Di nivîsa berê vê da min pêşbînîyek xwe nivîsa bû, bê guman ev xewna Tirkîyê, taybetî ya R. Tayyip Erdogan û derdorên wî ye, ku bi bawerîya min xewnên gellek xeter dibînin.
Çi bû ev pêşbînîya min, carek din binivîsim; “…bi ya min ger Tirkîyê di êrişa Efrînê da bi serkeve, piştê hilbijartina 2019an dor dê bêt rojhilatê Fêrêt, ango Kobanî û Qamişloyê û paşê sala 2023andor dê bêt erdnîgarîya “Peymana Millî (tirkî dibêjin Mîsak-i Millî) daku başûrê Kurdistanê jî dikeve ber.”
Bê guman ev nuha xewne, gellek caran jî rayedarên Tirk behsa Peymana Millî kirin û îro jî dikin, çend rojan bere jî Erdogan behsa wê yekê kiribû, taybetî herdem di siyaseta hundir da wekî pêkerekî manîplatîf bi kar têt.
Lê bele, rastiyek jî heye ku Erdogan û derdorên wî gellek caran xewnên di barê dema Osmanîyan da dibînin, xwezîya xwe bi wê demê dikin, heta ger me jibîr nekiribe rojekê parlementera vê partiye, ya bi navê Tulay Babuşçu, deshilata AKPê û Erdogan li dijî Komara Tirkîyê û sîstema Kemalîst pênase kiribû û bi wate weha gotibû, “navbera reklamê ya bi dirêjîya 90 salî bi dawî bû.”
Belê, me gellek caran dît ku Erdogan û derorên wî xwezîya xwe bi dema Dewleta Osmanî tînin, dixwazin civakê bi çand û dîroka Osmanîyan va aşt bikin, herweha navê nexweşxaneyan, dibiştanan, pireyan, zankoyan, kişlayên eskerî, bulwaran û ….. hwd diguherin û navê padîşahan lêdikin, ger bala we kişandibe di hêla din da dest bi projeyên salên dawî yên dema Osmanîyan da jî kirine.
Bo mînak, fikrê Tunêla Awrasya, Kanela Stenbulê ku van rojan projeyên wî tên amade kirin, pireya Osman Gazî hizirên avakirinê hemûyan jî ji dema Osmanîyan da man, Peymana Millî jî biryara dawî ya Meclîsê Mebûsan bû, ku di dema Osmanîyan da hatibû girtin.
Peymana Millî jexin rojhilatê Kurdistanê seranserê erdnîgerîya Kurdistanê dide ber xwe, ji ber vê ye ku parlementerên Kurdistanê di Meclîsê Mebûsan da wê deme denge erê dan, lê paşe taybetî piştê Peymana Lozanê fêla Mustefa Kemal û hevalên wî fam kirin, lê êdî dem bihurî bû û Kurd carek din hatibûn xapandin.
Gengeşiyên di barê Peymana Lozanê da jî bi vê xewnê va têkildar e, Erdogan û kesên wekî wî difikirin, gellek caran bi kûriva kesera dilê xwe dana der.
Pêşbînîyek din bêjim, wekî di çend salin dawî da dixuye, bi bawerîya min Erdogan dixwaze ji Mustefa Kemal girîngtir di dîroka Tirkîye da cî bigre, ango bi gotinek din ew û derdorên wî dixwazin ku Mustefa Kemal di bin sîya wî da bimîne.
Ev çawa dibe, du geşedan dê vê dabîn bike; yek, bi mezinkirina nexşeya Tirkîyê dibe; du, li beramberê Cîhana Rojava wekî ew dibêje, “serî netawandî be”, ewî gellek caran gotiye, “li hemberê Cîhana Rojava cik bisekine, lê gijnebe.”
Aşkere ye ku heznekirinek û dijberîyek wî heye li dijî Dewletên Yekbûyî Amerîka (DYA), bawerim ev hest ji xoceyê wî jê ra maye û herweha ew DYA li ber xwe wekî asteng dibine.
Mezinkirina Erdnîgarîya Tirkîyê, encax li ser erdê bicîkirina Peymana Millî dibe, nebêjin ev xewne, rast e nuha xewne, lê rastiye din ya cihana îro jî heye ku konjuktûr zûbizû diguher e, geşedanên em xewn dibînin di demek kurt da li ser erdê dibe rastî.
Taybetî dema ku mijara Kurd û Kurdistan kirde (subje) be, mixabin hevîyên me berevajî dibin, çima nebin li başûrê Kurdistanê me bitarek mezin dît, hêj roja îro li ser dema hiljartinan li hev nakin, her partî an grup bi sere xwe bi Bexdayê va bêxem rûdinin.
Di hela din da gefên Tirkîyê yên li ser Efrînê mijara hemû cîhanê ye, lê ji başûrê Kurdistanê qet dengek naye bihîstin.
Em bejin ji hikûmetê deng dernakeve, ji ber ku li ser Tirkîyê ra peywendiyên xwe bi cîhanê va dadimezrîne, lê partî û saziyên civakî, çima ji partî û saziyên civakî deng dernakeve?
Heçkû, roja ku emê nikanibin Efrînê ji êrişek hovane biparêzin, emê nikanibin Hewlêrê jî biparêzin.
Êrişek hovane dibêjim, ji ber ku him xwîn dê bêt rijandin û bi gundên xwe va Efrîn dê bêt rûxandin û him jî, ya herê xeter demografîya wê dê bêt guhertin:
Mixabin ev bêdengîya civata Kurdistanê Erdogan û derdorên nijadperest bêhtir wêrek dike û ew li ber xwe ti astengan nabînin!
Di şert û mercên îro da dibetîyek dûr nîne ku xewnên Errdogan li ser erde teşe bigrin, jixwe çend rojan bere wî him behsa Peymana Millî kir û him jî wekî dewletek bihêz û bêtirs got; “ew ne di dewsa Dewleta Osmanî ya dawî da ne ku jê ra ‘mirovê nexweş’ dihate gotin û herweha ew ne di dewsa komara şagirt (tirkî dibêjin çömez) da ne”
Belê min xwest bejim, her çiqas li ser erde teşe girtina Peymana Millî xewn be jî, lê dema konjuktûr derfet bide, bila ji bîra me neçe ku ev herdem metirsiyek e.
Tenê, yekrêzîya Kurdan dikane li ber êrişkarîya Dewleta Tirk kelem be, mafê ti hêzê nabe ku derfetên li rojavayê Kurdistanê rûdane, ji ber berjewendiyên hizbî ji dest bide.
Mahmut Kilinc
19.01.2018/Dusseldorf
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.