Mahmut Kılınç Nêrînên Dawî

Li Enqerê gengeşiyên siyasî û siyaseta bakurê Kurdistanê

Bê guman, divê her kes bawer bike ku bi mebesta serketina hilbijartina seroktîyê, ya sala 2019an, R. Tayyip Erdogan dikane bikeve nava her hewildanekê, êrişî Efrînê jî têda.
Li Enqerê gengeşiyên siyasî û siyaseta bakurê Kurdistanê
Nêrîn Belav bike

Li Enqerê rewşa siyasî hêj ronahî dibe; hêzên siyasî bona paşeroja xwe bi helwest û reftarek vekirî helwest digrin û di nava partiyan da derîyê hevkarî û hevalbendiyê vedibe.

Bê guman ev rewşa siyasî, bi giştî Kurdistanê û taybetî jî rojava û bakurê Kurdistanê têkildar dike.

Rojavayê Kurdistanê jî têkildar dike, ji ber ku serokkomarê Tirkîyê R. Tayyip Erdogan li ser hev li dijî herêma Rojava, taybetî li dijî Efrînê gefa dixwe.

Dema mirov guhdarîya axaftinên Erdogan dike, mirov dibêje qey kerwana eskerî ketiye ser rê û bere daye Efrînê.

Bê guman em dizanin ku parek gellekî mezin ji artêşa Tirk, bi hemû cûre çeken giran va, li ser tixûbê bakur û rojavayê Kurdistanê hatiye heşidandin, li benda destûra Putin e.

Bê guman, divê her kes bawer bike ku bi mebesta serketina hilbijartina seroktîyê, ya sala 2019an, R. Tayyip Erdogan dikane bikeve nava her hewildanekê, êrişî Efrînê jî têda.

Li Tirkîye hemahengîya siyasî hat guhertin, taybetî piştê derbeya eskerî ya di 15î tîrmeha 2016an û 7ê tebaxa heman salê da ku li taxa Yenîkapiya Stenbulê, AKP (Partîya Edalet û Geşepêdanê), MHP (Partîya Bizava Neteweperest) û CHP (Partîya Komara Gel), li gel girseyekî mezin mitîngek lidarxistibûn û navê mîtingê jî “ruhê Yenîkapi” (famkirina Yenîkapi) lê kiribûn.

Ez bawerim têt bîra we jî ku Erdogan, bi vê dawetê dabeşkerîya xwe selmandibû û HDP (Partîya Demokratîka Gelan) dawetê mitîngê nekiribû.

Bê guman, dawetkirin an nekirina HDPê mijarek din e, lê wekî Erdogan gotî; derbeya eskerî, rê li ber Erdogan û MHP xweş kir ku ew bi dile xwe tevbigerin, jixwe Erdogan gotibû, “ev lutfê Xweda ye” û serokê MHPê jî hemû gotinên xwe, êriş û zihêfên xwe yên wekî alçax, bênamûs, bêşeref jibîr kirin, tûka xwe alast, xwe û partîya xwe da rexê Erdogan.

Baş e, çi qewimî ku serokêgiştîyê MHP, xwe û partîya xwe bike palpiştê Erdogan û îro jî helwest û biryara xwe eşkere bike?

Hinek kes dibêjin, ku ew dênê xwe dide, ji ber ku Erdogan bû asteng li ber civandina kongreya neasayî ya MHPê, ku şert û mercên yasayî hatibûn cî, ger kongre bihata civadin îro Devlet Bahçeli wekî serok nedima!

Bi ya min ev rast e, lê ne bes e, helwesta Erdogan derfetek da Bahçeli, jixwe wî biryara xwe dabû ku bibe palpiştê Erdogan, bi mebestê ku li ber nêzikbûna Erdogan berve Kurdan asteng be.

Gellek aşkere ye, ku Erdogan tene bi hêza xwe û AKP nikane bibe serok, divê partîyek din destekê bidê, bi alîkarîya MHP makezagon hat guhertin û astengên li ber seroktîya hat rakirin û nuha jî hilbijartin û seroktî.

Bahçeli, bi kevirekî du balinde anîn xwarê; yek, Erdogan dorpêç kir ku ew bi ti hêzên din va taybetî bi Kurdan va hevkariyê neke; du, partîya xwe jixwe ji wê bêhtir girseyî nedibû, partîyekî mîsyonî û bîrdozî ye, heta dibetîya di bin benda hilbijartinê da mayîn heye, nûha, him bû hevkarê hikûmeta nû û him jî, kursîyên xwe û hevalên xwe di parlemento da misoger kir.

Bahçelî dixwaze demek dirêj Erdogan dorpêç bike, ewî ne tene hilbijartinên 2019an hedef girtîye, herweha penc salin din jî, ji îro va palpiştîya xwe aşkere kir.

Li dijî Kurdan nuha aqilekî rasyonel dixuye, de ka emê bibinin….

Tenê Kurd dikanin hesabê Erdogan û Bahçeli xera bikin, ger Kurd wekî blok tevbigerin, ev hesap dikane li dîwarê siyaseta bakurê Kurdistanê keve û bifelişe.

Hevkarîya siyaseta bakurê Kurdistanê peywirek dîrokî ye, divê hêzên siyasî bakurê Kurdistanê blok bin, fîdekar bin, paşeroja vî miletî bifikirin û ji îro va bikevin nava karûbarekî fireh.

Mahmut Kilinc

10.01.2018/Dusseldorf

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.

Vî nêrînê tevayî: 3916 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:32:57

Nêrînên Dawî

Li ser romana 'RAPERÎNA BABA ÎSHAQ' Mixabin, HDPê bi berpirsyarîya xwe ranebû Dervahiştina HDPê derfetek e divê heder nebe. Îtifaqa penc partîyên Kurdistanî û HDP Hilbijartin û gringîya Bloka Kurdî Li ser biryara hilbijartina pêşwext Sê bûyerên qambax Lûtkeya Yekitîya Ewrupa û Tirkîyê Emê çawa ji vê karesatê rizgar bibin? Kurdan ji Şerê Sar herdem zerar dîtin Tûndî (şidet) civatê ji şîrişt û hemde xwe derdêxe Qetlîama li Efrînê û bêdengîya Rêxistina Neteweyên Yekgirtî Biryara Alîkarîya Mirovî û Tirkîye Dagirî û dabeşkirin Hemd ji Xweda ra me hezar kes kuşt! Ne tenê rojnameger, siyasetvan jî di girtîgehê da ne Li Efrînê kujtina sivîlan berdewam e Dîsa Kurd dibin qurban Her eskerekî bav û dayîkek wî heye Êrişa li ser Efrînê û fêla Tirkîyê Berpirsyarîya Rusyayê dê neye jibîr kirin Êrişa li ser Efrînê tovê dijminiyê reşand Encamê şerê li ser Efrînê dê bibe destpêka pêvejoyekî nû. Êrişa li ser Efrînê ne rewa (meşrû) ye Xewnên Tayyip Erdogan Gefên Tirkîyê li ser Efrînê Kurd û nijadperestî Alozîya li Îranê û Kurd Yekrêzî li ser fedekariyê geş dibe. Çima Bloka Kurdî? Bloka Kurdî û hilbijartinên 2019an Karesata li başûrê Kurdistanê û gefa li ser Çîyayê Kurmênc (Efrîn) Kirkûk bû bedêla (qurbana) ajendaya DYAê. Li Rojhelata Navîn camêrî nabe Ev karesatek neteweyî, lê ne dawî ye. Îro yekdengî pir girîng e. Tirkîyê berê eskerên xwe da İdlibê Gel ya xwe got, nuha dor ya hêzên siyasî ye. Emê alîkarî û dostanîya rojen teng ti car jibîr nekin Dem dibihure, divê PDK û YNKê bi berpirsyarîya xwe rabin. Dijberên Rapirsîna Serxwebûnê xwe dispêrin sedemên bêbingeh. Rewş asayî dibe Gefên li dijî başûrê Kurdistanê, têkçûna têkoşîna li dijî DAİŞê ye Kurdistanek serbixwe dê xizmeta aramîyê bike. Bila 25î êlûnê û 1î mijdarê bibe destpêkek nû Nuha mijara me rapirsîn (referandum) e Du mijarên girîng Li park û meydanan rakirina nav û sembolên kurdî Çavên xwe bigrin û tenê xulekekê li serxwebûna Kurdistan'ê bifikirin Tîr ji kovanê derket, rapirsîn û encamê wê serxwebûn e. Rapirsîn (referandum): Gavek neteweyî û dîrokî Ambargoya li ser Qeter'ê û rewşa Tirkîye'yê Renginîya civata Kurd û 'Partîya Gel'a Zaza' Bêdewletî, ji dewleta herê xerab xerabtir e. Bi kuştinê nebû û nabe; dîyalog divê Du girîngîyên serxwebûna Kurdistan'ê Xetera li ser paşerojê (pirsa bekayê) Serdana serokkomarê Tirkîye'yê ya DYA'yê û paşxaneya dîrokî Biryara çekdarkirina HSDê û bertekên Tirkîyê Komxebata PAKê û giringîya kongreyan Çima 'Enîya Kurdistanî' nebe? Rewşa siyasî li bakurê Kurdistan'ê Li hemberî gef û êrişên Tirkîyê 'herêmek dijfirînê' Bombebarana Çiyayê Şingal'ê, bombebarana dilê Kurdistan'ê ye Serxwebûna Kurdistan'ê mafekî rewa ye Pelkek reş: Jenosîda Enfal'ê Ne pêkan e robarek berevajî bêt herikandin