê li serxwebûna Kurdistan'ê bifikirin Tîr ji kovanê derket, rapirsîn û encamê wê serxwebûn e. Rapirsîn (referandum): Gavek neteweyî û dîrokî Ambargoya li ser Qeter'ê û rewşa Tirkîye'yê Renginîya civata Kurd û 'Partîya Gel'a Zaza' Bêdewletî, ji dewleta herê xerab xerabtir e. Bi kuştinê nebû û nabe; dîyalog divê Du girîngîyên serxwebûna Kurdistan'ê Xetera li ser paşerojê (pirsa bekayê) Serdana serokkomarê Tirkîye'yê ya DYA'yê û paşxaneya dîrokî Biryara çekdarkirina HSDê û bertekên Tirkîyê Komxebata PAKê û giringîya kongreyan Çima 'Enîya Kurdistanî' nebe? Rewşa siyasî li bakurê Kurdistan'ê Li hemberî gef û êrişên Tirkîyê 'herêmek dijfirînê' Bombebarana Çiyayê Şingal'ê, bombebarana dilê Kurdistan'ê ye Serxwebûna Kurdistan'ê mafekî rewa ye Pelkek reş: Jenosîda Enfal'ê Ne pêkan e robarek berevajî bêt herikandin