Mahmut Kılınç Nêrînên Dawî

Îro yekdengî pir girîng e.

Rojek berê peyamên lawê Mam Celal Talabanî (Xweda rehma lêke), Bafil Talabanî ku bi navê Pavel têt naskirin û fermandarekî di nava Hêza 70mîn ya pêşmerge da ye, hatibû weşandin.
Îro yekdengî pir girîng e.
Nêrîn Belav bike

Avayî tevgerîn û helwesta Tirkîyê û Îranê , di barê rapirsînê (referandum) da Bexdat har kir, wê hêzên xwe yên eskerî, taybetî Heşda Şeibî li başûrê Kirkûkê heşidant û li ser navçeyên dewrûberên herêmê û yekiniyên pêşmerge bû gefek xeter.

Bêdengîya navneteweyî û derzên nava mala Kurdî, taybetî di nava hinek partiyên Başûrî da wêrekî da Bexdadê, jixwe ew li ber fersendek weha bû, ku li ser yekrêzî, hêz û rêveberîya Hewlêrê bandorek xerab bike.

Rojek berê peyamên lawê Mam Celal Talabanî (Xweda rehma lêke), Bafil Talabanî ku bi navê Pavel têt naskirin û fermandarekî di nava Hêza 70mîn ya pêşmerge da ye, hatibû weşandin.

Bi kutî, di peyama xwe da Bafil Talabanî banga hevdîtinên bi Bexdadê va, guhertina parêzgarê Kirkûkê Necmetîn Kerîm û ameje bi pir kêmjimarîya nasnameya Kirkûkê dikir.

Li vira divê em bêjin, ku seroktî û hikumeta başûrê Kurdistanê banga hevdîtinên bê pêşmerc li Bexdadê dike, layê ku deriyê xwe li hevdîtinan ra digre ne Hewlêr e, berevajî Bexdad e.

Di rojek weha da yekdengîya başûrê Kurdistanê pir girîng e, bila hemû hêzên siyasîyên başûrê Kurdistanê zanibin ku banê hemûyan yek e, dema ev bêt xarê tenê yek rêzek ne, berevajî her kes di bin da dimîne.

Ez naxwazim demoralîya gelê parçeyên din jî bifikirim.

Welat yê me hemûyan e, xeletî û kêmayîyên rêveberiyê nabe sedem, ku hinek kes rê ber hêzên dagirker xweş bikin, wana wêrek bikin.

Ne nuha tenê, herweha li heçar parçeyên Kurdistanê dewletên dagirker Kurd neçarê berxwedanek çekdarî kirin, tenê mînakek tine ye ku hêzên kurdî bi keyfî çek rakiribin û êrişên herêmek li derveyî axa Kurdistanê kiribin.

Li hêlekê Kurd neçarê rakirina çek hatin kirin, li hêla din, li hevdîtin û dayinûstendinan ra hemû deriyên xwe digrin, mercan datînin, ev banga aloziyê bixwe ye.

Bomînak, Bexdat hevdîtinê pêşmerc dixwaze, bi ya wê divê rapirsîn bêt hilweşandin, hemû deriyên tixûb bikevin bin desthilata Bexdadê, taybetî hinardekirina (îxracat) neftê bikeve bin desthilata Bexdadê û êdî li ser Bexdadê va bêt kirin.

Bi ya hinek kurdan divê ew merc bên qebûl kirin û bi Bexdadê va dest bi hevdîtinan bêt kirin.

Ev behsa geşdarîya rewşa civakî ya başûrê Kurdistanê dikin, bi ya wana taqeta aborîya başûrê Kurdistanê berê baş bû, lê nuha xera bû ye!

Rast e berê baştir bû, lê sedemên nizmbûna asta aborîya ya îro siyaset û helwesta Bexdadê ye, bê guman xeletiyên rêveberîya Başûr jî heye, lê ev jî ji bêdewletiyê rû dide, ji ber ku ger dewletbûya pişkinîn ( muraqebe) dê hebûya.

Dixwazin di serbendekê (paragraf) da dîtinek xwe bêjim: Bi ya min sedemek din jî heye, min divê bêjim; mixabin li Başûr hinek kesên siyasî, an kesên ku ji hêzên siyasî sûdê werdigrin, bi derfetên ku ji hêzên siyasî bi destxistine bona xwe sîstemek afirandine, naxwazin ev xera bibe.

Desthilata Bexdadê ji serxwebûnê çêtir dibînin, ji ber ku serbixwebûn sîstema wana, berjewendiyên wana, karîyera wana xera dike.

Pêvejoyekî dijwar dest pê dike, rêznegirtina dewletên dagirker li vîna gelê başûrê Kurdistanê û hiqûka navneteweyî alozîya herêmê kûrtir dike.

Di alozîya herêmê da ti berpirsyarîya hêzên Kurdistanî tine ye, berevajî ewan bedelên giran li dervayî axa welatê xwe didin, bi deh hezaran kesên sivîl ji destê teroristan azad kirin.

Şer û têkoşîna li dijî teroristan, taybetî li dijî DAİŞê bona ewlehîya Cîhana Rojava gellekî girîng e û bi bedelên giran hat/têt dayîn.

Heçkû, rapirsîna başûrê Kurdistanê, taybetî bona dewletên dagirker derfetek giranbûha bû, ger ev pêvejo bêalozî, bêêriş û bêşer encam bide, ango li vîna gelê başûrê Kurdistanê rêz bêt girtin, wate ev e, ku li navçeyê pirsa Kurd û Kurdistanê di encamê rê û rêbazên demokratîk da çareser dibe.

Rastiyek berbiçav e, ku heta pirsa Kurd û Kurdistanê çareser nebe, neteweya Kurd û gelê Kurdistanê azad nebe, alozîya ku ji ber pirsa Kurd û Kurdistanê rû dide bi dawî naye, dewletên dagirker jî aram nabin, navçe her dê aloz be.

Bi gotinek din, heta ku li vîna gelê Kurdistanê rêz neye girtin, ev azad nebe li dewletên dagirker demokrasî cîbicî nabe, ev aramîya navxweyî nabînin.

Divê dewletên dagirker vê rastiyê bibînin û rêz li encamên rapirsînê bigrin, daku ev pêvejoyekî demokratîk e.

Divê dagirker jibîr nekin, ku neteweya Kurd dê stûyê xwe li ber kêra wana xwar bike

Sed sal jî here, bi sed hezaran jî kes jîyana xwe jidest bidin, biencam çareserî hiqûk û demokrasî ye.

Mahmut Kilinc

13.10.2017/Dusseldorf

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
Vî nêrînê tevayî: 4072 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:28:42

Nêrînên Dawî

Li ser romana 'RAPERÎNA BABA ÎSHAQ' Mixabin, HDPê bi berpirsyarîya xwe ranebû Dervahiştina HDPê derfetek e divê heder nebe. Îtifaqa penc partîyên Kurdistanî û HDP Hilbijartin û gringîya Bloka Kurdî Li ser biryara hilbijartina pêşwext Sê bûyerên qambax Lûtkeya Yekitîya Ewrupa û Tirkîyê Emê çawa ji vê karesatê rizgar bibin? Kurdan ji Şerê Sar herdem zerar dîtin Tûndî (şidet) civatê ji şîrişt û hemde xwe derdêxe Qetlîama li Efrînê û bêdengîya Rêxistina Neteweyên Yekgirtî Biryara Alîkarîya Mirovî û Tirkîye Dagirî û dabeşkirin Hemd ji Xweda ra me hezar kes kuşt! Ne tenê rojnameger, siyasetvan jî di girtîgehê da ne Li Efrînê kujtina sivîlan berdewam e Dîsa Kurd dibin qurban Her eskerekî bav û dayîkek wî heye Êrişa li ser Efrînê û fêla Tirkîyê Berpirsyarîya Rusyayê dê neye jibîr kirin Êrişa li ser Efrînê tovê dijminiyê reşand Encamê şerê li ser Efrînê dê bibe destpêka pêvejoyekî nû. Êrişa li ser Efrînê ne rewa (meşrû) ye Xewnên Tayyip Erdogan Gefên Tirkîyê li ser Efrînê Kurd û nijadperestî Li Enqerê gengeşiyên siyasî û siyaseta bakurê Kurdistanê Alozîya li Îranê û Kurd Yekrêzî li ser fedekariyê geş dibe. Çima Bloka Kurdî? Bloka Kurdî û hilbijartinên 2019an Karesata li başûrê Kurdistanê û gefa li ser Çîyayê Kurmênc (Efrîn) Kirkûk bû bedêla (qurbana) ajendaya DYAê. Li Rojhelata Navîn camêrî nabe Ev karesatek neteweyî, lê ne dawî ye. Tirkîyê berê eskerên xwe da İdlibê Gel ya xwe got, nuha dor ya hêzên siyasî ye. Emê alîkarî û dostanîya rojen teng ti car jibîr nekin Dem dibihure, divê PDK û YNKê bi berpirsyarîya xwe rabin. Dijberên Rapirsîna Serxwebûnê xwe dispêrin sedemên bêbingeh. Rewş asayî dibe Gefên li dijî başûrê Kurdistanê, têkçûna têkoşîna li dijî DAİŞê ye Kurdistanek serbixwe dê xizmeta aramîyê bike. Bila 25î êlûnê û 1î mijdarê bibe destpêkek nû Nuha mijara me rapirsîn (referandum) e Du mijarên girîng Li park û meydanan rakirina nav û sembolên kurdî Çavên xwe bigrin û tenê xulekekê li serxwebûna Kurdistan'ê bifikirin Tîr ji kovanê derket, rapirsîn û encamê wê serxwebûn e. Rapirsîn (referandum): Gavek neteweyî û dîrokî Ambargoya li ser Qeter'ê û rewşa Tirkîye'yê Renginîya civata Kurd û 'Partîya Gel'a Zaza' Bêdewletî, ji dewleta herê xerab xerabtir e. Bi kuştinê nebû û nabe; dîyalog divê Du girîngîyên serxwebûna Kurdistan'ê Xetera li ser paşerojê (pirsa bekayê) Serdana serokkomarê Tirkîye'yê ya DYA'yê û paşxaneya dîrokî Biryara çekdarkirina HSDê û bertekên Tirkîyê Komxebata PAKê û giringîya kongreyan Çima 'Enîya Kurdistanî' nebe? Rewşa siyasî li bakurê Kurdistan'ê Li hemberî gef û êrişên Tirkîyê 'herêmek dijfirînê' Bombebarana Çiyayê Şingal'ê, bombebarana dilê Kurdistan'ê ye Serxwebûna Kurdistan'ê mafekî rewa ye Pelkek reş: Jenosîda Enfal'ê Ne pêkan e robarek berevajî bêt herikandin