Mahmut Kılınç Nêrînên Dawî

Biryara Alîkarîya Mirovî û Tirkîye

Şêniyê gundên vala bûyî hemû daketin nava Efrînê, di jêrzemînan da û di nava astegîyan da dijîn, ji ber koçberbûnê serjimarîya Efrînê çendin qat zede bû û em dizanin, ku herêmên di bin wêrankarîya şer da pêdivîya lezgînî, taybetî bona gellek alavên dermankirinê, sotemeniyê, xwarin û vexwarinê heye, ku di peyman û hiqûka navneteweyî da, bi kurtî di hiqûka RNYî da “alîkarîya mirovî” têt binavkirin.
Biryara Alîkarîya Mirovî û Tirkîye
Nêrîn Belav bike

Berîya du rojan Encûmena Ewlekarîya Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (EERNY) li ser daxwaza dewletên Swêd û Kweytê, bi biryara jimar 2401ê bona mehekê “agirbesta mirovî” ragihandibû û bangê layên di şer da kiribû, ku piştê 72 demjimêran bi dêrijîya mehekê şer bêt rawestin, daku Xaça Sor, Heyva Sor û saziyên navneteweyî alîkarîya mirovî begihînin herêmên şer.

Îro li du herêmên Suriyeyê şerekî dijwar heye, yek jê herêma nêzikî Şamê Xûteya Rojhilat û herêma din jî Efrîn e, ku bi mebesta dagiriyê Tirkîyê êrişî herêmê dike.

Di encama êrişa li ser Efrînê bi sedan kesên sivîl hatin kujtin, dîsa bi sedan kes brîndar bûn, herweha di encama valabûna bi dehan gundan da bi hezaran malbat koçber bûn.

Şêniyê gundên vala bûyî hemû daketin nava Efrînê, di jêrzemînan da û di nava astegîyan da dijîn, ji ber koçberbûnê serjimarîya Efrînê çendin qat zede bû û em dizanin, ku herêmên di bin wêrankarîya şer da pêdivîya lezgînî, taybetî bona gellek alavên dermankirinê, sotemeniyê, xwarin û vexwarinê heye, ku di peyman û hiqûka navneteweyî da, bi kurtî di hiqûka RNYî da “alîkarîya mirovî” têt binavkirin.

Lê belê, bi amancê alîkarî bigihê herêmên lê şer heye neçar e şer bêt rawestandin, bona vê jî layên di şer da, divê biryara EERNY ya bona şer rawestandinê bipejirînin û bi agirbestê va guncîn (riayet bikin) bin, ku alîkarîya mirovî xwe bigihîne herêmê.

Lê mixabin, li Efrînê û herêma Xûteya Rojhilat şer ranaweste ku alîkarîya mirovî xwe bigihîne herêmê.

Li hêrême Xûteya Rojhilat Rejîm û Rusyayê ragihandin, ku ew dixwazin li biryara EERNY guncîn bin, lê hêzên “opozîsyonê” êriş dikin ew neçarên bersivê bidin, ji dest vê şer ranaweste, lê li Efrînê helwesta layên di şer da berevajî vê ye ( ya rast li ser Efrînê êriş heye û Kurd bergiriyê lixwe dikin)

Bi kurtî, hêzên Kurd ragihandin ku ew amedene li biryarê guncîn bin, lê Tirkîyê ragihand ku ew bi biryarê padend nabe û şer ranawestîne.

Heçkû, biryara EERNY her çiqas navê Efrînê hilneda be jî, di biryarê da têt gotin ku ev biryar “li seranserê Suriyê” derbasdar e.

Zimanê biryarê zelal e, divê li seranserê Suriyeyê bêt bicî kirin, weha dixûye ku nenivîsandina navê Efrînê sê sedemên vê hene; yek ji vana, peywendiyên Rusya û Tirkîyê ye; yek jî, rê li ber girtina wetoya Rusyayê ye û ya din helwesta Brîtanyaya Mezin (Îngilîzistan) e ku xwe nêzikî Tirkîyê dike.

Wekî têt zanîn, mafê Rusyayê wetoya biryarên Encûmenê heye, mixabin bi beşdarîya Rusyayê li Suriyê şer gurtir bû, kujtin û wêrankarî jî pirtir bûn.

Helwesta Rusyayê ya li Suriyê têt şibandin agirkujê ku li hêlekê şewatê gur dike, lê li hela din xwe dike dewsa agirkujiyê.

Rusyayê rê li ber êrişa Tirkîyê vekir, destûra qada hewayî vê şibandinê rast derdêxe; di encama êrişên balefirên şer da bi sedan kesên sivîl hatin kujtin, gund û jîwar tên bomberankirin, bêguman ev dibe sedema zirar û zîyanên canî û malî.

RNY, Dewletên Yekbûyî Amerîka (DYA), Almanya, Fransa û Yekitîya Ewrupa ji Tirkîyê daxwaz dikin, ku bi biryara Encûmena Ewlekarî pabend be, şer rawestîne û têkilî alîkariyê nebe.

Bersiva banga pabendbûnê ji serokkomarê Tirkîyê R. Tayyip Erdogan hat, ev dibêje “cinawir bibirîn naye berdan, bi çi awayî bibe ev dê biqede.”

Ev binpêkirina hiqûk û dab û nêrîtên navneteweyî ye, zu an dereng beramberê vê helwest û siyaseta çavsorî dê hebe.

Mela Mistefa Barzaniyê nemir.

Îro 39mîn salvegera koça dawîya Mela Mistefa Barzanî ye, Xweda bi rehma xwe şa bike.

Têkoşîna Mela Mistefa Barzanî di dîroka neteweya Kurd da, destpêka serdemek nû ye, li ser her çar parçeyên Kurdistanê karîger bû.

Bi têkoşîna Mela Mistefa Barzanî neteweya Kurd li ser dîka dîrokê berz bû, daxwaza mafên xwe kir, selmand ku ew dê dest ji têkoşîna neteweyî bernede.

Destpêka têkoşînê, beşdarîya damezrandina Komara Kurdistanê li Mihabadê, bi 500î zêdetir pêşmergeyan va rêwitîya heta Yekitîya Sowyetan, piştî 12 salan carek din hatina Kurdistanê û bi Şoreşa Êlûnê destpikirina têkoşîna Azadiyê, her yek ji vana tene bi serê xwe bûyerên giranbûhayên dîrokî ne.

Bêguman, ger îro li başûrê Kurdistanê û herweha li parçeyên din têkoşîna neteweyî gehiştibe konaxek bilind, ev di encama têkoşîna Mela Mistafa Barzanî da ye.

Bona neteweya Kurd Mela Mistafa Barzanî nemir e, îro têkoşîna azadiyê li ser bingehê ku wî avêtîye bilind dibe.

Em, divê şayanê ked û qehremanîya wana bibin û ew dê her di dil û têkoşîna me da bijîn.

Bi dawî anîna parlementerîya parlementerên Partîya Demokratîka Gelan (HDP).

Di encama hilbijartina 1î mijdarê da jimara parlementerên HDPê 59 bûn, ger ez ne şaş bin nuha tene 50 man.

Hinek jî di girtîgehê da ne.

Jixwe piştê hilbijartina 7î pûşperê ku 80 parlementer bi destxistibû, li dijî HDP tûndiyê dest pê kir û wekî têt zanîn di encama hilbijartina 1î mijdarê da vê carê 59 parlementer bi dest ketin.

Ew jî pir hat dîtin, parlementerîya 9 parlementeran hat rakirin, rakirina hinekên din jî di rê da ye.

Amanca çavsorîya li dijî HDPê û bi dawî anîna parlementeriyê bê bandor kirina grupa HDPê ye, lewra hilbijartin nêzik dibe û herweha bêdeng kirin û jihevbelavkirina siyaseta Kurdî ye.

Çavsorî û çewsandina li ser parlementerên HDPê çermazar dikim.

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
Vî nêrînê tevayî: 3444 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:41:21

Nêrînên Dawî

Li ser romana 'RAPERÎNA BABA ÎSHAQ' Mixabin, HDPê bi berpirsyarîya xwe ranebû Dervahiştina HDPê derfetek e divê heder nebe. Îtifaqa penc partîyên Kurdistanî û HDP Hilbijartin û gringîya Bloka Kurdî Li ser biryara hilbijartina pêşwext Sê bûyerên qambax Lûtkeya Yekitîya Ewrupa û Tirkîyê Emê çawa ji vê karesatê rizgar bibin? Kurdan ji Şerê Sar herdem zerar dîtin Tûndî (şidet) civatê ji şîrişt û hemde xwe derdêxe Qetlîama li Efrînê û bêdengîya Rêxistina Neteweyên Yekgirtî Dagirî û dabeşkirin Hemd ji Xweda ra me hezar kes kuşt! Ne tenê rojnameger, siyasetvan jî di girtîgehê da ne Li Efrînê kujtina sivîlan berdewam e Dîsa Kurd dibin qurban Her eskerekî bav û dayîkek wî heye Êrişa li ser Efrînê û fêla Tirkîyê Berpirsyarîya Rusyayê dê neye jibîr kirin Êrişa li ser Efrînê tovê dijminiyê reşand Encamê şerê li ser Efrînê dê bibe destpêka pêvejoyekî nû. Êrişa li ser Efrînê ne rewa (meşrû) ye Xewnên Tayyip Erdogan Gefên Tirkîyê li ser Efrînê Kurd û nijadperestî Li Enqerê gengeşiyên siyasî û siyaseta bakurê Kurdistanê Alozîya li Îranê û Kurd Yekrêzî li ser fedekariyê geş dibe. Çima Bloka Kurdî? Bloka Kurdî û hilbijartinên 2019an Karesata li başûrê Kurdistanê û gefa li ser Çîyayê Kurmênc (Efrîn) Kirkûk bû bedêla (qurbana) ajendaya DYAê. Li Rojhelata Navîn camêrî nabe Ev karesatek neteweyî, lê ne dawî ye. Îro yekdengî pir girîng e. Tirkîyê berê eskerên xwe da İdlibê Gel ya xwe got, nuha dor ya hêzên siyasî ye. Emê alîkarî û dostanîya rojen teng ti car jibîr nekin Dem dibihure, divê PDK û YNKê bi berpirsyarîya xwe rabin. Dijberên Rapirsîna Serxwebûnê xwe dispêrin sedemên bêbingeh. Rewş asayî dibe Gefên li dijî başûrê Kurdistanê, têkçûna têkoşîna li dijî DAİŞê ye Kurdistanek serbixwe dê xizmeta aramîyê bike. Bila 25î êlûnê û 1î mijdarê bibe destpêkek nû Nuha mijara me rapirsîn (referandum) e Du mijarên girîng Li park û meydanan rakirina nav û sembolên kurdî Çavên xwe bigrin û tenê xulekekê li serxwebûna Kurdistan'ê bifikirin Tîr ji kovanê derket, rapirsîn û encamê wê serxwebûn e. Rapirsîn (referandum): Gavek neteweyî û dîrokî Ambargoya li ser Qeter'ê û rewşa Tirkîye'yê Renginîya civata Kurd û 'Partîya Gel'a Zaza' Bêdewletî, ji dewleta herê xerab xerabtir e. Bi kuştinê nebû û nabe; dîyalog divê Du girîngîyên serxwebûna Kurdistan'ê Xetera li ser paşerojê (pirsa bekayê) Serdana serokkomarê Tirkîye'yê ya DYA'yê û paşxaneya dîrokî Biryara çekdarkirina HSDê û bertekên Tirkîyê Komxebata PAKê û giringîya kongreyan Çima 'Enîya Kurdistanî' nebe? Rewşa siyasî li bakurê Kurdistan'ê Li hemberî gef û êrişên Tirkîyê 'herêmek dijfirînê' Bombebarana Çiyayê Şingal'ê, bombebarana dilê Kurdistan'ê ye Serxwebûna Kurdistan'ê mafekî rewa ye Pelkek reş: Jenosîda Enfal'ê Ne pêkan e robarek berevajî bêt herikandin