Mahmut Kılınç Nêrînên Dawî

Serxwebûna Kurdistan'ê mafekî rewa ye

Peymana Lausannê (Lozan) ev rewşa kambax pesend kiribû, êdî Kurdistan tine bû, tenê navê herêmek cografî bû, li bakurê Kurdistan'ê ne gelê Kurd û ne jî Kurdistan hebû, ew herêmek ji Tirkîyê û gel jî Tirk bû!
Serxwebûna Kurdistan'ê mafekî rewa ye
Nêrîn Belav bike

Nexşeya herêma Rojhelata Navîn bi peymana Sykes-Picot hat dariştin, pêymanek nepenî (veşartî) bû, ku ev di navbera dewletên Fransa, Brîtanya û Rusya'yê da hatibû morkirin.

Piştê Şoreşa Cotmehê (Oktober) Rusya ji peymanê vekişîya, êdî qedera herêmê ketibû destê herdu dewletên mêtînger (kolonyalist).

Di nexşeyê da Kurdistan'ê cî negirtibû, welatê kurdan hatibû parvekirin, dewrek nû, dîrokek nû dest pê dikir, lê neteweya Kurd li dervayî vê dîrokê ma bû.

Peymana Lausannê (Lozan) ev rewşa kambax pesend kiribû, êdî Kurdistan tine bû, tenê navê herêmek cografî bû, li bakurê Kurdistan'ê ne gelê Kurd û ne jî Kurdistan hebû, ew herêmek ji Tirkîyê û gel jî Tirk bû!

Mixabin, hinek pêşeng û giregirên Kurdan hatin xapandin, piştevanîya danûstandinên li Lausannê kirin, bedela xapandinê bi canê xwe dan.

Piştê morkirina peymanê ti pêdivî bi piştevanîya Kurdan nema bû, derdor û kesên destekker û bi giştî neteweya Kurd bedelên giran dan.

Şert û mercên guncaw ji dest çû bûn, êdî dema mirûztirşî û awirên tûj bû, dewra pelixandin û pişavtinê dest pê kir, dibistanên dewletên dagirker, taybetî li bakurê Kurdistan'ê wekî aşekî kar dikirin, hêj jî dikin.

Wekî min got, ti pêdivîya dagirkeran bi piştevanîya Kurdan nema bû, dema zimanxweşiyê bihurî bû.

Wekî Hêmin Hewramî dibêje, " di dîrokê de her ku welatên navçeyê (dewletên dagirker m.k.) lawaz bûne bi zimanekî nerm û xweş nêzîkî Kurdan bûne, lê piştî ku bihêz bûne êrişî kurdan kirine, lewma tenê serxwebûn dibe garantî ji Kurdan re ku ew tişt dîsa neyên serê me."

Çespandinek gellekî di cî da, li bakurê Kurdistan'ê her roj takekes dubare rûbirûyî vê rastiyê dibe.

Di dîrokê da neteweya Kurd, ji ber ku ne dewlet bû, gellek caran tûşî êriş û karesatan hat, bedelên giran da.

Gelo welatê mirov bêt dagirkirin û mirov di welatê xwe da wekî mêvanekî û ne xwediyê tiştekî bijî, wekî ew ne bes be, zordarî, çavsorî û heqaret li mirov bêt kirin ji vê girantir çi heye?

Mixabin, hêj gellek kesên Kurd, hinek rêxistinan destketiyên dewletbûnê baş fam nekirine.

Berî her tiştî, dewlet ewlehîya gelekî, neteweyekî ye, herweha eger baş bi rêve biçe geşdarîya civakê ye.

Ger baş bi rêveneçe jî, ji bêdewletbûnê baştir e, ji ber ku herdem derfeta dewrek nû heye, dikane baştir bibe.

Gelên bêdewlet, her dem hewcedar in, ku destê xwe li ber hêzek din vekin, bendewar in ku dagirker bona geşdariya civakê û avadankirina welêt tiştekî bike!

Bila ji bîra me neçe, ger dagirker bona xwe pêwîst nebîne, qet ti gavan navêje, ti biryarên di çî da nagre.

Heta ku neteweyek nebe xwedîyê dewleta xwe, nikane bibe xwediyê dewlemendî û çavkaniyên welatê xwe.

Ez dixwazin bi kurtî bîranînek xwe bêjim; di Parlementa Tirkîyê da ez di Komîsyona Saziyên Aborîya Giştî (KİT, bi tirkî Kamu İktisadî Teşebbüsleri) da bûm, rojekê li ser Bendava Ataturk gengeşîyek hebû, parlementerên partiyên din ji min ra digotin, qaşo wana Bendava Ataturk avakirine hêj em çi dixwazin? Ez berken bûn û min got, we Bendav di sala 1965an da avakir, herweha hêj neqedîye (sal 1992), eger em xwediyê axa xwe bûna, me dê ew çendin sal berê ava bikira, biqedanda, çima ne, çiyê we ji me zêdetir e?

Ger mirov xwediyê welatê xwe be, bona geşdarîya civakê, bona dewlemendiyên welatê xwe, bê guman dê gavên pêwîst bên avêtin.

Dewlemendî û jêderk ne tenê neft û madenên bin erdê ne, herweha yên ser erdê ne jî; av e, robar in, çîya ne, deşt e, çandinî ye û civat bi xwe ye, kar û kar kirin e, hêza civatê ya karkirinê ye.

Siyaset e, sazî ne, rêxsitin in, nasname û azadî ye.

Bê guman, bona Kurdan dewletbûn hestek dîrokî ye, daxwazek rewa ye, lê divê em zanibin ku gellek pirsgirêk civakî dê bi dewletbûnê çareser bibin.

Çend salin ku başûrê Kurdistan'ê di nav vê gengeşiyê da ye, lê heta rojên dawî li ser mijarê hevkarî û yekrêzîyek nebû.

Hêvî hebû ku di 100 salî salvegara peymana Sykes - Picot biryarek dîrokî bêt dayîn, lê nebû.

Hevkarîya Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekitîya Niştimanîya Kurdistan'ê (YNK) carek din hêvîyên me xurt kirin, em dizanin ku li herçar parçeyên Kurdistan'ê gel li benda biryarek dîrokî ye.

Hevkarîya herdu hêzên sereke kelacanîya gel bilind kir.

Îro, şert û mercên herêmê û cîhanê ji her demê bêhtir guncawtir in, tenê li

Başûr be jî, divê neteweya Kurd wekî sed sal berê li dervayî dîrokê nemîne.

Bê guman her takekesê Kurd, divê pêştevanê rapirsîn û serxwebûnê bike.

Me divê jixwe bawerî hebe.

Mahmut Kilinc

20.04.2017/Semsûr

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
Vî nêrînê tevayî: 5565 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:27:13

Nêrînên Dawî

Li ser romana 'RAPERÎNA BABA ÎSHAQ' Mixabin, HDPê bi berpirsyarîya xwe ranebû Dervahiştina HDPê derfetek e divê heder nebe. Îtifaqa penc partîyên Kurdistanî û HDP Hilbijartin û gringîya Bloka Kurdî Li ser biryara hilbijartina pêşwext Sê bûyerên qambax Lûtkeya Yekitîya Ewrupa û Tirkîyê Emê çawa ji vê karesatê rizgar bibin? Kurdan ji Şerê Sar herdem zerar dîtin Tûndî (şidet) civatê ji şîrişt û hemde xwe derdêxe Qetlîama li Efrînê û bêdengîya Rêxistina Neteweyên Yekgirtî Biryara Alîkarîya Mirovî û Tirkîye Dagirî û dabeşkirin Hemd ji Xweda ra me hezar kes kuşt! Ne tenê rojnameger, siyasetvan jî di girtîgehê da ne Li Efrînê kujtina sivîlan berdewam e Dîsa Kurd dibin qurban Her eskerekî bav û dayîkek wî heye Êrişa li ser Efrînê û fêla Tirkîyê Berpirsyarîya Rusyayê dê neye jibîr kirin Êrişa li ser Efrînê tovê dijminiyê reşand Encamê şerê li ser Efrînê dê bibe destpêka pêvejoyekî nû. Êrişa li ser Efrînê ne rewa (meşrû) ye Xewnên Tayyip Erdogan Gefên Tirkîyê li ser Efrînê Kurd û nijadperestî Li Enqerê gengeşiyên siyasî û siyaseta bakurê Kurdistanê Alozîya li Îranê û Kurd Yekrêzî li ser fedekariyê geş dibe. Çima Bloka Kurdî? Bloka Kurdî û hilbijartinên 2019an Karesata li başûrê Kurdistanê û gefa li ser Çîyayê Kurmênc (Efrîn) Kirkûk bû bedêla (qurbana) ajendaya DYAê. Li Rojhelata Navîn camêrî nabe Ev karesatek neteweyî, lê ne dawî ye. Îro yekdengî pir girîng e. Tirkîyê berê eskerên xwe da İdlibê Gel ya xwe got, nuha dor ya hêzên siyasî ye. Emê alîkarî û dostanîya rojen teng ti car jibîr nekin Dem dibihure, divê PDK û YNKê bi berpirsyarîya xwe rabin. Dijberên Rapirsîna Serxwebûnê xwe dispêrin sedemên bêbingeh. Rewş asayî dibe Gefên li dijî başûrê Kurdistanê, têkçûna têkoşîna li dijî DAİŞê ye Kurdistanek serbixwe dê xizmeta aramîyê bike. Bila 25î êlûnê û 1î mijdarê bibe destpêkek nû Nuha mijara me rapirsîn (referandum) e Du mijarên girîng Li park û meydanan rakirina nav û sembolên kurdî Çavên xwe bigrin û tenê xulekekê li serxwebûna Kurdistan'ê bifikirin Tîr ji kovanê derket, rapirsîn û encamê wê serxwebûn e. Rapirsîn (referandum): Gavek neteweyî û dîrokî Ambargoya li ser Qeter'ê û rewşa Tirkîye'yê Renginîya civata Kurd û 'Partîya Gel'a Zaza' Bêdewletî, ji dewleta herê xerab xerabtir e. Bi kuştinê nebû û nabe; dîyalog divê Du girîngîyên serxwebûna Kurdistan'ê Xetera li ser paşerojê (pirsa bekayê) Serdana serokkomarê Tirkîye'yê ya DYA'yê û paşxaneya dîrokî Biryara çekdarkirina HSDê û bertekên Tirkîyê Komxebata PAKê û giringîya kongreyan Çima 'Enîya Kurdistanî' nebe? Rewşa siyasî li bakurê Kurdistan'ê Li hemberî gef û êrişên Tirkîyê 'herêmek dijfirînê' Bombebarana Çiyayê Şingal'ê, bombebarana dilê Kurdistan'ê ye Pelkek reş: Jenosîda Enfal'ê Ne pêkan e robarek berevajî bêt herikandin