Mahmut Kılınç Nêrînên Dawî

Sê bûyerên qambax

Bêguman, divê sedemên vê rewşa kambax jî bêt zanîn, mixabin jeopolitîka Kurdistanê sedema herê girîng e, Kurdistan çar parçene û her pareçeyek di destê dewletek dagirker da ye, ango hatiye dorpêç kirin û derfeta peywendiyên bi cîhanê va li ser dagirkeran va pêt têt û ev jî peywendiyê bi dagirkeran va neçar dike.
Sê bûyerên qambax
Nêrîn Belav bike

Di medyaya civakî da, hinek kes li ser helwesta “rewşenbîr” û siyasetvanên Kurd yên di barê partiyên Kurdistanî da bi awakî neyînî (menfi) dinivîsin, li ser “peywendî” û nêzikbûna wana rexne û gazinan dikin.

Bêguman, peywendî û nêzikbûna hinek partiyên me bi dewletên dagirker va, ne gazin, rexneyên tûnd jî heq dike, lê divê ev helwest bêlay be, ango di berjewendiyên mafên neteweya Kurd da be.

Ger mirov xetayên hêlekê bibine, yên hêla din nebine, him rexne û gazin nagihên amancê xwe û him jî, girse bawerîya xwe bi rexne û gazinan nayîne.

Di dîrokê da, hinek caran û hinek partîyan bi dewletên dagirker va peywendîyên ku îro dibin mijara gengeşiyê danîne û em dizanin, ku peywendîyên weha bi her hêla va, taybetî di hêla moralî va ziyanek mezin gihandiye.

Peywendîyên weha, him derfeta şerê psikolojîk dide dagirkeran û him jî, ji ber ku medyaya Kurdî ne di asta medyaya dagirkeran da bihêz e, gellek pirs û guman di hişmendîya girse da tên afirandin.

Lê bele, divê em li hemberî vê pirse, ku rastîya tevgerên Kurdistanî ye, bêlay bin û li hemberê hemû rêxsitin û partîyan heman seknê bigrin.

Ger ne weha be, mixabin rewşa îro peyda dibe, hêlek bi hêsayî hêla din sûcdar dike, lê xeta û kêmahîyên xwe nabîne.

Taybetî kesên “rewşenbîr”, siyasetvan û welatparêzên sade, divê di rexne û gazinên xwe da bêlay bin, rastgo bin, ango ligel maf û azadîya neteweyî bin, ked bidin bona bicihkirina biryar û siyasetên rasyonel.

Ezê behsa sê bûyeran demnêzik bikim, sê bûyerên xemnak ku wekî min gotî, li ser keseyatiyên Kurdên sade dibin sebeba demoralîzasyonê û herweha, li ser kesên welatparêzan jî dibin sebaba gellek pirsan.

Bûyera yekem, helwesta layên siyasiyên Kurdistanî li hemberî rapirsîn û dagirîya Kirkûkê ye, wekî em dizanin ji Yekitîya Niştimanîya Kurdistanê (YNK) parekê bi Bexdadê va hevkarî kir û Kirkûk hat dagirkirin.

Kirkûk beşek ji navçeyên dervayî başûrê Kurdistanê ye, herêma dervayî rêvebera başûrê Kurdistanê ji Mendeliyê heta Şingalê erdnîgarîyek fireh e, bi qasî mezinahîya 40% ji axa Kurdistanê ye û di encama êrişa Artêşa Îraqê û Heşda Şebî ya 16î cotmehê da ji destê başûrê Kurdistanê derket.

Bêguman, helwesta hinek layên siyasî ev beşa di nava YNKê da di kiryarê wê da wêrektir kir.

Bûyera duyem, Şingal e, wekî me hay jê bû, PKK ji Şingalê derket lê herêm radestî Bexdadê kir, heçkû bi salan e ku hikûmeta başûrê Kurdistanê û rêveberîya Şingalê bang li PKKê dike, ku ji herêmê vekşê û herêmê radestî rêveberîya Şingalê bike, lê nekir û li ser gefa Tirkîyê vekşîya û Şingal radestî Bexdadê kir.

Bûyera sêyem, bi hinceta êrişên PKKê artêşa Tirk bi kûrahîya 17 km tixûbê başûrê Kurdistanê bezandiye û li ser hinek bilindihîyan kelheyên eskerî ava dike û bi ya rêveberên herêmî, nêzikî hezar serbazên Tirk li herêmê bicih bûne.

Di malpera Rûdawê da nûçeyek weha dibêje; “Li bajarokê Kanî Masî yê li sînorê navçeya Amêdî ya Duhokê, hêzên Artêşa Tirkiyê teqe li malên welatiyên sivîl kirin û ji ber wê yekê jî tirsek mezin ketiye nav dilê xelkê deverê.“

Ez behsa bombebarana bi salan û îro jî didomin, herweha „opersayonên“ dersînor jî nakim.

Ger we jî bala xwe dabe, hersê bûyer bi destê hersê partiyên me yên „mezin“ pêk tên: Parek di nava YNKê da Kirkûk û herêma di dervayî rêveberîya Başûr da radestî Bexdadê kir, PKKê Şingal radestî artêşa Iraqê û Heşda Şebî kir û herweha li dijî êrişên Tirkîyê PDKê bêdeng e, ev bêdengî têt wateya pejirandina êrişên Tirkîyê.

Ango, halê hersê partiyan mixabin ev e, divê „rewşenbîr“ û siyasetvanên Kurd di rexne û gazinên xwe da bêlay (objektîf) bin, encax ev dê xizmeta doza neteweyî bike.

Ez bawerim dê bala we jî kişandibe, li dijî êrişa li ser Efrînê bêdengîya hikûmeta Başûr têt fam kirin“, lê bêdengîya Kek Mesut Barzanî çima, Efrîn parçeyek ji Kurdistanê ye, 90% Kurd e, mixabin demografîya herêmê têt guhertin û berî her tiştî mijarek mirovî ye.

Herweha, Sazîya Alîkarîya Barzanî (SAB) jî alîkarîya koçberên Efrînê nekir, an ez nizanim, mafê her kesî heye ku helwesta PDK û SAB zanibe.

Bêguman, divê sedemên vê rewşa kambax jî bêt zanîn, mixabin jeopolitîka Kurdistanê sedema herê girîng e, Kurdistan çar parçene û her pareçeyek di destê dewletek dagirker da ye, ango hatiye dorpêç kirin û derfeta peywendiyên bi cîhanê va li ser dagirkeran va pêt têt û ev jî peywendiyê bi dagirkeran va neçar dike.

Bêşik, ez peywendiyên bi dagirkeran va rewa nabînim, lê ev rastîya me ye.

Di encamê da dixwazim bêjim ku divê em di rexne û gazinên xwe da bêlay bin, encax reftar û helwestek weha dê xizmeta doza neteweyî bike, berevajî layengirîyek (tefergirî) çavgirtî dê ziyanê bide.

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
Vî nêrînê tevayî: 5342 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:49:52

Nêrînên Dawî

Li ser romana 'RAPERÎNA BABA ÎSHAQ' Mixabin, HDPê bi berpirsyarîya xwe ranebû Dervahiştina HDPê derfetek e divê heder nebe. Îtifaqa penc partîyên Kurdistanî û HDP Hilbijartin û gringîya Bloka Kurdî Li ser biryara hilbijartina pêşwext Lûtkeya Yekitîya Ewrupa û Tirkîyê Emê çawa ji vê karesatê rizgar bibin? Kurdan ji Şerê Sar herdem zerar dîtin Tûndî (şidet) civatê ji şîrişt û hemde xwe derdêxe Qetlîama li Efrînê û bêdengîya Rêxistina Neteweyên Yekgirtî Biryara Alîkarîya Mirovî û Tirkîye Dagirî û dabeşkirin Hemd ji Xweda ra me hezar kes kuşt! Ne tenê rojnameger, siyasetvan jî di girtîgehê da ne Li Efrînê kujtina sivîlan berdewam e Dîsa Kurd dibin qurban Her eskerekî bav û dayîkek wî heye Êrişa li ser Efrînê û fêla Tirkîyê Berpirsyarîya Rusyayê dê neye jibîr kirin Êrişa li ser Efrînê tovê dijminiyê reşand Encamê şerê li ser Efrînê dê bibe destpêka pêvejoyekî nû. Êrişa li ser Efrînê ne rewa (meşrû) ye Xewnên Tayyip Erdogan Gefên Tirkîyê li ser Efrînê Kurd û nijadperestî Li Enqerê gengeşiyên siyasî û siyaseta bakurê Kurdistanê Alozîya li Îranê û Kurd Yekrêzî li ser fedekariyê geş dibe. Çima Bloka Kurdî? Bloka Kurdî û hilbijartinên 2019an Karesata li başûrê Kurdistanê û gefa li ser Çîyayê Kurmênc (Efrîn) Kirkûk bû bedêla (qurbana) ajendaya DYAê. Li Rojhelata Navîn camêrî nabe Ev karesatek neteweyî, lê ne dawî ye. Îro yekdengî pir girîng e. Tirkîyê berê eskerên xwe da İdlibê Gel ya xwe got, nuha dor ya hêzên siyasî ye. Emê alîkarî û dostanîya rojen teng ti car jibîr nekin Dem dibihure, divê PDK û YNKê bi berpirsyarîya xwe rabin. Dijberên Rapirsîna Serxwebûnê xwe dispêrin sedemên bêbingeh. Rewş asayî dibe Gefên li dijî başûrê Kurdistanê, têkçûna têkoşîna li dijî DAİŞê ye Kurdistanek serbixwe dê xizmeta aramîyê bike. Bila 25î êlûnê û 1î mijdarê bibe destpêkek nû Nuha mijara me rapirsîn (referandum) e Du mijarên girîng Li park û meydanan rakirina nav û sembolên kurdî Çavên xwe bigrin û tenê xulekekê li serxwebûna Kurdistan'ê bifikirin Tîr ji kovanê derket, rapirsîn û encamê wê serxwebûn e. Rapirsîn (referandum): Gavek neteweyî û dîrokî Ambargoya li ser Qeter'ê û rewşa Tirkîye'yê Renginîya civata Kurd û 'Partîya Gel'a Zaza' Bêdewletî, ji dewleta herê xerab xerabtir e. Bi kuştinê nebû û nabe; dîyalog divê Du girîngîyên serxwebûna Kurdistan'ê Xetera li ser paşerojê (pirsa bekayê) Serdana serokkomarê Tirkîye'yê ya DYA'yê û paşxaneya dîrokî Biryara çekdarkirina HSDê û bertekên Tirkîyê Komxebata PAKê û giringîya kongreyan Çima 'Enîya Kurdistanî' nebe? Rewşa siyasî li bakurê Kurdistan'ê Li hemberî gef û êrişên Tirkîyê 'herêmek dijfirînê' Bombebarana Çiyayê Şingal'ê, bombebarana dilê Kurdistan'ê ye Serxwebûna Kurdistan'ê mafekî rewa ye Pelkek reş: Jenosîda Enfal'ê Ne pêkan e robarek berevajî bêt herikandin