Mahmut Kılınç Nêrînên Dawî

Hemd ji Xweda ra me hezar kes kuşt!

Divê Dewleta Tirk fam bike ku bi kuştinê Kurd naqedin, herweha dev ji mafên xwe jî bernadin.
Hemd ji Xweda ra me hezar kes kuşt!
Nêrîn Belav bike

Di civîna grupa partîya xwe da serokkomarê Tirk R. Tayyip Erdogan, bi dengekî bilid û bi xwe bawer weha dibêje; “hemd ji Xweda ra me hezar kes kujt (şikir ji Xweda ra, an elhamdullîlah…..)” û parlementer û serdanvanên ku locayên jûra grupê dagirtine bi çoşek bilind jê ra tezahürat dikirin.

Çend rojan berê jî, di civîna TÜGVA (Weqfa Ciwanîya Tirkîyê)yê da ameje bi Sûreya Zûmerê 71 ya Kur’anê dikir û weha digot, “Hemd ji Xweda ra me karê 800 teroristî qedand, îla ceheneme zûmera. Me jî nêzikî 20, bi qasî 25 şehîdên me hene…. ”

Ev gotinan ne ji kesekî li şemaqan têt bihîstin, serokkomarê welatekî weha dibêje.

Seddam Husên jî xwe spart ayeta Kur’anê û bi qazên jehrî êrişî Kurdan kir, herweha DAİŞê jî di qetla Kurdan da xwe dispart hinek ayetên Kur’an û kevneşopîya Îslamê û kujtina Kurdan rewa didît.

Bawerim bala we jî dikşîne, ku êrişkar, kujêr xwe dispêrên ayetên Kur’an û kevneşopîya Îslamê, qaşo qetla Kurdan caîz e, xespa mal û milkê wana, zar û zêçên wana jî “helal” in!

Di êrêşên berê û yên li ser Efrînê da jî behsa kujtina law û keçen Kurd têt kirin, ku wana wekî terörist bi navdikin, bê guman di nava parlementer, serdanvan û ciwanan da kesên Kurd jî hene, lê bona wana ne xem e.

Belê serokkomarek bi kujtina mirovan pesna xwe dide û palementer jê ra li çepikan dêxin, tabloyekî weha ku mirovan matmayî dike tenê li Tirkîyê têt dîtin.

35 salan berê General Kenan Evren jî biwate gotinek weha kiribû û li dijî rexneyên darvekirinên dema derbeya 80î da gotibû, “gelo em darvenekin, ma xwedî bikin?” û pênce kes bidarvekiribûn, ji ber bicûk bû salên yekî ji wana hatibû mezinkirin û paşê hatibû bidarve kirin.

Kenan Evren pêşengê derbeya eskerî ya 12 êlûna sala 1980an bû, piştê derbeyê, di sala 82an da makezagona nû bi berbijarîya Kenan Evren ya serokkomariyê bi hevra ketibû ber dengdanê û ew bûbû serokkomarê Tirkîyê,

Jexin hinek welatên Amerikaya Latînî ku bi salan di bin rejîmin faşist da nalîyan, ez ne bawerim li welatekî din mirov şahide wêneyek weha bibe.

Ev tablo di heman demê da nêşita harbûnekê ye, weha dixuye ku Tirkîyê rotaya xwe wenda kirîye, ew bi lezgînî berve kendalekî dajo, ne dûr e ku tûşî karesatekê bêt.

Ev hovitî kevneşopîyek e, di darvekirina Şeyît Riza û lawê wî Husên da jî weha kirin, salên Seyît Riza 74 bûn daxistin 54an, salên Husên jî 17 bûn kirin 21 û li ber çavên Seyît Riza lawî Husên bidarvekirin.

Tiştê balkêş, kesê ku di dadgehê da bûbû şahit ku salên Seyît Riza hatibûn bicûk kirin, ji wî bicûktir bû.

Nifşên me bi vebêja êş û kederên weha mezin bûn, weha dixuye ku nifşê îro jî dê bi hêrs û nifrîna li dijî êriş û hovitîya îro mezin bibe.

Encama êrişa li ser Efrînê, ger bisernekefe weha zanibin ku ev dawîya desthilata R. Tayyip Erdogan e, bi gotinek din bi êrişa li ser Êfrînê Erdogan him paşeroja xwe û him jî ya Tirkîyê kir bin nedîyariyekê.

Her tişt di navbera qencî û xerabiyê da dûbeş dibe, mirov dikane rindî û qenciyê jî hilbijêre, lê xerabiyê jî.

Gellek “lîderên” welatan hene, di dîrokê da gellek mînak hene hin paşeroja xwe tarî kirine û him jî ya welat û hemwetiyên xwe.

Îro li Efrînê sûcekî mirovîhiyê têt kirin, li Efrînê ne şerekî navxweyî hebû û nejî bêaramîyek civakî, lê Tirkîyê bi êrişa xwe aramîya herêmê xera kir: Kesên sivîl tên kujtin, hêj dûh 16 şervan hatin binax kirin, gelo kî dê hesabê kujtin û vê xerabiyê bide?

Serokwezîrê Tirk dibêje, “Em li dijî ti welatan şer nakin. Li Suriyê şer tine ye. Tenê têkoşîna li dijî teröre heye. 62 dewletên hevpeyman, Rusya, Îran û Tirkîyê têkoşîna li dijî teröre ye…..Şîrovekirina bûyerê bi awakî din bêwate ye. Ger dewletek din li dijî me biryara şer bide, em xwe nadin paş…”

Serokwezîrê Tirk weha dibêje, lê Ristina Neteweyên Yekgirtî (RNY)ê wekî wî nafikire û dereng be jî, jê deng derket û ev banga şer rawestandinê dike.

RNY jî xerabîya li Efrînê dît û êrişa Tirkîyê têkoşînek li dijî teröre nabîne, banga rawestandina şer dike.

Divê Dewleta Tirk fam bike ku bi kuştinê Kurd naqedin, herweha dev ji mafên xwe jî bernadin.

******

Îro roja Zimanê Dayîkê ye, bila pîroz be. Bê guman, ziman stûna netewe ye, dema ziman wenda bibe netewe jî wenda dibe. Ne tene netewe, herweha çand, dîrok, folklor û peywendiyên civakî jî wenda dibin.

Ez bang li kesên Kurd dikim, bi Kurdî biaxifin, peywendiyên xwe bi Kurdî pêk bînin, taybetî kesên dinivîsin û dixwînin bila bi Kurdî be. Ger em bixwazin zimanê xwe li ber mirinê azad bikin, divê em bi zimanê Kurdî binivîsin û bixwînin. Di heman deme da helwestek weha têkoşînek li dijî asimîlasyonê ye. Bila ji bîra me neçe, Zimanê Kurdî zimanekî dewlemend e, bi zimanên Ewrupî va di heman grupê da ye, kesên ku bi baş Kurdî dizanin, hînbûna wana zimanên Ewrupî hêsantir dibe.

Carek din roja zimanê dayikê pîroz be.

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
Vî nêrînê tevayî: 6224 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:40:35

Nêrînên Dawî

Li ser romana 'RAPERÎNA BABA ÎSHAQ' Mixabin, HDPê bi berpirsyarîya xwe ranebû Dervahiştina HDPê derfetek e divê heder nebe. Îtifaqa penc partîyên Kurdistanî û HDP Hilbijartin û gringîya Bloka Kurdî Li ser biryara hilbijartina pêşwext Sê bûyerên qambax Lûtkeya Yekitîya Ewrupa û Tirkîyê Emê çawa ji vê karesatê rizgar bibin? Kurdan ji Şerê Sar herdem zerar dîtin Tûndî (şidet) civatê ji şîrişt û hemde xwe derdêxe Qetlîama li Efrînê û bêdengîya Rêxistina Neteweyên Yekgirtî Biryara Alîkarîya Mirovî û Tirkîye Dagirî û dabeşkirin Ne tenê rojnameger, siyasetvan jî di girtîgehê da ne Li Efrînê kujtina sivîlan berdewam e Dîsa Kurd dibin qurban Her eskerekî bav û dayîkek wî heye Êrişa li ser Efrînê û fêla Tirkîyê Berpirsyarîya Rusyayê dê neye jibîr kirin Êrişa li ser Efrînê tovê dijminiyê reşand Encamê şerê li ser Efrînê dê bibe destpêka pêvejoyekî nû. Êrişa li ser Efrînê ne rewa (meşrû) ye Xewnên Tayyip Erdogan Gefên Tirkîyê li ser Efrînê Kurd û nijadperestî Li Enqerê gengeşiyên siyasî û siyaseta bakurê Kurdistanê Alozîya li Îranê û Kurd Yekrêzî li ser fedekariyê geş dibe. Çima Bloka Kurdî? Bloka Kurdî û hilbijartinên 2019an Karesata li başûrê Kurdistanê û gefa li ser Çîyayê Kurmênc (Efrîn) Kirkûk bû bedêla (qurbana) ajendaya DYAê. Li Rojhelata Navîn camêrî nabe Ev karesatek neteweyî, lê ne dawî ye. Îro yekdengî pir girîng e. Tirkîyê berê eskerên xwe da İdlibê Gel ya xwe got, nuha dor ya hêzên siyasî ye. Emê alîkarî û dostanîya rojen teng ti car jibîr nekin Dem dibihure, divê PDK û YNKê bi berpirsyarîya xwe rabin. Dijberên Rapirsîna Serxwebûnê xwe dispêrin sedemên bêbingeh. Rewş asayî dibe Gefên li dijî başûrê Kurdistanê, têkçûna têkoşîna li dijî DAİŞê ye Kurdistanek serbixwe dê xizmeta aramîyê bike. Bila 25î êlûnê û 1î mijdarê bibe destpêkek nû Nuha mijara me rapirsîn (referandum) e Du mijarên girîng Li park û meydanan rakirina nav û sembolên kurdî Çavên xwe bigrin û tenê xulekekê li serxwebûna Kurdistan'ê bifikirin Tîr ji kovanê derket, rapirsîn û encamê wê serxwebûn e. Rapirsîn (referandum): Gavek neteweyî û dîrokî Ambargoya li ser Qeter'ê û rewşa Tirkîye'yê Renginîya civata Kurd û 'Partîya Gel'a Zaza' Bêdewletî, ji dewleta herê xerab xerabtir e. Bi kuştinê nebû û nabe; dîyalog divê Du girîngîyên serxwebûna Kurdistan'ê Xetera li ser paşerojê (pirsa bekayê) Serdana serokkomarê Tirkîye'yê ya DYA'yê û paşxaneya dîrokî Biryara çekdarkirina HSDê û bertekên Tirkîyê Komxebata PAKê û giringîya kongreyan Çima 'Enîya Kurdistanî' nebe? Rewşa siyasî li bakurê Kurdistan'ê Li hemberî gef û êrişên Tirkîyê 'herêmek dijfirînê' Bombebarana Çiyayê Şingal'ê, bombebarana dilê Kurdistan'ê ye Serxwebûna Kurdistan'ê mafekî rewa ye Pelkek reş: Jenosîda Enfal'ê Ne pêkan e robarek berevajî bêt herikandin