Mahmut Kılınç Nêrînên Dawî

Rewş asayî dibe

Mevlut Çavuşoglu ewil serdana Bexdadê û paşê jî serdana Hewlêrê kir, li Tirkîyeyê û Bexdadê hinek tûnd, lê li hewlêrê helwesta xwe guhert û peyamên wî yên “nerm” balê kişand.
Rewş asayî dibe
Nêrîn Belav bike

Di salên 60î da Serokwezîrê Tirkîyê yê wê demê Suleyman Demirel serdana bajarê Antalya dike, ji Antalya berve Alanya diçe, li ser rê gundekî hinek mezin heye navê wî “Kurdler” e.

Demirel ji yên gel xwe dipirse, “çima navê vir Kurdler e?” Jê ra dibêjin ku hinek malbatên Kurd koçî vî gundî kirine, ji dest vê navê wî kirine Kurdler.

Ev dibêje, “biguherin û bikin Turkler.”

Diguherin û dikin Turkler, a ya wezîrê karê derva Tirkîyeyê Mevlut Çavuşoglu ji Kurdlera berê ku nuha Turklerê ye.

Ji malbatek ji Ruhayê ye û têt gotin bi esil Kurd e.

Mevlut Çavuşoglu ewil serdana Bexdadê û paşê jî serdana Hewlêrê kir, li Tirkîyeyê û Bexdadê hinek tûnd, lê li hewlêrê helwesta xwe guhert û peyamên wî yên “nerm” balê kişand.

Piştê biryara rapirsînê çûn û hatina rayedarên Îran û Tirkîyê bêhtir bûn, herweha peyam û gefên wana jî…, lê rewş diguhere.

Mînaka herê berbiçav, bersiva serokwezîrê Tirk bû, bona banga serokê Partîya Bizava Neteweyî (MHP) ku gotibû, “Rapirsîn sedema ragihandina şer e”, lê serokwezîrê Tirk bersiv da û got, “rapirsîn nabe sedema şer.”

Biryara rapirsînê ya başûrê Kurdistanê li ser dewletên dagirker, tayebetî li ser Îran û Tirkîyeyê bûbû sedema metirsîyek fireh.

Taybetî rayedarên Komara Îslamîya Îranê ketin nav telaşekê, li hêlekê serdana Tikîyeyê û Iraqê kirin, li hêla din, him berpirsyarên siyasî û him jî yên eskerî peyamên tûnd dan, heta berpirsyarekî eskerî gef xwarin.

Jixwe, kes hesabê “Dewleta Suriyeyê” nake, hewceyê serdana Şamê jî nabînin, bawer dikim Îran li ser navê Şamê jî diaxife û Şam, Tirkîyê berpirsyarê kaos û şerê navxweyî Suriyê dibîne û Tirkîyeyê jî hemû pireyên di navbera xwe û Suriyê da rûxandine.

Kesên berîya sih salan bibîr tînin, dê zaninbin ku her şeş meh hersê dewlet, ango Tirkîyê, Îran û Iraq bi dor li paytextên van dewletan lihev dicivîyan û taybetî, siyaseta derbarê Kurd û Kurdistanê da gengeşî dikirin, ceribandinên xwe bi hev ra parve dikirin.

Lê belê, qeremol û metirsîya roja ewil nema, hêdî hêdî rewş asayî (normalize) dibe, gef şûna xwe li hinek peyamên dîplomatîk û “nerm” ra dihêle.

Ger weha here, heta roja rapirsînê xwînsarî dê serdest be, jixwe rêya rast ev e û dereng be jî ev dê bêt fam kirin.

Rêgeh cihê bin jî rasti yek e, ger şert û mercên Rojhilata Navîn bên dîtin, kaos û qeremola li hêrêmê û encamên wê, bi aqlekî rasyonel bêt nirxandin dê bêt dîtin, ku rapirsîn û encamên wê, berevajî xerakirina aramîya herêmê dê rêya aramîyek herdem biafirîne.

Bi gotinek din, rapirsîn û ragihandina serxwebûna Kurdistanê, dê ji berê bêhtir xizmeta aramîya herêmê û têkoşîna li dijî terorê bike, em dizanin ku li herêmekê demokrasî û geşdarîya civakî herçiqasî fireh û bilind bibe, zemînê ajdana rêxistinên terorîst jî ewqas namîne, an gellekî lawaz dibe.

Dîroka mirovahîyê selmandiye, ku gendelî, neheqî, çavsorî û rejîmên nijadperest û totalîter herdem zemînê tûndiyê amede dikin, herêma Rojhilata Navîn mînaka herê berbiçav e.

Nuha, gellek kes bi pîvan û paradigmayên berê diaxifin, li ser rewşa herêmê disekin.

Heçkû, him pîvanên berê di cîhana berê da man û him jî paradigmaya dewletên li herêmê hat guhertin û herweha, cîhan jî ne wekî berê têkilî herêmê dibe, dewlet û rêxistinên ku bi paradigmayên bîst sih salên berê helwest digrin, li siyaseta xwe ra dikin pîvan û çarçowe, bila şika we tine be ku ew dê di cîhana îro da wenda bikin.

Hinek tişt, taybetî di roja me da ne bi vîna mirov diqewimin, hinek prose hene ku şert û merc neçar dikin, ev dibe bergeha (îstikamet) paşeroja jîyana civakê.

Wekî min got, herweha kesên bi aqlekî rasyonel difikirin jî heman tiştî dibêjin; ev jî, roja ku rapirsîna serxwebûnê bi serketî encam girt, her kes, sazî, civak û dewletên pêywendîdar dê zanibin ku li Rojhilata Navîn pirsa Kurd û Kurdistanê bi proseyên demokratîk çareser dibe.

Proseyek weha, dê bawerîya civakê derbarê pirsgirêka Kurd û Kurdistanê da di bergeha pozitîf da biguhere, ev jî serketin û destkevtinek giranbûha ye.

Di sed salên dawî da neteweya Kurd gellek bedelên giran dan, tûşî qetlîaman, koçberiyê û wêrankariyê hat, bê guman karesata herê mezin gelê Kurd dît, lê dagirkeran jî him bi canî û him jî di hêla aborî da wendayîyên mezin dîtin.

Rapirsîn û ragihandina serxwebûnê, bawer dikim dê hemahengîya hêz û dewletên herêmê biguhere, kesên ku li meydanan bi dengekî bilind diaxifin û gefan dixwin dê nikanibin rastiyê biguherin.

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
Vî nêrînê tevayî: 5508 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:52:21

Nêrînên Dawî

Li ser romana 'RAPERÎNA BABA ÎSHAQ' Mixabin, HDPê bi berpirsyarîya xwe ranebû Dervahiştina HDPê derfetek e divê heder nebe. Îtifaqa penc partîyên Kurdistanî û HDP Hilbijartin û gringîya Bloka Kurdî Li ser biryara hilbijartina pêşwext Sê bûyerên qambax Lûtkeya Yekitîya Ewrupa û Tirkîyê Emê çawa ji vê karesatê rizgar bibin? Kurdan ji Şerê Sar herdem zerar dîtin Tûndî (şidet) civatê ji şîrişt û hemde xwe derdêxe Qetlîama li Efrînê û bêdengîya Rêxistina Neteweyên Yekgirtî Biryara Alîkarîya Mirovî û Tirkîye Dagirî û dabeşkirin Hemd ji Xweda ra me hezar kes kuşt! Ne tenê rojnameger, siyasetvan jî di girtîgehê da ne Li Efrînê kujtina sivîlan berdewam e Dîsa Kurd dibin qurban Her eskerekî bav û dayîkek wî heye Êrişa li ser Efrînê û fêla Tirkîyê Berpirsyarîya Rusyayê dê neye jibîr kirin Êrişa li ser Efrînê tovê dijminiyê reşand Encamê şerê li ser Efrînê dê bibe destpêka pêvejoyekî nû. Êrişa li ser Efrînê ne rewa (meşrû) ye Xewnên Tayyip Erdogan Gefên Tirkîyê li ser Efrînê Kurd û nijadperestî Li Enqerê gengeşiyên siyasî û siyaseta bakurê Kurdistanê Alozîya li Îranê û Kurd Yekrêzî li ser fedekariyê geş dibe. Çima Bloka Kurdî? Bloka Kurdî û hilbijartinên 2019an Karesata li başûrê Kurdistanê û gefa li ser Çîyayê Kurmênc (Efrîn) Kirkûk bû bedêla (qurbana) ajendaya DYAê. Li Rojhelata Navîn camêrî nabe Ev karesatek neteweyî, lê ne dawî ye. Îro yekdengî pir girîng e. Tirkîyê berê eskerên xwe da İdlibê Gel ya xwe got, nuha dor ya hêzên siyasî ye. Emê alîkarî û dostanîya rojen teng ti car jibîr nekin Dem dibihure, divê PDK û YNKê bi berpirsyarîya xwe rabin. Dijberên Rapirsîna Serxwebûnê xwe dispêrin sedemên bêbingeh. Gefên li dijî başûrê Kurdistanê, têkçûna têkoşîna li dijî DAİŞê ye Kurdistanek serbixwe dê xizmeta aramîyê bike. Bila 25î êlûnê û 1î mijdarê bibe destpêkek nû Nuha mijara me rapirsîn (referandum) e Du mijarên girîng Li park û meydanan rakirina nav û sembolên kurdî Çavên xwe bigrin û tenê xulekekê li serxwebûna Kurdistan'ê bifikirin Tîr ji kovanê derket, rapirsîn û encamê wê serxwebûn e. Rapirsîn (referandum): Gavek neteweyî û dîrokî Ambargoya li ser Qeter'ê û rewşa Tirkîye'yê Renginîya civata Kurd û 'Partîya Gel'a Zaza' Bêdewletî, ji dewleta herê xerab xerabtir e. Bi kuştinê nebû û nabe; dîyalog divê Du girîngîyên serxwebûna Kurdistan'ê Xetera li ser paşerojê (pirsa bekayê) Serdana serokkomarê Tirkîye'yê ya DYA'yê û paşxaneya dîrokî Biryara çekdarkirina HSDê û bertekên Tirkîyê Komxebata PAKê û giringîya kongreyan Çima 'Enîya Kurdistanî' nebe? Rewşa siyasî li bakurê Kurdistan'ê Li hemberî gef û êrişên Tirkîyê 'herêmek dijfirînê' Bombebarana Çiyayê Şingal'ê, bombebarana dilê Kurdistan'ê ye Serxwebûna Kurdistan'ê mafekî rewa ye Pelkek reş: Jenosîda Enfal'ê Ne pêkan e robarek berevajî bêt herikandin