Mahmut Kılınç Nêrînên Dawî

Îtifaqa penc partîyên Kurdistanî û HDP

Her çiqasî hê protokola îtifaqê nehatiba îmze kirin jî, bi ya nûçeyan di navbera Partîya Gela Komarê (CHP), Partîya İyi, Partîya Saadatê (SP) û Partîya Demokrat (DP) da, bi mebestê beşdarbûna hilbijartina 24î pûşperê îtifaqek pêk hatiye.
Îtifaqa penc partîyên Kurdistanî û HDP
Nêrîn Belav bike

Her çiqasî hê protokola îtifaqê nehatiba îmze kirin jî, bi ya nûçeyan di navbera Partîya Gela Komarê (CHP), Partîya İyi, Partîya Saadatê (SP) û Partîya Demokrat (DP) da, bi mebestê beşdarbûna hilbijartina 24î pûşperê îtifaqek pêk hatiye.

Berê jî di navbera Partîya Dad û Geşepêdanê (AKP) û Partîya Tevgeha Neteweperest (MHP) da bi navê “îtifaqa cumhur” îtifakek pêk hatibû.

Ger îtifaqa ku CHPê pêşengîya wê dike bêt damezrandin, du îtifaq û hinek partîyên din ku di nava îtifaqakan da cih nagrin, an cih nedanê beşdarî hilbijartîna pêşwext, ango hilbijartina 24î pûşperê dibin.

Bi giştî yanzde partî beşdarê hilbijartina navbihurî dibin, du ji vana Partîya Demokrasîya Gel (HDP) û Partîya Doza Azad (HUDAPAR) in.

Serokêgiştîyê HUDAPARê him bi AKPê va û serokêgiştîyê wê R. Tayyip Erdogan û him jî serokêgiştîyê SPê Temel Karamollaoglu va hevdîtin kir, her çiqasî bi peyamên şablonî mebesta van serdanan hatibin ragihandin jî, hê jî em armanc û navaroka hevdîtinan nizanin; gelo HUDAPAR dixwaze di nava “îtifaqa cumhur” da cî bigre, an di lîsteyên berbijarên parlementeran da cih dixwaze hê jî ne eşkere ye.

Lê belê, di ragihandina ewil ya Lijneya Bilinda Hilbijartinê (YSK) da, daku navê partîyên dê kanibin di hilbijartinan da beşdar bibin hatibûn eşkere kirin, navê HUDAPARê tine bû, encax li ser îtiraza wê YSKyê carek din lîsteyek ragihand vê carê navê HUDAPARê hebû, balkêş e ev ragihandina YSKyê piştê serdana serokêgiştîyê HUDAPARê ya R. Tayyip Erdogan hat.

Nuha, wekî di destpêkê da me got, du îtifaq û penc partî bi serê xwe beşdarê hilbijartinê dibin, mixabin ji ber ku pêwîstiyên zagonî nekanibûn bicih bînin, Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK), Partîya Demokrata Kudistanê-Tirkîyê (PDK-T), Partîya Sosyalîsta Kurdistanê (PSK), Partîya Maf û Azadîyê (HAKPAR) û Partîya Azadî û Sosyalîzmê (ÖSP) nikanin beşdarê hilbijartinan bibin.*

Nuha di navbera PAK, PSK, PDK-T, Tevgera Azadî û PDKê da bi amancê yekgirtina di hilbijartina 24î pûşperê da, bi navê “Îtifaqa Kudistanî ya Jibo Hilbijartinê” îtifaqek û deklerasyonek hatîye îmza kirin û deklerasyon, di civînek rojnamegerî da li rayagiştî hat ragihandin.

Ez bawerin dê bala rayagiştî jî kişandibe, di nava “Îtifaqa Kurdistanî ya Jibo Hilbijartinê” da HAKPAR û ÖSP cih negirtine, gelo çima?

Mafê rayagiştîya Kurd heye ku rastîya vê zanibe.

Di deklerasyonê da rêgezên hevpar hene, bi qasî hat ragihandin ew dixwazin di çarçoweya van rêgezan da peywendîyan damezrînin.

Bi giştî xalên deklerasyonê di cih da ne, pêdivî nake mirov yek bi yêk li ser bisekine, encax kêmahîyekê bala min kişand, ev jî gelo çima xalek ne li ser dagirîya Efrînê ye, divêbûya van partîyan di deklerasyona xwe da ji Efrînê daxwaza bipaşve kişandina ji Tirkîyê bikirina, daxwazek weha wekî xal di protokol da cih bigirta.

Bi bawerîya min divê rewşa Efrînê di deklerasyonê da cih bigirta û daxwaz bihata kirin, ku di zutirîn dem da Tirkîyê ji Efrînê bipaşbva vekşê û wêrankariyê qerebû bike, ev daxwazek rewa ye û divê partîyên bakurê Kurdistanê li rayagiştî eşkere bikin.

Hêvî û daxwaz dikim, ku îtifaqa penc partî û hêzan di bakurê Kurdistanê da bibe destpêka pêywendiyên bratî û yekrêzîyek siyasî, di encamê da bona hilbijartina 24î pûşperê îtifaqek pêk bê û bona demokrasîya Tirkîyê û mafên neteweyî û demokratik yên gele bakurê Kurdistanê ked û hewl bide.

Daxuyanîya serokê Kongreya Civaka Demokratîk Berdan Öztürk jî, li bakurê Kurdistanê hêvîya pêk hatina hevkarîyek Kurdistanî bihêz dike, daku ew banga hevkarîyek siyasî dike.

Ez partîyên ku di nava îtifaqê da cih digrin pîroz dikim û radigînim ku piştevaniya xwe radigihînim, lê divê HDP di nava îtifaqê da cih bigre û ew watedar, firehtir û bihêztir bibe.

Dîtinek hevpar e ku dengen Kurdan di hilbijartina 24î pûşperê da dê li ser hemahengîya siyasîya Tirkîyê diyarker be, ev bawerîya min e jî û bi salan e ez balê dikşînim ser vê rastiyê.

Bi bawerîya min dervahiştina HDPê ji herdû îtifaqan, ger hêzên siyasîyên bakurê Kurdistanê kanibin, bi du helan va derfeta dibetîya rûdananên baş bi xwe ra tîne.

Yek ji vana, taybetî rayagiştîya Kurd dê hê eşkere fêla Enqerê bibine, bi salan e ku siyaseta Enqerê dijberîya Kurdan dike, bi gotin “Kurd bra ne” lê di rastiyê da li dijî mafên demokratik û neteweyî ne û bi ti awayî naxwazin Kurd bibin hêzek siyasî.

Du, rê li ber îtifaqa partîyên bakurê Kurdistanê vedibe û wekî bi salan e û îro jî dibêjim, ger partiyên bakurê Kurdistanê û HDPê di nava îtifaqekê da cih bigrin, dengên Kurdan dê li ser hemahengîya siyasî diyarker be û piştê tûra yekem emê vê rastiyê bihevra bibinin.

Ev derfet heye, îro her kes dizane ku Kurd bi xwe di nava îtifaqê ka bin û denge xwe bidin kîjan hêlê ev dê bi serkeve.

Bêguman, divê siyaseta bakurê Kurdistanê vê derfetê bi baş kar bîne, ev peywirek dîrokî ye.

Mahmut Kilinc

03.05.2018/Dusseldorf

(Bi ya Zagona Partîyan, ger partîyek li 41 bajaran û sê para parek li navçeyan van bajaran rêxistinên xwe damezrîne, kongira xwe ya giştî şeş mehan berî hilbijartinê saz bike dê kanibe di hilbijartinan da beşdar bibe. Bêguman, em dizanin ku ev mercên giran yekser bona partîyên Kurdistanî ye)

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
Vî nêrînê tevayî: 3496 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:59:23

Nêrînên Dawî

Li ser romana 'RAPERÎNA BABA ÎSHAQ' Mixabin, HDPê bi berpirsyarîya xwe ranebû Dervahiştina HDPê derfetek e divê heder nebe. Hilbijartin û gringîya Bloka Kurdî Li ser biryara hilbijartina pêşwext Sê bûyerên qambax Lûtkeya Yekitîya Ewrupa û Tirkîyê Emê çawa ji vê karesatê rizgar bibin? Kurdan ji Şerê Sar herdem zerar dîtin Tûndî (şidet) civatê ji şîrişt û hemde xwe derdêxe Qetlîama li Efrînê û bêdengîya Rêxistina Neteweyên Yekgirtî Biryara Alîkarîya Mirovî û Tirkîye Dagirî û dabeşkirin Hemd ji Xweda ra me hezar kes kuşt! Ne tenê rojnameger, siyasetvan jî di girtîgehê da ne Li Efrînê kujtina sivîlan berdewam e Dîsa Kurd dibin qurban Her eskerekî bav û dayîkek wî heye Êrişa li ser Efrînê û fêla Tirkîyê Berpirsyarîya Rusyayê dê neye jibîr kirin Êrişa li ser Efrînê tovê dijminiyê reşand Encamê şerê li ser Efrînê dê bibe destpêka pêvejoyekî nû. Êrişa li ser Efrînê ne rewa (meşrû) ye Xewnên Tayyip Erdogan Gefên Tirkîyê li ser Efrînê Kurd û nijadperestî Li Enqerê gengeşiyên siyasî û siyaseta bakurê Kurdistanê Alozîya li Îranê û Kurd Yekrêzî li ser fedekariyê geş dibe. Çima Bloka Kurdî? Bloka Kurdî û hilbijartinên 2019an Karesata li başûrê Kurdistanê û gefa li ser Çîyayê Kurmênc (Efrîn) Kirkûk bû bedêla (qurbana) ajendaya DYAê. Li Rojhelata Navîn camêrî nabe Ev karesatek neteweyî, lê ne dawî ye. Îro yekdengî pir girîng e. Tirkîyê berê eskerên xwe da İdlibê Gel ya xwe got, nuha dor ya hêzên siyasî ye. Emê alîkarî û dostanîya rojen teng ti car jibîr nekin Dem dibihure, divê PDK û YNKê bi berpirsyarîya xwe rabin. Dijberên Rapirsîna Serxwebûnê xwe dispêrin sedemên bêbingeh. Rewş asayî dibe Gefên li dijî başûrê Kurdistanê, têkçûna têkoşîna li dijî DAİŞê ye Kurdistanek serbixwe dê xizmeta aramîyê bike. Bila 25î êlûnê û 1î mijdarê bibe destpêkek nû Nuha mijara me rapirsîn (referandum) e Du mijarên girîng Li park û meydanan rakirina nav û sembolên kurdî Çavên xwe bigrin û tenê xulekekê li serxwebûna Kurdistan'ê bifikirin Tîr ji kovanê derket, rapirsîn û encamê wê serxwebûn e. Rapirsîn (referandum): Gavek neteweyî û dîrokî Ambargoya li ser Qeter'ê û rewşa Tirkîye'yê Renginîya civata Kurd û 'Partîya Gel'a Zaza' Bêdewletî, ji dewleta herê xerab xerabtir e. Bi kuştinê nebû û nabe; dîyalog divê Du girîngîyên serxwebûna Kurdistan'ê Xetera li ser paşerojê (pirsa bekayê) Serdana serokkomarê Tirkîye'yê ya DYA'yê û paşxaneya dîrokî Biryara çekdarkirina HSDê û bertekên Tirkîyê Komxebata PAKê û giringîya kongreyan Çima 'Enîya Kurdistanî' nebe? Rewşa siyasî li bakurê Kurdistan'ê Li hemberî gef û êrişên Tirkîyê 'herêmek dijfirînê' Bombebarana Çiyayê Şingal'ê, bombebarana dilê Kurdistan'ê ye Serxwebûna Kurdistan'ê mafekî rewa ye Pelkek reş: Jenosîda Enfal'ê Ne pêkan e robarek berevajî bêt herikandin