Mahmut Kılınç Nêrînên Dawî

Dîsa Kurd dibin qurban

Cîhana Du Berberî demek dirêj ajot û di vê dema dirêj da, li herêma Rojihilata Navîn neteweya Kurd bû qurbana berjewendî û hikûmranîya berberiyê, di navbera herdu qutbên zilhêzan da.
Dîsa Kurd dibin qurban
Nêrîn Belav bike

Bi hilweşandina Dîwarê Berlînê cihana “du berberî”, an “du cemserî (du qutbî)” bi dawî bû, her çiqas demek kurt behsa cihana “pir berberî” hat kirin jî, piştê çend salan hat famkirin, ku li seranserê cîhanê Dewletên Yekbûyî Amerîka (DYA) tenê bi sere xwe desthilat e.

Cîhana Du Berberî demek dirêj ajot û di vê dema dirêj da, li herêma Rojihilata Navîn neteweya Kurd bû qurbana berjewendî û hikûmranîya berberiyê, di navbera herdu qutbên zilhêzan da.

Herdu qutbên zilhêz, him DYA û him jî Yekitîya Sowyetan (YS) bi dewletên herêmê va peyman dariştin, tîfaq kirin, pişta xwe dan daxwazên neteweya Kurd yên herî demokratik.

Heta bi vê piştdayînê jî nesekinîn, hemû çûre çek, firokên şer danê û di qada navneteweyî da piştevanîya dewletên dagirker kirin: DYAyê Tirkîyê û Îran hilbijart, YSan jî Suriyê û Iraq hilbijart û hatin çekdar kirin.

Di vê dema Du Berberiyê da, di qada navneteweyî da bo mînak li Neteweyên Yekgirtî ti dewlet nebûn ku trajedîya neteweya Kurd bînin rojevê.

Piştî bi dawî hatina YSan, Rusyayê xwe hejand û ji nedîyarîya belavbûnê rizgar kir û îro, li ser Suriyê va daket herêma Rojhilata Navîn.

Êdî Rusya wekî zilhêzek û alîyekî Du Berberiyê pêla xwe davêje qada navneteweyî û di encama vê da cîhan dîsa ket rewşa Du Berberiyê û mixabin, wekî berê Kurd ji xwe ra dîsa qurban hilbijart.

Dîsa dibêjim, ji ber di dîrokê da hinek mînakên biêş û keder hene, ku têkoşîna neteweya Kurd, taybetî ji hela Rusyayê va hatiye firotin.

Balkêş e, siyasetvanekî Rus weha dibêje, “divêbûya Kurdan berjewendiyên Rusyayê fam bikirana”, ev gotin jixwe mikurhatina firotina Kurdan e.

Wekî min li jor gotî, 1989an da Dîwarê Berlînê hat hilweşandin û bi belavbûna YSan cîhan ket rewşa Yek Cemserî û DYA li seranserê cîhanê bû tekane hêz û sala 1991î da başûrê Kurdistanê ji firok, tank û topên Seddam Huseyîn parast.

Ev yekem car bû, ku Kurd ji hela navnetweyî va dihatin parastin, ger cîhan wekî berê Du Berberî bûya, dibetîyek mezin bû ku ev bergirî nehatiba kirin.

Nûha dîsa cîhan ket rewşa Du Berberîye û li Efrînê Kurd dibin qurbana berjewendiyên Rusyayê.

Efrîn jixwe hatibû dorpêçkirin, Rusyayê jî Efrîn avêt ber keriyê guran.

Rastîya ku em divê fam bikin, cihana Du Berberiyê li dijî daxwazên demokratik û neteweyî yên neteweya Kurd e, ji ber ku herdu zilhêz taybetî Rusya bona ku berjewendiyên xwe li herêmê bicih bike, her çi pêwîst be xwe nade paş.

Me divê hay ji vê rastiya cihana nû hebe û stratejîya siyaseta xwe li ber vê rastîya cihana nû sererast bikin.

Kurdistan hatiye dorpêçkirin, bê guman ev mijarek din e, lê divê me hay ji jeopolîka Kurdistanê û dijminîya dewletên dagirker hebe.

Li ber çavên cîhanê li ser Efrînê êrişek heye û komkujîyek dibe, lê bertekên bes dernakevin, ti kes an dewlet nabêje bisekine, berevajî dibêjin, ku “ew endîşeyên Tirkiyê fam dikin, lê divê operasyon sinordar be”, wateya sînordarbûnê çi ye, ango kêm kesî bikuje.

Ev hemû encamên cihana nû ne, bê guman cîhan ne ya berê û Kurd jî ne kurdên berê ne, lê hemahengîya siyaseta navneteweyî di pêvejoya rûniştina rewşek nû da ye, siyaseta Kurdî divê pêvejoyê îro, hemahengîya ku pêktêt bi aqlekî rasyonel binirxîne.

Mahmut Kilinc

11.02.2018/Dusseldorf

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.

Vî nêrînê tevayî: 3847 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:07:26

Nêrînên Dawî

Li ser romana 'RAPERÎNA BABA ÎSHAQ' Mixabin, HDPê bi berpirsyarîya xwe ranebû Dervahiştina HDPê derfetek e divê heder nebe. Îtifaqa penc partîyên Kurdistanî û HDP Hilbijartin û gringîya Bloka Kurdî Li ser biryara hilbijartina pêşwext Sê bûyerên qambax Lûtkeya Yekitîya Ewrupa û Tirkîyê Emê çawa ji vê karesatê rizgar bibin? Kurdan ji Şerê Sar herdem zerar dîtin Tûndî (şidet) civatê ji şîrişt û hemde xwe derdêxe Qetlîama li Efrînê û bêdengîya Rêxistina Neteweyên Yekgirtî Biryara Alîkarîya Mirovî û Tirkîye Dagirî û dabeşkirin Hemd ji Xweda ra me hezar kes kuşt! Ne tenê rojnameger, siyasetvan jî di girtîgehê da ne Li Efrînê kujtina sivîlan berdewam e Her eskerekî bav û dayîkek wî heye Êrişa li ser Efrînê û fêla Tirkîyê Berpirsyarîya Rusyayê dê neye jibîr kirin Êrişa li ser Efrînê tovê dijminiyê reşand Encamê şerê li ser Efrînê dê bibe destpêka pêvejoyekî nû. Êrişa li ser Efrînê ne rewa (meşrû) ye Xewnên Tayyip Erdogan Gefên Tirkîyê li ser Efrînê Kurd û nijadperestî Li Enqerê gengeşiyên siyasî û siyaseta bakurê Kurdistanê Alozîya li Îranê û Kurd Yekrêzî li ser fedekariyê geş dibe. Çima Bloka Kurdî? Bloka Kurdî û hilbijartinên 2019an Karesata li başûrê Kurdistanê û gefa li ser Çîyayê Kurmênc (Efrîn) Kirkûk bû bedêla (qurbana) ajendaya DYAê. Li Rojhelata Navîn camêrî nabe Ev karesatek neteweyî, lê ne dawî ye. Îro yekdengî pir girîng e. Tirkîyê berê eskerên xwe da İdlibê Gel ya xwe got, nuha dor ya hêzên siyasî ye. Emê alîkarî û dostanîya rojen teng ti car jibîr nekin Dem dibihure, divê PDK û YNKê bi berpirsyarîya xwe rabin. Dijberên Rapirsîna Serxwebûnê xwe dispêrin sedemên bêbingeh. Rewş asayî dibe Gefên li dijî başûrê Kurdistanê, têkçûna têkoşîna li dijî DAİŞê ye Kurdistanek serbixwe dê xizmeta aramîyê bike. Bila 25î êlûnê û 1î mijdarê bibe destpêkek nû Nuha mijara me rapirsîn (referandum) e Du mijarên girîng Li park û meydanan rakirina nav û sembolên kurdî Çavên xwe bigrin û tenê xulekekê li serxwebûna Kurdistan'ê bifikirin Tîr ji kovanê derket, rapirsîn û encamê wê serxwebûn e. Rapirsîn (referandum): Gavek neteweyî û dîrokî Ambargoya li ser Qeter'ê û rewşa Tirkîye'yê Renginîya civata Kurd û 'Partîya Gel'a Zaza' Bêdewletî, ji dewleta herê xerab xerabtir e. Bi kuştinê nebû û nabe; dîyalog divê Du girîngîyên serxwebûna Kurdistan'ê Xetera li ser paşerojê (pirsa bekayê) Serdana serokkomarê Tirkîye'yê ya DYA'yê û paşxaneya dîrokî Biryara çekdarkirina HSDê û bertekên Tirkîyê Komxebata PAKê û giringîya kongreyan Çima 'Enîya Kurdistanî' nebe? Rewşa siyasî li bakurê Kurdistan'ê Li hemberî gef û êrişên Tirkîyê 'herêmek dijfirînê' Bombebarana Çiyayê Şingal'ê, bombebarana dilê Kurdistan'ê ye Serxwebûna Kurdistan'ê mafekî rewa ye Pelkek reş: Jenosîda Enfal'ê Ne pêkan e robarek berevajî bêt herikandin