Mahmut Kılınç Nêrînên Dawî

Nuha mijara me rapirsîn (referandum) e

Bi bawerîya min, rapirsîn dê bi rêjeyek gellekî bilind bi denge “ERÊ” encam bide, ji ber hinek sedeman rêjeyek pir hindik jî denge dijber dê hebin, xwezê ev jî nebe.
Nuha mijara me rapirsîn (referandum) e
Nêrîn Belav bike

Nuha mijara me rapirsîn e (referandum), wekî têt zanîn bizava siyasîya başûrê Kurdistanê, Tevgera Gorran û Komala Îslamîya Kurdistanê beşdarê civînê nebûbûn, biryara rapirsînê stend, ku 25î meha êlonê li başûrê Kurdistanê û li deverên dervayî rêveberîya başûrê Kurdistanê (deverên nakok) hatine hiştin, bi rêve biçe.

Biryar ne malê partiyekî, an çend partîyan ne, şanzde partî bi hevra civîyan û ev biryara dîrokî stendin.

Di civînê da partiyên Tirkmen, Êzidî û Xiristîyan jî hebûn, herweha partiyên ku di Parlementê da nayên temsîlkirin jî hatibûn vexwendin û di civînê da beşdar bûbûn û keda wan jî ket ber vê biryara pîroz.

Li herçar parçeyên Kurdistanê mijara siyasete, mijara ronakbirîya Kurdistanê, mijara medyayê û mixabin mijara gefên cîranên xêrnexwaz rapirsîna başûrê Kurdistanê ye, ji ber ku herçiqas rapirsîn li başûrê Kurdistanê birêve diçe jî, lê em dizanin ku encamên wê dê li ser bigiştî rayagiştîya Kurd tesîrek erênî bike, ev xofek mezin dike hîmê dewletên dagirker.

Ji nuha va em dikanin bejin, ku encama serketina rapirsînê dê hemahengîya siyaseta sed salî biguhere, ger rapirsîn bi serkeve, li Başûr serxwebûn bêt ragihandin, rêgirên li ser rêya neteweya Kurd radibin.

Bê guman rêyek dûr û dirêj e, gellek asteng û kelem jî dê hebin, lê wekî birêz Mesut Barzanî dibêje, “rizikoya rapirsînê heye, lê ayindeyek nediyar rizîkoyek hêj mezintir e.”

Rapirsîn divê bi rêjeyek gellekî bilind bêt encam dan, bona encamek weha divê hemû saziyên sivîl û taybetî partiyên Kurdistanî peywira xwe bi cî bînin; her sazî û partî li parçeyên xwe him rayagiştîya Kurd agahdar bikin û him jî bona piştevaniyê her çi pêwîst be, xwe nedin paş bi wêrekî bikin.

Bo mînak, li bajarên bakurê Kurdistanê civîn, panel, konferans û çalekiyên balkêş wekî festîwal bêne lidarxistin, dîsa bi amancê agahdariyê û piştevaniyê serdana saziyên sivîl û civakî bên kirin.

Bê guman di hela dîplomatîk da karekî hêja divê, him bona balyozan û him jî bona parlementerên Kurd, di nava her kîjan partyê da dibin bila bin, yekser têkilî bên danîn an nameyên agahdarî û piştevaniyê bên şandin.

Cîyê şanaziyê ye, ku li bakurê Kurdistanê bi serpereştîya şeş partîyan (PAK, PSK, PDK-Bakur, PDK-T, ÖSP û Hareketa Azadî) civînek hat li darxistin, bi kesên serbixwe va komîtek hat hilbijartin, ev karekî hêja ye.

Ger komite peywira xwe bîne bicî, ne zehmet e ku li bakurê Kurdistanê dengekî bilind û piştevaniyek fireh derkeve.

Hinek derdor pêdivî bi rapirsînê nabînin; dibêjin, “ragihandina serxwebûnê mafekî rewa ye, wekî her neteweyî mafê çarenûsî neteweyê Kurd jî heye, ne pêwîst e rapirsîn bêt kirin.”

Wekî peyv ev rast e, lê li gel rewşa navneteweyî û zagonî ne rasyonel e, ewil di makezagona Iraqê da mafê çarenûsî cî negirtîye û herweha rapirsîn gavek dîplomatîk e û dê destê bizava siyasîya başûrê Kurdistanê bihêztir bike.

Bê guman hinek hêlên neyînê jî dê hebin, bo mînak ger Parlement neye aktîfkirin, weha dixuye ku hinek derdor dê neçin ser sindoqan, ev dikane bibe sedema qetbûnek civakî, qetbûnek weha ku dê gellek dirêj bajo.

Em divê rê li ber qetbûnek weha bigrin, ji îro va tovê dijberîyek dûr û dirêj neye avêtin.

Aktifkirina Parlementê gellekî girîng e, ji Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) nûçeyên hêvîdar tên bihîstin, ku PDK dev ji mercên xwe berdaye, ev gavek hêja ye û şayanê piştevaniyê ye.

Em li ber gavek dîrokî û niştemanî ne, rapirsîn û ragihandina serxwebûnê dikeve berî her gavê, ev mijarek niştemanî ye, hemû biryar, têkilî û berjewendiyên partiyi nabe bandorek neyinî li vê gavê bikin.

Bi bawerîya min, rapirsîn dê bi rêjeyek gellekî bilind bi denge “ERÊ” encam bide, ji ber hinek sedeman rêjeyek pir hindik jî denge dijber dê hebin, xwezê ev jî nebe.

Sedemên vê cûda ne, bê guman li beramberê rapirsîna serxwebûnê dijberî naye fam kirin, kesên ji ber têkiliyên keseyatî, nezanî, kêmagahdarî, malbatî û bêderfetî beşdarê rapirsînê nebûn, an denge xwe bi xeletî karanîn, mirov dikane fam bike, lê ji ber sedemên zikreşî, siyasî, bîrdozî, deshilatî, partiyî (hîzbî) û tekiliyên bi xêrnexwazan va nayên fam kirin û dê neyên fam kirin jî.

Neteweya Kurd, herweha gele Kurdistanê; Kurd an etnisîteyên din li ber gavek dîrokî ne, ev rapirsîn dê paşeroja gele Kurdistanê diyar bike.

Di medyayê da nûçeyên dilxweş hene, ku mirov pê dilnîya dibe, taybetî li deşta Nînovayê eşîrên Erep û taybetî beşek mezin ji bawerîya xiristîyanan dixwazin tevle rapirsînê bibin, daxwaz dikin ku rapirsîn li deverên wana jî birêve biçe.

Ev bawerîya aramî û pêkvejîyanê ye, bê guman serketina rêveberîya başurê Kuırdistanê ye, dewlemendîya û xweşdîtina çanda Kurdî ye.

Gelê Kurd bi dirêjîya dîrokê stemkarê cîranên xwe bû; him welatê wan hat dagirkirin û him jî zor, talan, kuştin, koçberî û wêrankarî dît, pirîcaran kesî destê aklîkariyê dirêj nekir, me divê em vê rastîya dîroka xwe zanibin û rêz li mafê kêmjimaran bigrin.

Bila Kurdistan bibe hêlîna aramî û pêkvejîyanê, bila em mînakek hêja bibixşînin cîhanê.

Mahmut Kilinc

21.07.2017/Dusseldorf

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
Vî nêrînê tevayî: 4869 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:06:45

Nêrînên Dawî

Li ser romana 'RAPERÎNA BABA ÎSHAQ' Mixabin, HDPê bi berpirsyarîya xwe ranebû Dervahiştina HDPê derfetek e divê heder nebe. Îtifaqa penc partîyên Kurdistanî û HDP Hilbijartin û gringîya Bloka Kurdî Li ser biryara hilbijartina pêşwext Sê bûyerên qambax Lûtkeya Yekitîya Ewrupa û Tirkîyê Emê çawa ji vê karesatê rizgar bibin? Kurdan ji Şerê Sar herdem zerar dîtin Tûndî (şidet) civatê ji şîrişt û hemde xwe derdêxe Qetlîama li Efrînê û bêdengîya Rêxistina Neteweyên Yekgirtî Biryara Alîkarîya Mirovî û Tirkîye Dagirî û dabeşkirin Hemd ji Xweda ra me hezar kes kuşt! Ne tenê rojnameger, siyasetvan jî di girtîgehê da ne Li Efrînê kujtina sivîlan berdewam e Dîsa Kurd dibin qurban Her eskerekî bav û dayîkek wî heye Êrişa li ser Efrînê û fêla Tirkîyê Berpirsyarîya Rusyayê dê neye jibîr kirin Êrişa li ser Efrînê tovê dijminiyê reşand Encamê şerê li ser Efrînê dê bibe destpêka pêvejoyekî nû. Êrişa li ser Efrînê ne rewa (meşrû) ye Xewnên Tayyip Erdogan Gefên Tirkîyê li ser Efrînê Kurd û nijadperestî Li Enqerê gengeşiyên siyasî û siyaseta bakurê Kurdistanê Alozîya li Îranê û Kurd Yekrêzî li ser fedekariyê geş dibe. Çima Bloka Kurdî? Bloka Kurdî û hilbijartinên 2019an Karesata li başûrê Kurdistanê û gefa li ser Çîyayê Kurmênc (Efrîn) Kirkûk bû bedêla (qurbana) ajendaya DYAê. Li Rojhelata Navîn camêrî nabe Ev karesatek neteweyî, lê ne dawî ye. Îro yekdengî pir girîng e. Tirkîyê berê eskerên xwe da İdlibê Gel ya xwe got, nuha dor ya hêzên siyasî ye. Emê alîkarî û dostanîya rojen teng ti car jibîr nekin Dem dibihure, divê PDK û YNKê bi berpirsyarîya xwe rabin. Dijberên Rapirsîna Serxwebûnê xwe dispêrin sedemên bêbingeh. Rewş asayî dibe Gefên li dijî başûrê Kurdistanê, têkçûna têkoşîna li dijî DAİŞê ye Kurdistanek serbixwe dê xizmeta aramîyê bike. Bila 25î êlûnê û 1î mijdarê bibe destpêkek nû Du mijarên girîng Li park û meydanan rakirina nav û sembolên kurdî Çavên xwe bigrin û tenê xulekekê li serxwebûna Kurdistan'ê bifikirin Tîr ji kovanê derket, rapirsîn û encamê wê serxwebûn e. Rapirsîn (referandum): Gavek neteweyî û dîrokî Ambargoya li ser Qeter'ê û rewşa Tirkîye'yê Renginîya civata Kurd û 'Partîya Gel'a Zaza' Bêdewletî, ji dewleta herê xerab xerabtir e. Bi kuştinê nebû û nabe; dîyalog divê Du girîngîyên serxwebûna Kurdistan'ê Xetera li ser paşerojê (pirsa bekayê) Serdana serokkomarê Tirkîye'yê ya DYA'yê û paşxaneya dîrokî Biryara çekdarkirina HSDê û bertekên Tirkîyê Komxebata PAKê û giringîya kongreyan Çima 'Enîya Kurdistanî' nebe? Rewşa siyasî li bakurê Kurdistan'ê Li hemberî gef û êrişên Tirkîyê 'herêmek dijfirînê' Bombebarana Çiyayê Şingal'ê, bombebarana dilê Kurdistan'ê ye Serxwebûna Kurdistan'ê mafekî rewa ye Pelkek reş: Jenosîda Enfal'ê Ne pêkan e robarek berevajî bêt herikandin