Mahmut Kılınç Nêrînên Dawî

Bêdewletî, ji dewleta herê xerab xerabtir e.

Pêşmerge û YBŞê da dibe sebebên pirsgirêkan û di hêla din da, bi cîbûna YBŞê li herêmê wêrekî dide Heşda Şebî, nuha di tixûbê Iraq û Suriye'yê da yanzde gund ketine bin kontrola vê hêzê.
Bêdewletî, ji dewleta herê xerab xerabtir e.
Nêrîn Belav bike

Îro li Şingal'ê tevlihevîyek fireh û xeter heye, PKKê bi ser Yekitîyên Berxwedana Şingal'ê beşek ji herêmê kontrol kiriye û jê dernakeve.

Ev, di navbera Pêşmerge û YBŞê da dibe sebebên pirsgirêkan û di hêla din da, bi cîbûna YBŞê li herêmê wêrekî dide Heşda Şebî, nuha di tixûbê Iraq û Suriye'yê da yanzde gund ketine bin kontrola vê hêzê.

Bona Kurdistan'ê Şingal gellekî girîng e, ji ber ku herêm parçeyek ji erdnîgarîya Kurdistan'ê ye û herêmek stratejîk e.

Ernîgarî ne tenê parçeyek erd li ser nexşeyê ye, berevajî erdnîgarî bi hêla aborî, civakî, beşerî û siyasî va parçeyek ji welatekî ye.

Ango, herêma Şingal'ê, bi civat û axa xwe va parçeyek ji civata Kurd û Kurdistan'ê ye, her çiqasî îro li dervayî Kurdistan'ê hatibe hiştin jî, îro li ser erdê, lê siba, bê guman piştê rapirsînê êdî bi fermî dê di nav nexşeya Kurdistan'ê da cî bigre.

Ev pêvejo hinek derdoran diqilqilîne, ango dike nav şayîşan, ji ber ku dema ev pêvejo biserket proje û mebesta hinek dewlet û derdoran xera dibe, bi sernakeve.

Taybetî herêma Şingal'ê bona Komara Îslamî Îranê gellekî girîng e, ji ber ku herêm bi gellek hêlan va herêmek stratejîk e, taybetî bona amancên Îran'ê.

Herêm li ser tixûbê başûr û rojavayê Kurdistan'ê cî digre, di hêla din da herêm, pêywendiyên Iraq û Suriye'yê temam dike, li ser nexşeyê berdewamîya erdê herdu dewletan e.

Ger deshilata Iraq'ê di destê partiyên Şiî da be, Şingal carek din bona Komara Îslamî Îran'ê girîngtir dibe, ji ber ku Şingal li ser "Hîlala Şiî" cî digre û pêk anîna vê jî xevna Îran'ê ye.

Ger Şingal ne di destê hêzên nêzikî Îran'ê da be, mebesta wê dewletê bona Suriye'yê û taybetî bona "Hîlala Şiî" bêencam dimîne, bi sernakeve.

Gellek şîrove hatin kirin, li ser mebesta Îran'ê daku di projeya wê da xwe gihandina Deryayê Spî heye û dikane bi rêya "Hîlala Şiî" amancê xwe bi dest xweve bîne.

Bi bawerîya min mebesta Îranê ne ev tenê ye, herweha bona rêgeha veguhestina rejîm û bîrdozîya wî jî herêm girîng e.

Em dizanin ku Îran, di hewla veguhestina rejîm û desthilata xwe da ye, li herêma Rojhelata Navîn û ev jî dibe sebeba alozîyek gellekî fireh.

Îro li herêma Şingal'ê tevlihevîyek fireh heye, destê pir hêzan di nav qeyranê da ye û her hêzekê projeyên xwe hene.

Li hêlekê hêza YBŞ (Yekiniyên Berxwedana Şingal'ê) ku nêzikî PKK têt zanîn, li hêla din Heşda Şebî gundê Koço di nav da yanzde gund kirin bin kontrola xwe, bê guman ev alozîya Şingal'ê firehtir dike, ji ber ku Heşda Şebî ne hêzek Kurdistanî ye û kontrolkirina yanzde gundan bê hemahengîya Pêşmerge encam daye.

Bala min dikşîne, gelo bala we jî dikşîne?

Di sala 2014an da sazkirina rapirsînê û diyariya serxwebûnê li bal hemû Kurdan, taybetî li başûrê Kurdistan'ê mijarek gellekî germ bû.

Herweha, li Rojhelata Navîn û li qada navneteweyî da jî li ser diyarkirina serxwebûna Kurdistan'ê gengeşîyek fireh hebû.

Paşê DAİŞê êriş kir û şerekî giran dest pê kir, Mexmûr, Şingal û hinek herêmên Kurdistan'ê, taybetî ên li dervayî rêveberîya başûrê Kurdistan'ê mabûn ketin bin kontrola rêxistina terorist.

Şerekî giran destpêkir, bi hezaran pêşmerge û şervanên Kurd şehîd ketin, dîsa bi hezaran birîndar bûn.

Sê salin ku şerekî giran û xwînavî berdewam e û hêj 5% axa başûrê Kurdistan'ê di bin dest DAİŞê da ye, taybetî herêmên Êzdîniş.

Ji ber êrişên DAŞİê mijara rapirsîn û diyariya serxwebûna Kurdistan'ê hat paşve lê xistin, ev ne tenê neçarîya hêzên siyasî û eskerî ên Kurdistanî bû, herweha dewletên hevpeyman jî, têkoşîna li dijî DAİŞê û şer xistin rojeva yekem.

Em heta îro hatin, îro dîsa li başûrê Kurdistan'ê rapirsîn û diyariya serxwebûna Kurdistan'ê mijarek siyasîya germ e, herweha mijar di rojeva herêma Rojhelata Navîn û cîhanê da ye.

Her çiqas dewletên hevpeyman bêdeng in jî, lê rêveberîya başûrê Kurdistan'ê, taybetî seroktîya başûrê Kurdistan'ê rijd in, li ser sazkirina rapirsîn û encamên wê.

Bi bawerîya min bizava Heşda Şebî ya li herêma Şingal'ê têkilîdar e bi mijara rapirsîn û diyariya serxwebûna Kurdistan'ê va.

Wiha dixuye, ku amanca Heşda Şebî û serpereştîya vê hêzê, wekî DAİŞê pêşîlêgirtina rapirsîn û encamên wê ne, daku em dizanin serokwezîrê berê Nurî Malikî û Îran li ser vê hêzê bibandor in.

Lê, divê rêveberîya başûrê Kurdistan'ê li ser sazkirina rapirsînê û diyariya serxwebûna Kurdistan'ê rijd bin.

Heta îro ji ber bêdewletiyê Kurd tûşî karesatên wêranker hatin.

Bila em zanibin, ku bêdewletî ji dewleta herê xerab xeraptir e.

30.05.2017/Semsûr

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
Vî nêrînê tevayî: 5312 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:10:45

Nêrînên Dawî

Li ser romana 'RAPERÎNA BABA ÎSHAQ' Mixabin, HDPê bi berpirsyarîya xwe ranebû Dervahiştina HDPê derfetek e divê heder nebe. Îtifaqa penc partîyên Kurdistanî û HDP Hilbijartin û gringîya Bloka Kurdî Li ser biryara hilbijartina pêşwext Sê bûyerên qambax Lûtkeya Yekitîya Ewrupa û Tirkîyê Emê çawa ji vê karesatê rizgar bibin? Kurdan ji Şerê Sar herdem zerar dîtin Tûndî (şidet) civatê ji şîrişt û hemde xwe derdêxe Qetlîama li Efrînê û bêdengîya Rêxistina Neteweyên Yekgirtî Biryara Alîkarîya Mirovî û Tirkîye Dagirî û dabeşkirin Hemd ji Xweda ra me hezar kes kuşt! Ne tenê rojnameger, siyasetvan jî di girtîgehê da ne Li Efrînê kujtina sivîlan berdewam e Dîsa Kurd dibin qurban Her eskerekî bav û dayîkek wî heye Êrişa li ser Efrînê û fêla Tirkîyê Berpirsyarîya Rusyayê dê neye jibîr kirin Êrişa li ser Efrînê tovê dijminiyê reşand Encamê şerê li ser Efrînê dê bibe destpêka pêvejoyekî nû. Êrişa li ser Efrînê ne rewa (meşrû) ye Xewnên Tayyip Erdogan Gefên Tirkîyê li ser Efrînê Kurd û nijadperestî Li Enqerê gengeşiyên siyasî û siyaseta bakurê Kurdistanê Alozîya li Îranê û Kurd Yekrêzî li ser fedekariyê geş dibe. Çima Bloka Kurdî? Bloka Kurdî û hilbijartinên 2019an Karesata li başûrê Kurdistanê û gefa li ser Çîyayê Kurmênc (Efrîn) Kirkûk bû bedêla (qurbana) ajendaya DYAê. Li Rojhelata Navîn camêrî nabe Ev karesatek neteweyî, lê ne dawî ye. Îro yekdengî pir girîng e. Tirkîyê berê eskerên xwe da İdlibê Gel ya xwe got, nuha dor ya hêzên siyasî ye. Emê alîkarî û dostanîya rojen teng ti car jibîr nekin Dem dibihure, divê PDK û YNKê bi berpirsyarîya xwe rabin. Dijberên Rapirsîna Serxwebûnê xwe dispêrin sedemên bêbingeh. Rewş asayî dibe Gefên li dijî başûrê Kurdistanê, têkçûna têkoşîna li dijî DAİŞê ye Kurdistanek serbixwe dê xizmeta aramîyê bike. Bila 25î êlûnê û 1î mijdarê bibe destpêkek nû Nuha mijara me rapirsîn (referandum) e Du mijarên girîng Li park û meydanan rakirina nav û sembolên kurdî Çavên xwe bigrin û tenê xulekekê li serxwebûna Kurdistan'ê bifikirin Tîr ji kovanê derket, rapirsîn û encamê wê serxwebûn e. Rapirsîn (referandum): Gavek neteweyî û dîrokî Ambargoya li ser Qeter'ê û rewşa Tirkîye'yê Renginîya civata Kurd û 'Partîya Gel'a Zaza' Bi kuştinê nebû û nabe; dîyalog divê Du girîngîyên serxwebûna Kurdistan'ê Xetera li ser paşerojê (pirsa bekayê) Serdana serokkomarê Tirkîye'yê ya DYA'yê û paşxaneya dîrokî Biryara çekdarkirina HSDê û bertekên Tirkîyê Komxebata PAKê û giringîya kongreyan Çima 'Enîya Kurdistanî' nebe? Rewşa siyasî li bakurê Kurdistan'ê Li hemberî gef û êrişên Tirkîyê 'herêmek dijfirînê' Bombebarana Çiyayê Şingal'ê, bombebarana dilê Kurdistan'ê ye Serxwebûna Kurdistan'ê mafekî rewa ye Pelkek reş: Jenosîda Enfal'ê Ne pêkan e robarek berevajî bêt herikandin