Mahmut Kılınç Nêrînên Dawî

Kurdistanek serbixwe dê xizmeta aramîyê bike.

Rêya yekrêzîya nava mala Kurdî ev e, bila em bawerbin ku roja ew pêkhat, bê guman piştevanîya Rapirsîya Serxwebûnê dê duqat bibe.
Kurdistanek serbixwe dê xizmeta aramîyê bike.
Nêrîn Belav bike

Berê min nivîsa bû, herweha ne ez tenê, jexin dewletên dagirker û bi şermokî be jî hinek dostên wana, kesên rewşa başûrê Kurdistanê dişopînin xwedanê heman dîtin û baweriyê ne: Ev jî, cîhan amede ye ku rêz li encamê Rapirsîna Serxwebûnê bigre, lê mixabin hêj di nava mala Kurdî da yekrêzî temamen pêk nehatiye.

Hilbijartina serokê Gorranê, destpêkirina peywendiyên Partîya Demokrata Kurdistanê bi Gorranê va, herweha civîna dawî ya di navbera PDK û YNK da, ku biryar hatiye stendin “heta du hefteyan Parlementa Kurdistanê têt çalek kirin”, bona her welatparêzê Kurd cîyê kêfxweşî ye û hêvîyên me geş dike.

Rêya yekrêzîya nava mala Kurdî ev e, bila em bawerbin ku roja ew pêkhat, bê guman piştevanîya Rapirsîya Serxwebûnê dê duqat bibe.

Heta roja îro, ji ti dewletan, ji ti saziyên navneteweyî peyamek li dijî Rapirsîna Serxwebûnê nehat bihîstin, tene hinek dewlet, bo mînak Dewletên Yekbûyî Amerîka, Federasyona Rusya û Yekitîya Ewrupa di peyamên xwe da bale dikşînin ser neguncawbûna dema wê.

Bi ya van dewletan, şerê li dijî rêxistina terorîst DAİŞê girîng e û hêj rêxistin temamen ji holê nehatiye rakirin, dibe ku birêveberina Rapirsînê û encamên wê alozîya li herêmê hêj kûrtir bike!

Bê guman ev dîtinek e, lê dintinek neceribandî ye, ger dewletên dagirker li encamên Rapirsînê rêz bigrin, ku Rapirsîn ev mafekî rewa ye, alozîya herêmê kûrtir nake, berevacî dê hêj siviktir bike.

Jixwe, kesên ku herêmê nas dikin, taybetî serbazên amerikî, rewşa herêmê û gengeşîyên derbarê da baş şîrove dikin.

Her kes dizane ku Rapirsîn û ragihandina serxwebûnê dê hevsengîya siyasî û eskerî li herêmê biguher e, heger hêzên navneteweyî taybetî Hêzên Hevpeyman li herêmê proseyê baş bi rêveberin herêm, dê ji bere aramtir bibe, na ger jê dûr bisekinin aramîya heyî jî dê xera be.

Di halekî weha da ev berpirsyar dibin, ne Kurd.

Bi kûrbûna alozîya herêmê berî Kurdan Hevpeyman dê zirarê bibinin, DAİŞ an rêxistinên terorîst dê serî hildin û bigiştî ewlehîya herêmê û Cîhana Rojava dê bikeve bin xeterê.

Ango, siyaseta dijminane ya dewletên dagirker li dijî Rapirsîn û encamên wê, bi qasî xetera li dijî Kurdan dê ewlehîya Cîhana Rojava û Rusyayê û berjewendiyên wana li herêmê bixe bin xeterê.

Rastiyek heye û Hêzên Hevpeyman û bigiştî cîhanê fam kir, ku bêyî Kurdan şer û têkoşîna li dijî DAİŞê bi sernakeve û em dizanin, ku ev têkoşînek gellekî dem dêrij e, ji ber ku DAİŞ di heman deme da “çandek” e û li hêrêmê her hebû û dê hebe jî.

Ji ber vê, bestandina dema gumcawbûna Rapirsîna Serxwebûnê bi tinebûna DAİŞê va ne rasyonel e, Hêzên Hevpeyman jî dizanin ku bi qasî rêxistinek çekdar û terorîst DAİŞ, çand û kevneşopîyek dîrokî ye, li hêrêmê.

Ger bi vî aqlî em bifikirin, DAİŞ naye tine kirin û dema guncaw jî naye!

Kurd civatek oldar in lê ne tûnd in, di çanda kurdî da li dijî kêmjimar û baweriyên olî yên din ti cara tûndî nebûye, ger dagirkeran han nedabin, hinek feodal nekiribin çoyê destê xwe.

Dîtinek bêlay û balkêş heye: “Ragihandina serxwebûna dewleta Kurdistanê dê xizmeta aramîya herêmê û cîhanê bike.”

Ev dîtin rast e, taybetî kes û eskerên ku hevsengîya siyasî û eskerî ya herêmê dizanin e û ne bêbingeh e.

Rakêşan, heta dijmintîya Erebîstana Siudî û hinek hevalbendên wê bi Îranê va têt zanîn, herweha di vê dawîyê da dîsa krîza Qeterê, peywendiyên Îran û İraqê, siyaset û têkilîyên Tirkîyê, di salên bihurîda şer û pirsgirêkên li herêmê wekî, pirsgirêka Filistînê, dagirîya Kuweytê û şerê li Yemen ê, rewşa Misrê û herweha Lîbya û welatên bakurê Afrika, şerê navxweyî li Suriyê û…hwd, jixwe herêm aloz e.

Ti berpirsyarîya Kurdan di alozîya herêmê da tine ye, berevajî bi ragihandina serxwebûna Kurdistanê dê rewşa Îraqê aramtir bibe, hemû grup û hêzên siyasî dê biqasî hêza xwe tevbigerin û hêvî heye, ku Îranê jî vegerîne ser hemdê xwe.

Pirsek gellekî hêsa, em dizanin ku amancê siyaseta DYA li herêmê yek jê, “dorpêç kirina Îranê” ye, gelo Kurdistanek serbixwe dê li vê siyasetê ra baş bibe, an ne?

Ger têt xwestin ku Îran bêt dorpêç kirin, ev destê xwe neke nav karûbarên dewletên li hêrêmê û herweha, derfeta hinardekirina rejîmê xwe nebîne.

Divê Kurdistanek serbixwe hebe.

Kurdistana serbixwe dê xizmeta aramîya herêmê bike, dê xizmeta hevsengîya siyasî, bazirganî û eskerî ya herêmê bike.

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
Vî nêrînê tevayî: 5010 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:12:07

Nêrînên Dawî

Li ser romana 'RAPERÎNA BABA ÎSHAQ' Mixabin, HDPê bi berpirsyarîya xwe ranebû Dervahiştina HDPê derfetek e divê heder nebe. Îtifaqa penc partîyên Kurdistanî û HDP Hilbijartin û gringîya Bloka Kurdî Li ser biryara hilbijartina pêşwext Sê bûyerên qambax Lûtkeya Yekitîya Ewrupa û Tirkîyê Emê çawa ji vê karesatê rizgar bibin? Kurdan ji Şerê Sar herdem zerar dîtin Tûndî (şidet) civatê ji şîrişt û hemde xwe derdêxe Qetlîama li Efrînê û bêdengîya Rêxistina Neteweyên Yekgirtî Biryara Alîkarîya Mirovî û Tirkîye Dagirî û dabeşkirin Hemd ji Xweda ra me hezar kes kuşt! Ne tenê rojnameger, siyasetvan jî di girtîgehê da ne Li Efrînê kujtina sivîlan berdewam e Dîsa Kurd dibin qurban Her eskerekî bav û dayîkek wî heye Êrişa li ser Efrînê û fêla Tirkîyê Berpirsyarîya Rusyayê dê neye jibîr kirin Êrişa li ser Efrînê tovê dijminiyê reşand Encamê şerê li ser Efrînê dê bibe destpêka pêvejoyekî nû. Êrişa li ser Efrînê ne rewa (meşrû) ye Xewnên Tayyip Erdogan Gefên Tirkîyê li ser Efrînê Kurd û nijadperestî Li Enqerê gengeşiyên siyasî û siyaseta bakurê Kurdistanê Alozîya li Îranê û Kurd Yekrêzî li ser fedekariyê geş dibe. Çima Bloka Kurdî? Bloka Kurdî û hilbijartinên 2019an Karesata li başûrê Kurdistanê û gefa li ser Çîyayê Kurmênc (Efrîn) Kirkûk bû bedêla (qurbana) ajendaya DYAê. Li Rojhelata Navîn camêrî nabe Ev karesatek neteweyî, lê ne dawî ye. Îro yekdengî pir girîng e. Tirkîyê berê eskerên xwe da İdlibê Gel ya xwe got, nuha dor ya hêzên siyasî ye. Emê alîkarî û dostanîya rojen teng ti car jibîr nekin Dem dibihure, divê PDK û YNKê bi berpirsyarîya xwe rabin. Dijberên Rapirsîna Serxwebûnê xwe dispêrin sedemên bêbingeh. Rewş asayî dibe Gefên li dijî başûrê Kurdistanê, têkçûna têkoşîna li dijî DAİŞê ye Bila 25î êlûnê û 1î mijdarê bibe destpêkek nû Nuha mijara me rapirsîn (referandum) e Du mijarên girîng Li park û meydanan rakirina nav û sembolên kurdî Çavên xwe bigrin û tenê xulekekê li serxwebûna Kurdistan'ê bifikirin Tîr ji kovanê derket, rapirsîn û encamê wê serxwebûn e. Rapirsîn (referandum): Gavek neteweyî û dîrokî Ambargoya li ser Qeter'ê û rewşa Tirkîye'yê Renginîya civata Kurd û 'Partîya Gel'a Zaza' Bêdewletî, ji dewleta herê xerab xerabtir e. Bi kuştinê nebû û nabe; dîyalog divê Du girîngîyên serxwebûna Kurdistan'ê Xetera li ser paşerojê (pirsa bekayê) Serdana serokkomarê Tirkîye'yê ya DYA'yê û paşxaneya dîrokî Biryara çekdarkirina HSDê û bertekên Tirkîyê Komxebata PAKê û giringîya kongreyan Çima 'Enîya Kurdistanî' nebe? Rewşa siyasî li bakurê Kurdistan'ê Li hemberî gef û êrişên Tirkîyê 'herêmek dijfirînê' Bombebarana Çiyayê Şingal'ê, bombebarana dilê Kurdistan'ê ye Serxwebûna Kurdistan'ê mafekî rewa ye Pelkek reş: Jenosîda Enfal'ê Ne pêkan e robarek berevajî bêt herikandin