Mahmut Kılınç Nêrînên Dawî

Gefên li dijî başûrê Kurdistanê, têkçûna têkoşîna li dijî DAİŞê ye

Li hêrêmê mafê kêmjimaran, her olî, rêolî an neteweyî dibin, mixabin heta îro hatin binpêkirin û li herêmê pişavtinek bihêz peyikandin, taybetî li dewletên dagirker ku Kurdistan di navbera wana da hatiye parvekirin, pişavtinek bi hêz bûye siyaseta van dewletan, her kîjan ol an neteweyî be.
Gefên li dijî başûrê Kurdistanê, têkçûna têkoşîna li dijî DAİŞê ye
Nêrîn Belav bike

Berevacî angaştên (îdîa) gellek dewrûberan, taybetî dewrûberên çepgir û nasyonalist, tevgera hêzên Dewletên Yekgirtî Amerîka (DYA), Federasyona Rusya (FR) û hevpeymanan li herêma Rojhelata Navîn ji bija (îştah) berjewendiyên wana yên aborî û siyasî bêhtir, helwest û siyaseta dewlet û rêveberên herêmê ne, ku li dijî demokratîzekirinê liberxwe didin, ango mafên kêmjimaran û pirsgirêkên aborî û civakî çareser nakin.

Bi gotinek din, di kaosa mezin li herêmê da para mezin ne dewletên biyanî, taybetî dewletên "emperyalist", rêberên dewletên herêmê bi xwe ne.

Xespa mafên kêmjimarên (etnikî) neteweyî û olî, wekî ewlehîya paşeroja xwe dizanin.

Li hêrêmê mafê kêmjimaran, her olî, rêolî an neteweyî dibin, mixabin heta îro hatin binpêkirin û li herêmê pişavtinek bihêz peyikandin, taybetî li dewletên dagirker ku Kurdistan di navbera wana da hatiye parvekirin, pişavtinek bi hêz bûye siyaseta van dewletan, her kîjan ol an neteweyî be.

Li Tirkîyê Kurd divê bên tirkkirin, li Suriyê û İraqê divê bihatana Erep kirin, li Îranê bên farskirin, ligel pişavtina etnikî ya olî jî heye, Sune an Şiî kirin.....

Mixabin, ger lê neye farzkirin ew dewletan naxwazin dest ji vî siyaseta nijadperest û olperes berdin, di salên dawî da her çiqas sivik bûbe jî.

Di rojên dawî da serokerkanê Komara Îslamîya Îranê serdana Tirkîyeyê kir û ji serokkomarê Tirk bigrin gellek rayadarên bilind pêşwazîya wî kirin.

Berî serdana serokerkanê Îranê, li Tehranê berdewamîya Civîna Astanayê, di navebera Rusya, Turkîye û Îranê da encam da, taybetî rojeva civînê pêşhatiyên nû li Suriyê û rewşa bajar û herêma İdlibê bû.

Wekî têt zanîn, di navera Rusya û Tirkîyê da lihevhatinek birêve çûbû, di encama vê lihevhatinê da, "hêzên dijberên rejîmê dê ji Helebê vekişên û li İdlibê bi cî bibin."

Weha jî bû, hêzên dijberên rejîmê li İdlibê bi cî bûn, her çiqasî ne eşkerebe jî Tirkîyeyê jî ev hêz parastin, jixwe bi cî kirina wana li İdlibê Tirkîyê rolek girîng leyistibû.

Di rojên dawî da di navbera Heyet el Tahrir Şam (HTŞ) û Ahrar el Şam da şerekî dijwar rûda, herdu jî berê el Nusra bûn.

Tirkîyê hêj nîzikî Ahrar el Şam desekinî heta piştevanî dikir, lê herdu rêxistin jî di lîsteya DYA û Ruyayê ya rêxistinên terorist da ne.

Lê belê di navebera wana da şer derket û nuha HTŞ (el Nusra) ku el Kaîdeya li Suriyê ye, her çiqasî navê xwe guhertibe jî li dijî çend grupên din bi serket û kontrola herêma İdlibê kete bin destê vê hêzê.

Piştê şer û pevçûnên dawî, DYA dixwaze li dijî HTŞyê (el Nusra) operasyonekî dest pê bike, herweha Rusyayê jî vê hêzê terorist dizane.

Bê guman, berê jî him DYA û him jî Rusyayê ew hêz terorist dizabinibûn, pirs weha ye, çima heta nuha operasyon dest pê nekir nuha ket rojevê?

Bawer dikim du sedemên vê hene, yek ev ji stratejîya eskerê têt, ku hemû hêzên terorist li derdora İdlibê bên kom kirin û nuha jî êdî hedefin; ya din, herêm bi temamî kete bin kontrola HTŞê, ango el Kaideyê.

Weha dixuye, ku di serdana serokerkanê arteşa Îranê da rewşa İdlipê mijara yekem bû, ku berî operasyona DYA, Tirkîye kanî bibe û İdlip teslîme hêzên rejîmê bêt kirin.

Bê guma, du mijarên din yên vê serdanê jî hebûn, yek ji vana rapirsîna başûrê Kurdistanê bû, ya din ewlehîya di navbera Îran û Tirkîyê da bû, ku Tirkîyê li ser tixûbê rojhelat dîwar lêdine.

Weha dixuye Îran, Tirkîyeyê bi YPG ditirsîne, ango hêj ku DYA di operasyona xwe da YPG bi kar neanîye, İdlip teslîme rejîm bêt kirin, jixwe ev daxwaza Rusyayê jî.

Herweha, gegeşîyek din ku vî dîtinê piştrast dike heye, ev jî, li Tirkîyê di rojên dawî da gellek kesên ku berê li dijî rejîmê bûn, îro bi dengekî bilind dibêjin, "bila Tirkîyê bi Esad va hevkariyê bike."

Di rojên nîzik da serokerkanê Rusyayê jî serdana Tirkîyê dike, weha dixuye ku mijara sereke ya serdana Valeriy Gerasimov jî rewşa İdlipê ye, dixwazin Tirkîyeyê razî bikin ku İdlip teslîmê rejîm bêt kirin, hêj DYA dest operasyon nekirîye.

Jixwe, li Suriyê ji bajaran tenê İdlip di destê hêzên dijber da maye, heta rejîmê dawîhatina şer radigihand!

Di barê rapirsîna başûrê Kurdistanê da jî; piştê serdana serokerkanê Îranê daxuyaniyek hat belav kirin, serokerkan jî li Îranê di hevpeyvînek xwe da heman tişt gotin, ango him di daxuyanê da û him jî di hevpeywîna serokerkan da ti peyamên nû tine bûn, her tiştên berê hatin dubare kirin, çibûn ewan; "ew li dijî qetbûna Îraqê ne, yekparetîya Iraqê diparêzin û....hwd"

Payemên herdu dewletan wekî teqa reqa ewran e, ku carina ewr teqa req dikin lê ti baran jî nabare, tenê xirecir e, carina jî gef in, lê gefên binê vala.

Bila em zanibin, heta ku ev siyaseta DYA hebe, hevpeyman piştevanê Kurdan bin, ev xirecir ti encaman bi xwe ra nîne, ji ber ku ger xeterek ji van herdu dewletan û İraqê rû bide, têkoşîna li dijî DAİŞê dikeve bin xeterek gellekî mezin, wateya vê jî têk çûna stratejî ya DYA ye, li herêmê.

DYA vê rastiyê baş dizane.

Mahmut Kilinc

19.08.2017/Semsûr

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
Vî nêrînê tevayî: 4546 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:30:09

Nêrînên Dawî

Li ser romana 'RAPERÎNA BABA ÎSHAQ' Mixabin, HDPê bi berpirsyarîya xwe ranebû Dervahiştina HDPê derfetek e divê heder nebe. Îtifaqa penc partîyên Kurdistanî û HDP Hilbijartin û gringîya Bloka Kurdî Li ser biryara hilbijartina pêşwext Sê bûyerên qambax Lûtkeya Yekitîya Ewrupa û Tirkîyê Emê çawa ji vê karesatê rizgar bibin? Kurdan ji Şerê Sar herdem zerar dîtin Tûndî (şidet) civatê ji şîrişt û hemde xwe derdêxe Qetlîama li Efrînê û bêdengîya Rêxistina Neteweyên Yekgirtî Biryara Alîkarîya Mirovî û Tirkîye Dagirî û dabeşkirin Hemd ji Xweda ra me hezar kes kuşt! Ne tenê rojnameger, siyasetvan jî di girtîgehê da ne Li Efrînê kujtina sivîlan berdewam e Dîsa Kurd dibin qurban Her eskerekî bav û dayîkek wî heye Êrişa li ser Efrînê û fêla Tirkîyê Berpirsyarîya Rusyayê dê neye jibîr kirin Êrişa li ser Efrînê tovê dijminiyê reşand Encamê şerê li ser Efrînê dê bibe destpêka pêvejoyekî nû. Êrişa li ser Efrînê ne rewa (meşrû) ye Xewnên Tayyip Erdogan Gefên Tirkîyê li ser Efrînê Kurd û nijadperestî Li Enqerê gengeşiyên siyasî û siyaseta bakurê Kurdistanê Alozîya li Îranê û Kurd Yekrêzî li ser fedekariyê geş dibe. Çima Bloka Kurdî? Bloka Kurdî û hilbijartinên 2019an Karesata li başûrê Kurdistanê û gefa li ser Çîyayê Kurmênc (Efrîn) Kirkûk bû bedêla (qurbana) ajendaya DYAê. Li Rojhelata Navîn camêrî nabe Ev karesatek neteweyî, lê ne dawî ye. Îro yekdengî pir girîng e. Tirkîyê berê eskerên xwe da İdlibê Gel ya xwe got, nuha dor ya hêzên siyasî ye. Emê alîkarî û dostanîya rojen teng ti car jibîr nekin Dem dibihure, divê PDK û YNKê bi berpirsyarîya xwe rabin. Dijberên Rapirsîna Serxwebûnê xwe dispêrin sedemên bêbingeh. Rewş asayî dibe Kurdistanek serbixwe dê xizmeta aramîyê bike. Bila 25î êlûnê û 1î mijdarê bibe destpêkek nû Nuha mijara me rapirsîn (referandum) e Du mijarên girîng Li park û meydanan rakirina nav û sembolên kurdî Çavên xwe bigrin û tenê xulekekê li serxwebûna Kurdistan'ê bifikirin Tîr ji kovanê derket, rapirsîn û encamê wê serxwebûn e. Rapirsîn (referandum): Gavek neteweyî û dîrokî Ambargoya li ser Qeter'ê û rewşa Tirkîye'yê Renginîya civata Kurd û 'Partîya Gel'a Zaza' Bêdewletî, ji dewleta herê xerab xerabtir e. Bi kuştinê nebû û nabe; dîyalog divê Du girîngîyên serxwebûna Kurdistan'ê Xetera li ser paşerojê (pirsa bekayê) Serdana serokkomarê Tirkîye'yê ya DYA'yê û paşxaneya dîrokî Biryara çekdarkirina HSDê û bertekên Tirkîyê Komxebata PAKê û giringîya kongreyan Çima 'Enîya Kurdistanî' nebe? Rewşa siyasî li bakurê Kurdistan'ê Li hemberî gef û êrişên Tirkîyê 'herêmek dijfirînê' Bombebarana Çiyayê Şingal'ê, bombebarana dilê Kurdistan'ê ye Serxwebûna Kurdistan'ê mafekî rewa ye Pelkek reş: Jenosîda Enfal'ê Ne pêkan e robarek berevajî bêt herikandin