Mahmut Kılınç Nêrînên Dawî

Bila 25î êlûnê û 1î mijdarê bibe destpêkek nû

Çareserîya pirsgirêkan bona welatekî gellek girîng in, ji ber ku astengên li ber aramî û ewlehîya civakê radibin, nedîyarî û bêbawerî şûna xwe ji ronahî û çoş û peroşê ra berdide, paşeroja wî welatî ji xeterê rizgar dike.
Bila 25î êlûnê û 1î mijdarê bibe destpêkek nû
Nêrîn Belav bike

Li welatên demokratîk, hilbijartin rêbaza çareseriyê ye, ango dema rêya çareserîya pirsgirêkan, taybetî ên siyasî xitimîn pirranî bi hilbijartinan derfetên nû amede dibin, ji ber ku gel biryarê dide û pirsgirêk çareser dibin, bê guman ger rêveberîyek demokratik hebe.

Her hilbijartin destpêkek nû ye, gellek partî beşdarê hilbijartinan dibin, her partî bona paşeroja welêt bernameyên xwe, avayê çareserkirina pisgirêkan û projeyên xwe vedibêje gel, dengdêr jî biryara xwe dide.

Her hilbijartin, bona kemilîna rêveberiyê, aramî û ewlehîya welêt destpêka serdemek nû ye, herweha xizmeta pabendbûna takekesî bi welêt va dike, di bîrûboçûna takekesî da têgeha niştiman cîyekî berçav digre.

Bê guman, mînakên berevajî hatin dîtin, li hinek welatan hilbijartin dibin texterewana dîktatoran.

Çareserîya pirsgirêkan bona welatekî gellek girîng in, ji ber ku astengên li ber aramî û ewlehîya civakê radibin, nedîyarî û bêbawerî şûna xwe ji ronahî û çoş û peroşê ra berdide, paşeroja wî welatî ji xeterê rizgar dike.

Li başûrê Kurdistanê, taybetî di çar salên dawî da hinek pirsgirêkan rû da, ji ber ku nehatin çareserkirnê gehiştin astek gelelekî xeter, pirsgirêkên siyasî û aborî renge xwe da ser peywendiyên siyasî û civakî.

Dixwazim mînakekê bidim: Li Alamanya berberekî min hebû ji Silêmanîya Başûr bû. Dema ez diçûm, gellek caran me li ser rewşa başûrê Kurdistanê guftûgo dikir. Bawerîya wî qet nema bû, dema qala partî û rêveberîya Başûr dibû digot;”hemû diz in”, min jê pirsî, gelo di destê te da belge hene ku tu sûcdarîyek weha giran dikî? Digot na, lê dîsa jî li ser gotina xwe bi israr bû.

Di dest da belge tinebûn, lê ji yekî din bihîstibû ancex nepirsîya bû gelo rast e, an na?

Jixwe xetera mezin jî ev e, wendabûna bawerîya civakê ye, ev rewşê li ber kaosê xweştir dike, di halekî weha da kêm kes dikevin şopa rastiyê.

Mînakek balkêş jî, serok Mesut Barzanî dibêje, dema kaosa 2015an, “hinek kesan bi amancê prowoqasyonan propogandeyên derew kirin, ku qaşo di buroyên Partîya Demokrata Kurdistanê da bi tomaran dolar hene û nezan, zarok han dan ku êriş bikin.”

Kaos ev e, dema civat bawerîya xwe wenda bike, rewş xweş dibe bona prowoqasyonan.

Mixabin şerê DAİŞê jî hat liser, civat û rêveber bi temamî ket nava şer û têkoşîna li dijî DAİŞê, êrişên DAİŞê û têkoşîn li dijî wê rêya avêtina gavên pêwîst asteng kir.

Dem bihurî û Pêşmerge bi serket û êdî xetera DAİŞê sivik bû, gavên derengmayî divê bê pêşdarizêyê bên avêtin, bûhayê vê çi dibe bila be divê rê li ber prowoqasyonan bêt girtin.

Îsal, li başûrê Kurdistanê yek rapirsîn û du jî hilbijartin hene.

Hersê jî girîng in, him bona aramî û çareserîya pirsgirêkên li başûrê Kurdistanê, heweha girîng in bona paşeroja her çar parçeyên Kurdistanê.

Wekî rapirsînê ku 25î rezber (êlûn) 21017an da birêve diçe, 1î mijdara jî du sindoq dê werin ber dengdêran; yek, sindoqa hilbijartina seroktîya başûrê Kurdistanê; yê din, sindoqa hilbijartina parlementê ye.

Ango, bi rapirsînê deriye biryara pîroz vedibe, weha têt bawerkirin ku rapirsîn dê 85%pirrtir bêt “ERÊ”kirin, paşê dengdêr dê 1î mijdarê herin ser sindoqan û serok û endamên parlementê hilbijêrin.

Li hêlekê va hilbijartin meydana têkoşînek demokratik e, bi mebestê çareserkirina pirsgirêkan û pêşvebirina welêt e.

Keremkim, di pêşa kî/kê da tiştek heye, Gorran, Komele Îslamiya kurdistanê an partiyek din her kîjan dibe, ji tûndî û heqaretê dûr, bi rêzdarî û temamen di çarçoweya bawerîyek demokratîk da, ligel alternatîvên xwe bila bejin, gel li wana bawer bike û denge xwe bide.

Dê rêveberîyek çawa bikin, gelo bona pêşvebirina welêt, dewlemendî û geşdarîya hemwelatî û civakê, herweha civatek paqiş û bêgendelî, proje û bernameyên partîyan çi ne, bila bejin.

Mafê her hemwelatiyê heye ku zanibe.

Him di nava hikûmetê da cî bigre û him jî rêkberiyê bike, ev lawaziya bîr û baweriya demokrasiye ye, ramanek gellekî paşverû ye.

Payîza îsal deriyekî nû vedibe, berbangek nû lêdide, asoyekî hêvîdar li ser Kurdistanê dê bibriqe, ev berbanga nû ne tene dê bona Başûr lêbide, herweha asoya wê dê hîvîya hersê parçeyan din jî geştir bike.

Di roja îro da, geşedanî û qencî an, xerabî û serneketina li parçeyekî karîger e li ser parçeyên din, ti hêz nikane vê rastiyê berevacî bike, ev rastiya neteweya Kurd e ku bêyî îradeya wî, ew û welatê wî hatiye qet kirin.

Mahmut Kilinc

25.07.2017/Dusseldorf

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.

Vî nêrînê tevayî: 5089 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:48:28

Nêrînên Dawî

Li ser romana 'RAPERÎNA BABA ÎSHAQ' Mixabin, HDPê bi berpirsyarîya xwe ranebû Dervahiştina HDPê derfetek e divê heder nebe. Îtifaqa penc partîyên Kurdistanî û HDP Hilbijartin û gringîya Bloka Kurdî Li ser biryara hilbijartina pêşwext Sê bûyerên qambax Lûtkeya Yekitîya Ewrupa û Tirkîyê Emê çawa ji vê karesatê rizgar bibin? Kurdan ji Şerê Sar herdem zerar dîtin Tûndî (şidet) civatê ji şîrişt û hemde xwe derdêxe Qetlîama li Efrînê û bêdengîya Rêxistina Neteweyên Yekgirtî Biryara Alîkarîya Mirovî û Tirkîye Dagirî û dabeşkirin Hemd ji Xweda ra me hezar kes kuşt! Ne tenê rojnameger, siyasetvan jî di girtîgehê da ne Li Efrînê kujtina sivîlan berdewam e Dîsa Kurd dibin qurban Her eskerekî bav û dayîkek wî heye Êrişa li ser Efrînê û fêla Tirkîyê Berpirsyarîya Rusyayê dê neye jibîr kirin Êrişa li ser Efrînê tovê dijminiyê reşand Encamê şerê li ser Efrînê dê bibe destpêka pêvejoyekî nû. Êrişa li ser Efrînê ne rewa (meşrû) ye Xewnên Tayyip Erdogan Gefên Tirkîyê li ser Efrînê Kurd û nijadperestî Li Enqerê gengeşiyên siyasî û siyaseta bakurê Kurdistanê Alozîya li Îranê û Kurd Yekrêzî li ser fedekariyê geş dibe. Çima Bloka Kurdî? Bloka Kurdî û hilbijartinên 2019an Karesata li başûrê Kurdistanê û gefa li ser Çîyayê Kurmênc (Efrîn) Kirkûk bû bedêla (qurbana) ajendaya DYAê. Li Rojhelata Navîn camêrî nabe Ev karesatek neteweyî, lê ne dawî ye. Îro yekdengî pir girîng e. Tirkîyê berê eskerên xwe da İdlibê Gel ya xwe got, nuha dor ya hêzên siyasî ye. Emê alîkarî û dostanîya rojen teng ti car jibîr nekin Dem dibihure, divê PDK û YNKê bi berpirsyarîya xwe rabin. Dijberên Rapirsîna Serxwebûnê xwe dispêrin sedemên bêbingeh. Rewş asayî dibe Gefên li dijî başûrê Kurdistanê, têkçûna têkoşîna li dijî DAİŞê ye Kurdistanek serbixwe dê xizmeta aramîyê bike. Nuha mijara me rapirsîn (referandum) e Du mijarên girîng Li park û meydanan rakirina nav û sembolên kurdî Çavên xwe bigrin û tenê xulekekê li serxwebûna Kurdistan'ê bifikirin Tîr ji kovanê derket, rapirsîn û encamê wê serxwebûn e. Rapirsîn (referandum): Gavek neteweyî û dîrokî Ambargoya li ser Qeter'ê û rewşa Tirkîye'yê Renginîya civata Kurd û 'Partîya Gel'a Zaza' Bêdewletî, ji dewleta herê xerab xerabtir e. Bi kuştinê nebû û nabe; dîyalog divê Du girîngîyên serxwebûna Kurdistan'ê Xetera li ser paşerojê (pirsa bekayê) Serdana serokkomarê Tirkîye'yê ya DYA'yê û paşxaneya dîrokî Biryara çekdarkirina HSDê û bertekên Tirkîyê Komxebata PAKê û giringîya kongreyan Çima 'Enîya Kurdistanî' nebe? Rewşa siyasî li bakurê Kurdistan'ê Li hemberî gef û êrişên Tirkîyê 'herêmek dijfirînê' Bombebarana Çiyayê Şingal'ê, bombebarana dilê Kurdistan'ê ye Serxwebûna Kurdistan'ê mafekî rewa ye Pelkek reş: Jenosîda Enfal'ê Ne pêkan e robarek berevajî bêt herikandin