Mahmut Kılınç Nêrînên Dawî

Biryara çekdarkirina HSDê û bertekên Tirkîyê

Siyaset û dîplomasî ev e, di heman rojê da, roj û dema serdana Erdogan têt pesend kirin û Pentagon biryara serok li raya giştî eşkere dike, him jî di rojên ku şanda Tirkîyê li Washington'ê bû.
Biryara çekdarkirina HSDê û bertekên Tirkîyê
Nêrîn Belav bike

Biryara serokê Dewletên Yekbûyî Amerîka (DYA) bona çedarkirina Hêzên Surîya Demokratîk (HSD), taybetî li Tirkîyê û Rojhelata Navîn bû sebeba karvedan û bertekên gellekî fireh.

Taybetî li Rojhelata Navîn dibêjim, ji ber ku ev biryar li DYAyê bi xwe ne ewqas wekî mijarek sereke di rojevê da ye, jixwe ev biryar di dema seroktîya Brack Obama da hatibû stendin, lê li ser erdê bi cî nebûbû.

Biryara serok Trump di dema çend roj berê serdana serokkomarê Tirk da hat, tê payîn ku 16î vê mehê Erdogan dê serdana Amerîka bike.

Siyaset û dîplomasî ev e, di heman rojê da, roj û dema serdana Erdogan têt pesend kirin û Pentagon biryara serok li raya giştî eşkere dike, him jî di rojên ku şanda Tirkîyê li Washington'ê bû.

Wekî têt zanîn, berê serdana Erdogan şandek bi serokfermandarê artêşê, rawêjkarê Dezgeha Sixûrîya Millî (MİT) û şêwirmendê serokkomar pêk hatibû, şanda navborî bi mebesta pêşîlêgirtina biryara çekdarkirina HSDê û amedekarîya serdana Erdogan li Washington'ê bû.

Tirkîyê, taybetî serokkomar R. Tayyip Erdogan û wezîrên wî bertekên gellekî tûnd nîşan dan, lê ne bertekên Erdogan û ne jî yên wezîran encam guhert.

Peywendiyên DYA û Tirkîyê her dem tîzek, ango di rastîya xwe da nexweş bûn, lê di sala 2003an da şkestek xwar, ji wê rojê va ye ku DYA'yê her dem di siyaset û biryaraên xwe da pêşemercek heye û Tirkîyê "dewletek nepêbawer" dinirxîne.

Şkesta sala 2003an bi êrişa DAİŞê ya li ser Kobanîyê duqak bû, carek din, taybetî efserên Amerîkî bi nîzik va helwesta dewlet û artêşa Tirkîyê dîtin û bawerîya wan li ser mebesta Tirkîyê ya nepaqiş misoger bû.

Ev peywendîyên raborî, daku binyada pênebawerîyê diafirîne, bi bombebarana Tirkîyê, ya li dijî Şingal û Qereçoxê firehtir bû, ku li Qereçoxê hêzên PYD bûbûn amanc û zirarek mezin malî û canî encam dabû.

Ev êrişa Tirkîyê ya bi nişkava Hêzên Hevpeyman, Federasyona Rusya'yê (FR) û taybetî DYAyê hejand, ji ber ku him têkoşîna li dijî DAİŞê diket bin xeterê û him jî, kaosa Suriyê hêj metirsîdartir dibû û derî li şerekî hêj dijwartir vedikir.

Weha dixuye, ku DYA û FR'yê ev metirsî dîtin û li ser tixûbî rojava û bakurê Kurdistan'ê hêzên xwe bi cî kirin.

Ger we bala xwe dabû, her çiqasî serokkomarê Tirk gefa êrişek bi nişkava dixwe jî, ji wê rojê va ye ku Tirkîyê di peyamên xwe da hinek sist bû ye.

Her çiqasî ev biryara serokê DYAyê bi amanca serketina şerê li dijî DAİŞê be, ji ber ku ev bona vê dewletê amancekî sereke ye, bi bawerîya min ev biryara gavek konjuktûrel e, lê bi siyaset û helwestek rasonel dikane rengê xwe bigure biryarek stratejîk.

Ji ber ku kaosa Suriyê dirêj ajot û hemû têkildarên pirsgirêkê westandin, ligel civînên Cenevê û Astana jî hêvîya aştîyê di demek nêzik da naxûye.

Bê guman, wekî herkesê/î xwedî wîjdan Kurd jî li hemberî karesat û wêrankarîya Surîyê dilgiran in, lê gelê rojavayê Kurdistan'ê ji rejîmê Bees gellekî stemkarî dît, bi salan di bin zorûzilmê da bû, bi sed hezaran kes bênasname bûn.

Gavek xwezayî ye, ku Kurd bona paşeroja xwe biryarên girîng bidin, bi Hêzên Hevpeyman va, taybetî bi DYA'yê va hewla peywendiyên stratejîk bidin.

Bona DYAyê gava herê girîng têkbirin û tinekirina DAİŞê ye, bona paşeroja Suriyê, taybetî piştê DAİŞê dê çawa bibe hêj proje û siyasetek konkret nehatîye eşkere kirin, lê me divê em hesabê paşeroja xwe bikin.

Gava girîng ev e, ku tevgara siyasîya rojvayê Kurdistan'ê bona paşeroja Suriyê bi DYAyê va pêywendiyê stratejîk damezrînin.

Peywendiyên PYD û ENKSê bona paşeroja rojavayê Kurdistan'ê diyarker in, bona hebûn an tinebûna rojavayê Kurdistan'ê, mafên neteweyî û demokratîk....û herweha berpirsyarîyek dîrokî.

Ji dest vê, peywendiyên stratejîk, taybetî bona paşeroja rojavaya Kurdistan'ê gellekî girîng in.

Ev jî bi hevkarîya hêzên Kurdî encamek serketî dide, rêya vê jî bi dawî hatina pirsgirêkên navxweyî yên rojavayê Kurdistan'ê ne.

Bê guman, me hêvî hebû ku PYD û ENKS bi amancên neteweyî yekrêzîya xwe, piştevanîya xwe pêk bînin, ev nebû.

Lê dîsa jî divê aramîya siyasî xera nebe, ji ber ku paşeroj dikeve nav metirsiyê.

Bi bawerîya min, divê him TevDem û him jî ENKS li helwest û siyaseta xwe vegerin, ger TevDem gav navêje jî bila ENKS bavêje, dest bi têkoşînek demokratîk û berpirsyarî bike.

Bê guman, rayagiştîya Kurd, li herçar parçeyên Kurdistan'ê, dê fidekarîyek weha di cî da binirxîne, qîmetek bilind bidê.

12.05.2017/Semsûr

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
Vî nêrînê tevayî: 5649 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:29:57

Nêrînên Dawî

Li ser romana 'RAPERÎNA BABA ÎSHAQ' Mixabin, HDPê bi berpirsyarîya xwe ranebû Dervahiştina HDPê derfetek e divê heder nebe. Îtifaqa penc partîyên Kurdistanî û HDP Hilbijartin û gringîya Bloka Kurdî Li ser biryara hilbijartina pêşwext Sê bûyerên qambax Lûtkeya Yekitîya Ewrupa û Tirkîyê Emê çawa ji vê karesatê rizgar bibin? Kurdan ji Şerê Sar herdem zerar dîtin Tûndî (şidet) civatê ji şîrişt û hemde xwe derdêxe Qetlîama li Efrînê û bêdengîya Rêxistina Neteweyên Yekgirtî Biryara Alîkarîya Mirovî û Tirkîye Dagirî û dabeşkirin Hemd ji Xweda ra me hezar kes kuşt! Ne tenê rojnameger, siyasetvan jî di girtîgehê da ne Li Efrînê kujtina sivîlan berdewam e Dîsa Kurd dibin qurban Her eskerekî bav û dayîkek wî heye Êrişa li ser Efrînê û fêla Tirkîyê Berpirsyarîya Rusyayê dê neye jibîr kirin Êrişa li ser Efrînê tovê dijminiyê reşand Encamê şerê li ser Efrînê dê bibe destpêka pêvejoyekî nû. Êrişa li ser Efrînê ne rewa (meşrû) ye Xewnên Tayyip Erdogan Gefên Tirkîyê li ser Efrînê Kurd û nijadperestî Li Enqerê gengeşiyên siyasî û siyaseta bakurê Kurdistanê Alozîya li Îranê û Kurd Yekrêzî li ser fedekariyê geş dibe. Çima Bloka Kurdî? Bloka Kurdî û hilbijartinên 2019an Karesata li başûrê Kurdistanê û gefa li ser Çîyayê Kurmênc (Efrîn) Kirkûk bû bedêla (qurbana) ajendaya DYAê. Li Rojhelata Navîn camêrî nabe Ev karesatek neteweyî, lê ne dawî ye. Îro yekdengî pir girîng e. Tirkîyê berê eskerên xwe da İdlibê Gel ya xwe got, nuha dor ya hêzên siyasî ye. Emê alîkarî û dostanîya rojen teng ti car jibîr nekin Dem dibihure, divê PDK û YNKê bi berpirsyarîya xwe rabin. Dijberên Rapirsîna Serxwebûnê xwe dispêrin sedemên bêbingeh. Rewş asayî dibe Gefên li dijî başûrê Kurdistanê, têkçûna têkoşîna li dijî DAİŞê ye Kurdistanek serbixwe dê xizmeta aramîyê bike. Bila 25î êlûnê û 1î mijdarê bibe destpêkek nû Nuha mijara me rapirsîn (referandum) e Du mijarên girîng Li park û meydanan rakirina nav û sembolên kurdî Çavên xwe bigrin û tenê xulekekê li serxwebûna Kurdistan'ê bifikirin Tîr ji kovanê derket, rapirsîn û encamê wê serxwebûn e. Rapirsîn (referandum): Gavek neteweyî û dîrokî Ambargoya li ser Qeter'ê û rewşa Tirkîye'yê Renginîya civata Kurd û 'Partîya Gel'a Zaza' Bêdewletî, ji dewleta herê xerab xerabtir e. Bi kuştinê nebû û nabe; dîyalog divê Du girîngîyên serxwebûna Kurdistan'ê Xetera li ser paşerojê (pirsa bekayê) Serdana serokkomarê Tirkîye'yê ya DYA'yê û paşxaneya dîrokî Komxebata PAKê û giringîya kongreyan Çima 'Enîya Kurdistanî' nebe? Rewşa siyasî li bakurê Kurdistan'ê Li hemberî gef û êrişên Tirkîyê 'herêmek dijfirînê' Bombebarana Çiyayê Şingal'ê, bombebarana dilê Kurdistan'ê ye Serxwebûna Kurdistan'ê mafekî rewa ye Pelkek reş: Jenosîda Enfal'ê Ne pêkan e robarek berevajî bêt herikandin