Mahmut Kılınç Nêrînên Dawî

Hilbijartin û gringîya Bloka Kurdî

Divê partîyên bakurê Kurdistanê, bêguman HDPê jî di nav da blokekî dawmezrînin û di tûra yekem da berbijarê blok hebe, di tûra duyem da jî mercê wê hebin, evan jî xalên li jorî ne.
Hilbijartin û gringîya Bloka Kurdî
Nêrîn Belav bike

Tirkîyê kete nava bangeşîya hilbijartinê û herçiqasî ne fermî be jî partîyan dest bi helmeta hilbijartinê kirin.

Taybetî gengeşîyên li ser berbijarên serokkomarîyê fireh dibin, wekî têt zanîn Partîya Dad û Geşepêdanê (AKP) û Partîya Tevgera Neteweperest (MHP) bi navê Tîfaqa Cumhûr tîfaqek damezrandin û rikber jî, li “berbijarekî hevpar” digerin, ango “bêlay” ku pirranîya partiyên rikber pêştevaniyê jê ra bikin.

Weha têt zanîn, siyaset û kevneşopîyên partiyên rikber rê li ber destnîşankirina berbijarekî hevpar digre ku pêdivîya piranîya partî û derodrorên liberal, demokrat û yên ku li desthilata AKPê nerehetin pê heye.

Bomînak Partîya Îyî, grupek ji MHPê qetîya û di bin seroktîya Meral Akşener hat damezrandin, her çiqasî di navbera wê û MHPê da berberîyek hebe jî, herdu jî nijadperestin ji aliye siyasî va ti cûdahî di navbera wana da tine ye.

CHPê jî di êrişa li ser Efrînê da gotinên desthilatê dubare kirin, herweha heta îro ti bernameyên wê bona çareserkirina pirsa bakurê Kurdistanê nebûye, berevacî li ber çareserkirinê taybetî di dema serokêgiştîyê berê da bûye asteng.

Rayagiştîya Kurd serokêgiştîyê vê partîyê, ango Meral Akşenerê ji dema wezîrtîya karê hundir ya wê bi nêzik va, nas dike: Dema serokwezîrtîya Tansu Çiller ew jî wezîrê kare hundir bû û di dema wezîrtîya wê da, li bakurê Kurdistanê bi hezaran kes; siyasetvan, rewşenbîr, kardar û kesên sivîl hatin kuştin, navê van kuştinan jî kirin “cînayetên faîlî meçhul”.

Bêguman, îro li Tirkîyê negengaz e ku hemû partiyên rikber li ser berbijarekî hevpar yekdeng bin, ji ber ku him civat û him jî siyaseta vî welatî di nava qetbûnek kûr da ye, derz ewqas kûr e ku dijberî gehêştiye asta dijmintîyê.

Sedema vê qetbûn û dijberîyê çaresernekirina pirsgirêkên Tirkîyê ne, her partî ji hev cûda difikirin, hinek pirsgirêkan jî li xwe mukir nayên, bomînak pirsgirêka bakurê Kurdistanê.

Heçkû, hevkarî li ser çespandin û çareserkirina pirsgirêkan dibe, ger li welatekî li dijî xeterîyên dîktatorîyê siyaset li ser daxwazên herê kêm nekeve nava hevkarîyê, partî ji bandora bîrdozîya xwe rizgar nebin û li paşerojê welat nefikirin, nikanin hevkarîyê bikin û di encama kurtbînek weha da rê li ber rejîmekî totalîter û dîktatorî xweş dibe.

Lê belê, ger li ser pirsgirêk û çarserkirinê hevkarî hebe û xwe ji kurtbînê rizgar bikin, him pirsgirêk çareser dibin û him jî rê li ber hewesên totalîter têt girtin.

Hilbijartina 24î pûşberê him bona bigiştî Tirkîyê û him jî bona siyaseta bakurê Kurdistanê girîng e, wekî bi salan gellek caran min ameje pêdikir, taybetmendîya sîstemê ev e, ku giranîya her beşên civakî, kêmjimaran (etnisîteyan) û taybetî gele bakurê Kurdistanê ku li dorê sêzde miyon dengdêr hene, li ser encamê hilbijartinê diyarker in.

Jixwe, ji gengeşiyên li ser hilbijartinê jî eşkere dixûye ye ku rengê denge dengdêrên Kurd, taybetî kesên ku di hilbijartinên berê da dengê xwe dabûn AKPê gellekî girîng e.

Ango, bêguman berbijar girîng e, lê pirsgirêk û çareserkirina wana hê girîngtir e, partiyên rikber dikanin di tûra duyemîn da li ser xeteke weha piştevanîya berbijarekî hevpar bikin.

Ger partiyên rikber ji desthilata AKPê taybetî ji desthilata R. Tayyip Erdogan nerehetin û xetera tîfaqa AKPê û MHPê dizanin divê hinek fireh bifikirin, xwe ji kurtbînê rizgar bikin.

Bi ya min, berî ku partiyên rikber li berbijarekî hevpar bigerin, bi mebesta piştevanîya di tûra duyem da, divê ji îro va li ser daxwaz û rêgezên hevpar peymanekê îmza bikin û li rayagiştî eşkere bikin.

Ger, berbijarê partiyên rikber bêt hilbijartin, bi mebeta ku xwe nede paş ji îro va peymanek hevpar divê bêt îmza kirin.

Divê pirsgirêkên bingehîn di vê peymanê da cî bigrin.

Çine ev pirsgirêk?

Berî her tiştî divê demokrasîyek tam û dewletek dadperwer bibe daxwazek hevpar, ango bi dawî anîna hemû sepandin û tedbîrên nedemokratîk, bêguman berî her tiştî rakirina Rewş û Rêveberina Neasayî (bi tirkî OHAL têt gotin), azadîya hersê erkan ango rêveber, daraz û yasadanînê, darazek azad, dêrandin (safîkirina ji xal û zagonên ne demokratik) û betal kirina zagonên nedemokratîk, bipaşve vekişîna ji Efrînê, îmzakirina Peymana Rêveberin Herêmî ya Konseya Ewrûpa, rakirina hemû qedexeyan li ser zimanê Kurdî û herweha gav avêtina bikaranîna di qada da fermî da, serbest berdana parlementer û serokên şaredarîyan û herweha bi dawî anîna kayyiman.

Divê partîyên bakurê Kurdistanê, bêguman HDPê jî di nav da blokekî dawmezrînin û di tûra yekem da berbijarê blok hebe, di tûra duyem da jî mercê wê hebin, evan jî xalên li jorî ne.

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
Vî nêrînê tevayî: 3591 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:39:13

Nêrînên Dawî

Li ser romana 'RAPERÎNA BABA ÎSHAQ' Mixabin, HDPê bi berpirsyarîya xwe ranebû Dervahiştina HDPê derfetek e divê heder nebe. Îtifaqa penc partîyên Kurdistanî û HDP Li ser biryara hilbijartina pêşwext Sê bûyerên qambax Lûtkeya Yekitîya Ewrupa û Tirkîyê Emê çawa ji vê karesatê rizgar bibin? Kurdan ji Şerê Sar herdem zerar dîtin Tûndî (şidet) civatê ji şîrişt û hemde xwe derdêxe Qetlîama li Efrînê û bêdengîya Rêxistina Neteweyên Yekgirtî Biryara Alîkarîya Mirovî û Tirkîye Dagirî û dabeşkirin Hemd ji Xweda ra me hezar kes kuşt! Ne tenê rojnameger, siyasetvan jî di girtîgehê da ne Li Efrînê kujtina sivîlan berdewam e Dîsa Kurd dibin qurban Her eskerekî bav û dayîkek wî heye Êrişa li ser Efrînê û fêla Tirkîyê Berpirsyarîya Rusyayê dê neye jibîr kirin Êrişa li ser Efrînê tovê dijminiyê reşand Encamê şerê li ser Efrînê dê bibe destpêka pêvejoyekî nû. Êrişa li ser Efrînê ne rewa (meşrû) ye Xewnên Tayyip Erdogan Gefên Tirkîyê li ser Efrînê Kurd û nijadperestî Li Enqerê gengeşiyên siyasî û siyaseta bakurê Kurdistanê Alozîya li Îranê û Kurd Yekrêzî li ser fedekariyê geş dibe. Çima Bloka Kurdî? Bloka Kurdî û hilbijartinên 2019an Karesata li başûrê Kurdistanê û gefa li ser Çîyayê Kurmênc (Efrîn) Kirkûk bû bedêla (qurbana) ajendaya DYAê. Li Rojhelata Navîn camêrî nabe Ev karesatek neteweyî, lê ne dawî ye. Îro yekdengî pir girîng e. Tirkîyê berê eskerên xwe da İdlibê Gel ya xwe got, nuha dor ya hêzên siyasî ye. Emê alîkarî û dostanîya rojen teng ti car jibîr nekin Dem dibihure, divê PDK û YNKê bi berpirsyarîya xwe rabin. Dijberên Rapirsîna Serxwebûnê xwe dispêrin sedemên bêbingeh. Rewş asayî dibe Gefên li dijî başûrê Kurdistanê, têkçûna têkoşîna li dijî DAİŞê ye Kurdistanek serbixwe dê xizmeta aramîyê bike. Bila 25î êlûnê û 1î mijdarê bibe destpêkek nû Nuha mijara me rapirsîn (referandum) e Du mijarên girîng Li park û meydanan rakirina nav û sembolên kurdî Çavên xwe bigrin û tenê xulekekê li serxwebûna Kurdistan'ê bifikirin Tîr ji kovanê derket, rapirsîn û encamê wê serxwebûn e. Rapirsîn (referandum): Gavek neteweyî û dîrokî Ambargoya li ser Qeter'ê û rewşa Tirkîye'yê Renginîya civata Kurd û 'Partîya Gel'a Zaza' Bêdewletî, ji dewleta herê xerab xerabtir e. Bi kuştinê nebû û nabe; dîyalog divê Du girîngîyên serxwebûna Kurdistan'ê Xetera li ser paşerojê (pirsa bekayê) Serdana serokkomarê Tirkîye'yê ya DYA'yê û paşxaneya dîrokî Biryara çekdarkirina HSDê û bertekên Tirkîyê Komxebata PAKê û giringîya kongreyan Çima 'Enîya Kurdistanî' nebe? Rewşa siyasî li bakurê Kurdistan'ê Li hemberî gef û êrişên Tirkîyê 'herêmek dijfirînê' Bombebarana Çiyayê Şingal'ê, bombebarana dilê Kurdistan'ê ye Serxwebûna Kurdistan'ê mafekî rewa ye Pelkek reş: Jenosîda Enfal'ê Ne pêkan e robarek berevajî bêt herikandin