Mahmut Kılınç Nêrînên Dawî

Li park û meydanan rakirina nav û sembolên kurdî

Kayyiman bi rakirina nav û sembolên kurdî dest bi kar kirin, bo mînak kayyimê şaredarîya Amed'ê, bi rakirina navê "Amed'ê" ku li ser dîwarê şaredariyê hatibû nivîsin, dest bi kar kir.
Li park û meydanan rakirina nav û sembolên kurdî
Nêrîn Belav bike

Duh dostekî di telefon da digot, te hay jê heye, siyaseta HDPê ya tirkîyebûnê berhemên xwe dan, min jê pirsî çi bû, çi qewimî, dostê min bersiva min da, ku li Taksîm'a Stenbulê girsekî mezin li dijî rakirina peykerê Ehmedê Xanî li Bazid'ê xwestiye mîtingekê lidar bixe, lê polîs nehiştiye, êrişî ser wan kiriye û jihev belavbûne!

Dema axaftina dostê min qedîya min fam kir, ku ew tinazên xwe bi siyaseta tirkîyebûnê dike, ji ber ku ez baş çapemeniyê dişopînim, min ti nûçeyên wiha nedîtibûn, tenê nûçeyek hebû LBGTÎ'yan xwestibû bi navê "onur yürüyüşü" çalekiyekê lidarbixe, lê polîs rê nedabû.

Li Tirkîye'yê du welat hene, di hêla aborî û standartên civakî da rojavayê Tirkîye'yê çendin car ji bakurê Kurdistan'ê geşedantir û pêşdatir e, wekî ferka di navbera Yewnanîstan û welatekî Rojhelata Navîn da, lê di hêla siyasî da, ango di hêla hestyarîya civakî da berevajî vê ye.

Siyasetvan, çalekvan, têkoşer û rewşenbîrên Kurd di ber demokrasîbûna Tirkîye'yê da gellek bedel dan, hêj jî didin, lê li rojavayê Tirkîye'yê bona zorûzilma li ser neteweya Kurd, li dijî qetlîaman, li dijî wêrankariyê, li dijî "kuştinên fail nedîyar" ku em dizanin bi dest û fermana kî û kîjan êwirgehên (mahfîl) veşartî hatin kirin, mixabin me bertekên berfireh nedîtin.

Ez bawerim ku emê nebînin jî, jexin dostên Kurdan ku ew jî bi qasî tilîyên desta ne, heta îro li dijî bêsincî û bêqanûnîya li ser Kurdan ti bertekên balkêş nehatin dîtin.

Piştê hilbijartina 7î pûşberê hikûmet li Kurdan hat xezewê, prowokasyon hatin kirin û PKKê jî amedebû ji handana şer û pevçûnan ra; bi encam, di hilbijartina 1î mijdara sala 2015an da AKPê tenê bi serê xwe bû desthilat.

Êdî ti asteng li ber nemabû, ji şaredarîyan dest pê kir, yek bi yek serokên şaredarîyan ji kar hatin dûr xistin û desteserkirin, li şûna wana hikûmetê kayyim pişand, piranîya kayyiman parêzgar an qaymeqamê navçeyê bûn.

Kayyiman bi rakirina nav û sembolên kurdî dest bi kar kirin, bo mînak kayyimê şaredarîya Amed'ê, bi rakirina navê "Amed'ê" ku li ser dîwarê şaredariyê hatibû nivîsin, dest bi kar kir.

Kayyiman li pêy hev biryarên wiha stendin, navê parkan guhertin, peykerên hatibûn daçikandin rakirin, hinek ji wana şkandin; bo mînak li Cizîr'ê peykerê Orhan Dogan, li Amed'ê peykerê Ahmet Arîf, li Qoserê peykerê Ugur Kaymaz, dîsa li Amedê bîrdara (abîde) Roboskê'yê û ya dewleta Merwanîyan, hinek mînakên ji van dijberî û bêtehemuliyê ne.

Dixwazin bi bîra we xim, Ugur Kaymaz'ê deh salî bi sêzde gullayan hatibû kuştin, dema ku ji hikûmetê hat pirsîn Ugur'ê deh salî bûbû "terorist".

Di rojên dawî da jî li Bazid'ê peykerê Ehmedê Xanî hat rakirin, kayyimê şaredarîya navçeya Bazid'ê peykerê ku berê li parka Ehmedê Xanî hatibû daçikandin rakir.

Ger hun bala xwe bidinê, her roj nav û sembolekî ku dîrok, wêje û çanda Kurdî bi bîra me dêxe tên rakirin, mebest dan jibîrkirin û bêganekirina civakê ji nirxên xwe ye.

Dûrxistina civakê ji nirxên neteweyî ye.

Her çiqasî şaredariyên ser bi HDPê va ev xizmet kiribin jî, ew sembol û nirxên neteweyî ne, bo mînak Ehmedê Xanî û bermahîyên dewleta Merwaniyan ne malê ti partîyan in.

Li hêlekê bişavtinek (asimîlasyon) bihêz, li hêla din li park û meydana rakirina nav û sembolên kurdî.

Îro li bakurê Kurdistan'ê dibistan wekî aşê bişavtinê kar dikin, zarokên Kurd tên helandin, ji malbat, ji xism û nasên xwe, ji çanda xwe, ji civatê tên bêgane kirin.

Bi vî awayî rêya bişavtinê xweş dibe, hemû asteng radibin, bi sedan kanalên telewîzyonan, bi hezaran kovar û rojnameyan, di navbera çend gundan da dibistanek û zarok ji gundên xwe tên veguhestin, bona perwerdeya bi ziman, çand û dîroka Tirkî.

Mebest ji holê rakirin e, ha bi çek ha jî bêçek, amanc yek e, ger bi vî avayî here heta 30 salên din kesên ku bi Kurdî diaxifin dê dakevin rêjeya 10%.

Mixabin li bakurê Kurdistan'ê jî zimanê Tirkî bûye zimanê serdest, êdî li kolanên gundan, di nav bağ û bahçeyên bakurê Kurdistan'ê da dengên Tirkî têt bihîstin.

Li hemberî vê bêtehemulêyê divêbûna ji rêxistinê AKPê yên li bakurê Kurdistan'ê û ji parlementerên di nava vê partiyê da deng jê derketa, nerazîbûna xwe eşkere bikirina.

Rewşa vê partiyê ya deh salan berê û ya îro ne wekî hev in, vê guhertina AKPê herkes dibîne, di hilbijartinan da Kur'ana kurdî li meydanan, li ser dikê mitîngan dihat li banî kirin, lê îro...?

Wiha dixuye, ku kurte demek şûnda, nedûr e ku Kur'ana bi kurdî dê bêt rakirin û qedexe kirin.

Stratejîya AKPê gav bi gav e, hemû biryara bi carekê va nayen stendin, berevajî vê li bakurê Kurdistan'ê jihevbelavbûnek siyasî heye, bawerin hinek derdorên siyasî difikir ku hikûmet êrişî şaredariyên HDPê dike, lê rastî ne wiha ye..., îro şaredarî di destê HDPê da ne, lê siba...?

"Ger em nebin yek,

emê tine bin yek bi yek."

Bila cejna rojiyê pîroz be.

Mahmut Kilinc

26.06.2017/Semsûr

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
Vî nêrînê tevayî: 5975 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:54:27

Nêrînên Dawî

Li ser romana 'RAPERÎNA BABA ÎSHAQ' Mixabin, HDPê bi berpirsyarîya xwe ranebû Dervahiştina HDPê derfetek e divê heder nebe. Îtifaqa penc partîyên Kurdistanî û HDP Hilbijartin û gringîya Bloka Kurdî Li ser biryara hilbijartina pêşwext Sê bûyerên qambax Lûtkeya Yekitîya Ewrupa û Tirkîyê Emê çawa ji vê karesatê rizgar bibin? Kurdan ji Şerê Sar herdem zerar dîtin Tûndî (şidet) civatê ji şîrişt û hemde xwe derdêxe Qetlîama li Efrînê û bêdengîya Rêxistina Neteweyên Yekgirtî Biryara Alîkarîya Mirovî û Tirkîye Dagirî û dabeşkirin Hemd ji Xweda ra me hezar kes kuşt! Ne tenê rojnameger, siyasetvan jî di girtîgehê da ne Li Efrînê kujtina sivîlan berdewam e Dîsa Kurd dibin qurban Her eskerekî bav û dayîkek wî heye Êrişa li ser Efrînê û fêla Tirkîyê Berpirsyarîya Rusyayê dê neye jibîr kirin Êrişa li ser Efrînê tovê dijminiyê reşand Encamê şerê li ser Efrînê dê bibe destpêka pêvejoyekî nû. Êrişa li ser Efrînê ne rewa (meşrû) ye Xewnên Tayyip Erdogan Gefên Tirkîyê li ser Efrînê Kurd û nijadperestî Li Enqerê gengeşiyên siyasî û siyaseta bakurê Kurdistanê Alozîya li Îranê û Kurd Yekrêzî li ser fedekariyê geş dibe. Çima Bloka Kurdî? Bloka Kurdî û hilbijartinên 2019an Karesata li başûrê Kurdistanê û gefa li ser Çîyayê Kurmênc (Efrîn) Kirkûk bû bedêla (qurbana) ajendaya DYAê. Li Rojhelata Navîn camêrî nabe Ev karesatek neteweyî, lê ne dawî ye. Îro yekdengî pir girîng e. Tirkîyê berê eskerên xwe da İdlibê Gel ya xwe got, nuha dor ya hêzên siyasî ye. Emê alîkarî û dostanîya rojen teng ti car jibîr nekin Dem dibihure, divê PDK û YNKê bi berpirsyarîya xwe rabin. Dijberên Rapirsîna Serxwebûnê xwe dispêrin sedemên bêbingeh. Rewş asayî dibe Gefên li dijî başûrê Kurdistanê, têkçûna têkoşîna li dijî DAİŞê ye Kurdistanek serbixwe dê xizmeta aramîyê bike. Bila 25î êlûnê û 1î mijdarê bibe destpêkek nû Nuha mijara me rapirsîn (referandum) e Du mijarên girîng Çavên xwe bigrin û tenê xulekekê li serxwebûna Kurdistan'ê bifikirin Tîr ji kovanê derket, rapirsîn û encamê wê serxwebûn e. Rapirsîn (referandum): Gavek neteweyî û dîrokî Ambargoya li ser Qeter'ê û rewşa Tirkîye'yê Renginîya civata Kurd û 'Partîya Gel'a Zaza' Bêdewletî, ji dewleta herê xerab xerabtir e. Bi kuştinê nebû û nabe; dîyalog divê Du girîngîyên serxwebûna Kurdistan'ê Xetera li ser paşerojê (pirsa bekayê) Serdana serokkomarê Tirkîye'yê ya DYA'yê û paşxaneya dîrokî Biryara çekdarkirina HSDê û bertekên Tirkîyê Komxebata PAKê û giringîya kongreyan Çima 'Enîya Kurdistanî' nebe? Rewşa siyasî li bakurê Kurdistan'ê Li hemberî gef û êrişên Tirkîyê 'herêmek dijfirînê' Bombebarana Çiyayê Şingal'ê, bombebarana dilê Kurdistan'ê ye Serxwebûna Kurdistan'ê mafekî rewa ye Pelkek reş: Jenosîda Enfal'ê Ne pêkan e robarek berevajî bêt herikandin