Mahmut Kılınç Nêrînên Dawî

Lûtkeya Yekitîya Ewrupa û Tirkîyê

Dagirîya Efrînê bila YEyê neşehitîne, li herêma Rojhilata Navîn êdî Kurd hêzek kartêker in, bi peyamên nîvdevkî naxapin.
Lûtkeya Yekitîya Ewrupa û Tirkîyê
Nêrîn Belav bike

Siba li bajarê Bulgarîstanê Varnayê lûtkeya Yekitîya Ewrupayê (YE) heye, ango serokdewletên endamên Yekitiyê dê beşdarê civînê bibin.

Ji ber Bulgarîstan serokê heynê (dewr) ye, lûtke li Varnayê dicive û di rojeva civîna Yekitîyê da, him hinek pirsgirêkên navxweyî taybetî pirsên wekî aborî, bazirganî û ewlehî hene û him jî, pêywendiyên bi Tirkîyê va rojeva civînê ye û Tirkîyê hatiye vexwendin bona xwarina şîva êvara roja 26î adarê.

Bi qasî ku di medyayê têt ragihandin serokdewletê Tirkîyê R. Tayyîp Erdogan jî dê beşdarê civînê bibe.

Di barê vexwendina Tirkîyê û beşdarbûna serokdewletê Tirkîyê da, him di medyaya Ewrupa da û him jî di medyaya Tirkîyê da gellek nüçe tên weşandin.

Berê jî di peywendiyên Tirkîyê û YEyê da hinek pirsgirêk hebûn, diyar e piştê êrişa li ser Efrînê û dagirîya wê, helwestên dijber û rexneyên hinek dewletên endamên Yekitîyê berztir bûn, wekî dewletên Holande, Fransa û pişte damezrandina hikûmetê Almanya…

Wekî min got, berê jî di navbera YEYê û Tirkîyê da nakokî hebûn, her çiqas ji dewletên endam hinekan bi helwest û siyasetek dijberî endamtîya Tirkîyê tevgerîyan jî, Tirkîyê jî, taybetî bona demokratîzekirinê daxwaz û hêvîyên Yekitiyê neanîn bicî.

Pîvanên YEyê diyar in, taybetî aştî, demokrasî, mafên mirovan û dewletek hiqûkî pîvanên (kriter) damezrîner in, dest ji vana naye berdan, ji ber ku ev nebin YEyê jî nabe.

Bomînak, li Tirkîyê û bakurê Kurdistanê serjimara Kurdan bîst milyon e, lê mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî tine ye, berevajî asimîlasyonek bihêz heye, herweha hemû mafên demokratik û neteweyî di bin êrişên giran da qedexe ne.

Li hemû endamên dewletên YEyê, taybetî mafên kêmjimaran (etnisîte), mafên mirovan û hewletek hiqûkî, ango bi kurtî demokrasi hat bicî kirin.

Heçkû, em dizanin ku YEyê di eslê xwe da projeyek aştîyê ye, bona aştîya Ewrupa ewil di navbera Fransa û Almanya da dest pê kirîye.

Welatekî aştî lê nebe, demokrasi jî nabe, herweha mafên mirovan û herçûre mafên civakî jî nabin, heftê sal berê Ewrupa ev rastî fam kir.

Bi amancê li Ewrupa aştî pêk bêt, di sala 1951an da di navbera şeş dewletên Ewrupî da Peymana Hesin û Komirê ya Ewrupa (PHKE) hat îmza kirin, ji ber ku hesin û komir madeyên xam yên şer bûn, divêbûya li ser bikaranîna vana pişkinan hebûya, ango mebest ji PHKEê aştî, bazirganî û pişesaziyek (endûstrî) pêşketî û hevpar bû.

YEyê di sala 1951an da bi beşdarîya şeş dewletan pêk hat, heta îro bi dehan peymanên hevpar û girîng hatin îmza kirin û îro Yekitî gihîşt 28 endaman, hemûyan jî pîvanên peymanên Yekitiyê, yên bazirganî, aborî û siyasî pêk anîn.

Her çiqas, îro bazirganî û berjewendîyên dewletên endam ketine berî daxwaz û hêvîyên aştîye jî, lê dîsa jî ger hêvîya aştîyê bimre an lawaz bibe, him li Ewrupa û him jî li cîranên wê kaosek civakî rû dide, herweha bazirganî jî bi serbestî nabe, dikeve bin xeterê.

Pêvejoya endamtîya Tirkîyê çîrokek dirêj e, bêguman mijarek din e, lê ji sala 1963an û heta îro Tirkîyê ti caran pîvanên endamtîyê neanîn bicî, heçkû pîvanên Yekitîyê hemû pêwîstiyên peymanên wê ne.

Di vî pêvejoyê da Tirkîyê her bi ya xwe kir û ti caran li hemberî peymanên Yekitîyê bidil (samîmî) nebû, her fikirî ku ewê çawa di deriye paş va têkeve nava yekitîyê.

Ewil bakurê Qibrisê û îro jî Efrîn.

Niha êdî li ber Tirkîyê tenê pêk neanîna pêwîstiyên peymanên YEyê nînin, herweha ew êdî dewletek dagirker e, parçeyek ji dewletek din dagir kirîye û ew jî li dijî hiqûka navneteweyî, YEyê neçar e vê rewşê bide ber çavên xwe.

Lê bele, cihê mixabinîye ku bona lêgerîna xaz û neftê li Behra Spî li başûrê Qibrisê YEyê nerazîbûn û astengbûna Tirkîyê şermezar kir, lê bona dagirîya Efrînê hêj biryarek Yekitîyê tine ye.

Bêguman, di rojeva civîna bi Tirkîyê va bi giştî mijara Suriyê û taybetî mijara dagirîya Efrînê dê hebe, lê pêwîst e YEyê ne bona berjewendiyên demkurt, berevajî divê li ser pêvejoyekî demdirêj rawest e.

Dagirîya Efrînê bila YEyê neşehitîne, li herêma Rojhilata Navîn êdî Kurd hêzek kartêker in, bi peyamên nîvdevkî naxapin.

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
Vî nêrînê tevayî: 4530 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:54:57

Nêrînên Dawî

Li ser romana 'RAPERÎNA BABA ÎSHAQ' Mixabin, HDPê bi berpirsyarîya xwe ranebû Dervahiştina HDPê derfetek e divê heder nebe. Îtifaqa penc partîyên Kurdistanî û HDP Hilbijartin û gringîya Bloka Kurdî Li ser biryara hilbijartina pêşwext Sê bûyerên qambax Emê çawa ji vê karesatê rizgar bibin? Kurdan ji Şerê Sar herdem zerar dîtin Tûndî (şidet) civatê ji şîrişt û hemde xwe derdêxe Qetlîama li Efrînê û bêdengîya Rêxistina Neteweyên Yekgirtî Biryara Alîkarîya Mirovî û Tirkîye Dagirî û dabeşkirin Hemd ji Xweda ra me hezar kes kuşt! Ne tenê rojnameger, siyasetvan jî di girtîgehê da ne Li Efrînê kujtina sivîlan berdewam e Dîsa Kurd dibin qurban Her eskerekî bav û dayîkek wî heye Êrişa li ser Efrînê û fêla Tirkîyê Berpirsyarîya Rusyayê dê neye jibîr kirin Êrişa li ser Efrînê tovê dijminiyê reşand Encamê şerê li ser Efrînê dê bibe destpêka pêvejoyekî nû. Êrişa li ser Efrînê ne rewa (meşrû) ye Xewnên Tayyip Erdogan Gefên Tirkîyê li ser Efrînê Kurd û nijadperestî Li Enqerê gengeşiyên siyasî û siyaseta bakurê Kurdistanê Alozîya li Îranê û Kurd Yekrêzî li ser fedekariyê geş dibe. Çima Bloka Kurdî? Bloka Kurdî û hilbijartinên 2019an Karesata li başûrê Kurdistanê û gefa li ser Çîyayê Kurmênc (Efrîn) Kirkûk bû bedêla (qurbana) ajendaya DYAê. Li Rojhelata Navîn camêrî nabe Ev karesatek neteweyî, lê ne dawî ye. Îro yekdengî pir girîng e. Tirkîyê berê eskerên xwe da İdlibê Gel ya xwe got, nuha dor ya hêzên siyasî ye. Emê alîkarî û dostanîya rojen teng ti car jibîr nekin Dem dibihure, divê PDK û YNKê bi berpirsyarîya xwe rabin. Dijberên Rapirsîna Serxwebûnê xwe dispêrin sedemên bêbingeh. Rewş asayî dibe Gefên li dijî başûrê Kurdistanê, têkçûna têkoşîna li dijî DAİŞê ye Kurdistanek serbixwe dê xizmeta aramîyê bike. Bila 25î êlûnê û 1î mijdarê bibe destpêkek nû Nuha mijara me rapirsîn (referandum) e Du mijarên girîng Li park û meydanan rakirina nav û sembolên kurdî Çavên xwe bigrin û tenê xulekekê li serxwebûna Kurdistan'ê bifikirin Tîr ji kovanê derket, rapirsîn û encamê wê serxwebûn e. Rapirsîn (referandum): Gavek neteweyî û dîrokî Ambargoya li ser Qeter'ê û rewşa Tirkîye'yê Renginîya civata Kurd û 'Partîya Gel'a Zaza' Bêdewletî, ji dewleta herê xerab xerabtir e. Bi kuştinê nebû û nabe; dîyalog divê Du girîngîyên serxwebûna Kurdistan'ê Xetera li ser paşerojê (pirsa bekayê) Serdana serokkomarê Tirkîye'yê ya DYA'yê û paşxaneya dîrokî Biryara çekdarkirina HSDê û bertekên Tirkîyê Komxebata PAKê û giringîya kongreyan Çima 'Enîya Kurdistanî' nebe? Rewşa siyasî li bakurê Kurdistan'ê Li hemberî gef û êrişên Tirkîyê 'herêmek dijfirînê' Bombebarana Çiyayê Şingal'ê, bombebarana dilê Kurdistan'ê ye Serxwebûna Kurdistan'ê mafekî rewa ye Pelkek reş: Jenosîda Enfal'ê Ne pêkan e robarek berevajî bêt herikandin