Mahmut Kılınç Nêrînên Dawî

Êrişa li ser Efrînê ne rewa (meşrû) ye

Xala 51ê ya Destûra RNY ev e, bi ya vê xalê bê guman mafê Tirkîyê heye, ku li qada xwe bergiriyê bike, lê belê divê Tirkîyê tûşî êrişek eskerî hatibe û li ber êrişek weha ew dikane bergiriyê li qada xwe bike, neku êriş.
Êrişa li ser Efrînê ne rewa (meşrû) ye
Nêrîn Belav bike

Tirkîyê xwe spart angaştek bêbingeh, qaşo êrişa li ser Efrînê mafekî Tirkîyê ye, ku di xala 51î ya Destûya Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (RNY) da vî mafî cî gitîye!

Xala 51î ya Destûra RNY mafê rewa dide, ku ger welatek tûşî êrişekê bêt mafê wî heye ku bergirîya xwe bike.

Ya rast ev e, xala Destûrê li vira binivîsim ku xwendekar jî hay jê hebin, xal weha hatiye daraştin: “Heta ku Konseya Ewlekarîya Neteweyên Yekgirtî tedbîrên aştî û ewlekarîya navneteweyî stendiye, endamê Neteweyên Yegirtî ku tûşî êrişên eskerî hatiye, ti tişt nabe asteng li ber mafê bergiriyê yê yekane û kollektîv. Bi mebestê bergiriyê tedbîrên ku endam bistînin, divê di heman demê da ji Konseya Ewlekarî ra bêt ragihandin û ev tedbîrên bergiriyê ti caran li ser erka Konseya Ewlekarî ku bi mebestê aştîya navneteweyî û aramiyê ye karîger nabe.”

Xala 51ê ya Destûra RNY ev e, bi ya vê xalê bê guman mafê Tirkîyê heye, ku li qada xwe bergiriyê bike, lê belê divê Tirkîyê tûşî êrişek eskerî hatibe û li ber êrişek weha ew dikane bergiriyê li qada xwe bike, neku êriş.

Heçkû, em dibinin Tirkîyê êrişî welatekî din dike û ti sebepên wê ku di xala 51î da hatiye selmandin jî tine ne, bo mînak tûşî êrişek eskerî nehatiye.

Pêdivî tine ye, ku em dûrûdirêj behsa xalê bikin, ji ber ku xal gellek vekirîye û bi ya xalê angaştên Tirkîyê bêbingeh in û wekî Tirkîyê dibêje ti rewatîya (meşruiyet) êrişa li ser Efrînê tine ye.

Di hela din da Tirkîyê, behsa “êrişên terörist”, biryarên RNYî yên di barê teröre da û hiqûka navneteweyî (ger hebe) dike….

Cêgirê serokwezîrê Tirkîyê, Bekir Bozdag (RudawTv bi kelecanek mezin heta gundê wî çûbû ku Kurd bûna malbata wî ji rayagiştî ra rabigihîne) jî gotibû, ku qaşo mafê êrişa li ser Efrînê di hiqûka navneteweyî da cî digre û ameje bi hinek biryarên RNYî kiribû û Efrîn wekî gefa terörist li ser Tirkîyê nişandabû.

Ji duh va, seranserê erdnîgarîya Efrînê gund û bajarokên wê tên bombebaran kirin, him kesên sivîl tên kuştin û birîndar kirin û him jî xwezaya Efrînê zirarek mezin dibîne.

Li hêlekê Destûra RNY, ti beyanname, peyman û rêkevtinên navdewletî, herweha mewzûata Konseya Ewrupa, NATO, Rêxistina Hevkarî û Ewlekariya Ewrupa, hinek rêxistinên wekî Komkara Erebî rê nade ku Tirkîyê bi êrişek weha rabe.

Bi kurtî, ti bingeha rewatîya, ango meşruîyeta êrişa Tirkîyê li ser Efrînê tine ye, ewê bedelê vê yekê bide.

Bawerim, vê rastiyê Tirkîyê jî û Federasyona Rusyayê jî baş dizanin.

Li vira carek din bejim, herweha rayagiştîya Kurd û hemû cîhan jî baş têdigehê, ku ger FR destûr nedayê ev êrişê dest pê nedikir.

Çima Rusya destûr da, gellek sedemên vê hene, bona Rusyayê Tirkîyê di nava NATOyê da wekî Hespa Truwa ye yek; du, Rusya ji berê va welat û dewletek bêbawer e bona Rubleyekî kanê hevkarê xwe heraç mezat bifroşe, di hela din da Tirkîye bona Rusyayê bazarek e û em dizanin ku bi Tirkîyeyê va bazirganîyek fireh heye, bi qasî 20,5 milyar dolar, ji vê 17,5 milyar dolar Rusya difroşe Tirkîyeyê.

Herweha, roja ku êrişa Tirkîyê dest pê bike destûra kolandin û raxistina loleyên neftê ji Rosneftê ra hat dayîn, ku heta wê roje Tirkîyê rê nedabû.

Dîsa, Tirkîyê kiryarekî (muşterî) baş e bona gaza Rusya yê, li Tirkîyê bi 20 milyar dolaran sentralekî nükleer ava dike û vê dawîyê jî S400 difroşe Tirkîye yê, ya herê balkêş muetefikî rejîmê Şamê ye.

Ev hemû bi me didin zanîn, ku bawerîya bi Rusyayê va metirsîdar e, herdem ev dikane pişta xwe bide “dostê” xwe.

Di navbera hêzên di şer da hevsengî jî tine ye, Tirkîyê hemû cûre çekan bi kartîne, ya herê balkêş jî firokên şer in, ku di operasyona Mertala Firata bi kar nehatin.

Ev jî bi destûra Rusyayê ye, ji ber ku ew bergiriyê li ezmanê Suriyê dike.

Weha dixuye, ku di navbera Tirkîyê û Rusyayê da rêkevtinek heye; bi ya vê rêkevtinê, “Tirkîyê dê heta 17 km dagir bike û paşê dê 5 km vekişê û yekinêyên Rusyayê dê bên di vê şerîdê da cî bigrin.”

Îro rojavayê Kurdistanê li ber xeterekê ye, rojek berî rojekê divê Pêşmergeyên Roj jî beşdarê bergirîya welatê xwe bibin, ger di navbera ENKSê û TevDemê da hevkarî nebe jî, Pêşmergeyên Roj dikanin di nava YPGê da wekî seksîyonekî cî bigrin, bê guman di bin fermandarîyekê da, ev mijarek eskerî ye, divê di nava çarçoweya rê û rêzikin eskerî da be.

Mahmut Kilinc

21.01.2018/Dusseldorf

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.

Vî nêrînê tevayî: 4141 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:36:12

Nêrînên Dawî

Li ser romana 'RAPERÎNA BABA ÎSHAQ' Mixabin, HDPê bi berpirsyarîya xwe ranebû Dervahiştina HDPê derfetek e divê heder nebe. Îtifaqa penc partîyên Kurdistanî û HDP Hilbijartin û gringîya Bloka Kurdî Li ser biryara hilbijartina pêşwext Sê bûyerên qambax Lûtkeya Yekitîya Ewrupa û Tirkîyê Emê çawa ji vê karesatê rizgar bibin? Kurdan ji Şerê Sar herdem zerar dîtin Tûndî (şidet) civatê ji şîrişt û hemde xwe derdêxe Qetlîama li Efrînê û bêdengîya Rêxistina Neteweyên Yekgirtî Biryara Alîkarîya Mirovî û Tirkîye Dagirî û dabeşkirin Hemd ji Xweda ra me hezar kes kuşt! Ne tenê rojnameger, siyasetvan jî di girtîgehê da ne Li Efrînê kujtina sivîlan berdewam e Dîsa Kurd dibin qurban Her eskerekî bav û dayîkek wî heye Êrişa li ser Efrînê û fêla Tirkîyê Berpirsyarîya Rusyayê dê neye jibîr kirin Êrişa li ser Efrînê tovê dijminiyê reşand Encamê şerê li ser Efrînê dê bibe destpêka pêvejoyekî nû. Xewnên Tayyip Erdogan Gefên Tirkîyê li ser Efrînê Kurd û nijadperestî Li Enqerê gengeşiyên siyasî û siyaseta bakurê Kurdistanê Alozîya li Îranê û Kurd Yekrêzî li ser fedekariyê geş dibe. Çima Bloka Kurdî? Bloka Kurdî û hilbijartinên 2019an Karesata li başûrê Kurdistanê û gefa li ser Çîyayê Kurmênc (Efrîn) Kirkûk bû bedêla (qurbana) ajendaya DYAê. Li Rojhelata Navîn camêrî nabe Ev karesatek neteweyî, lê ne dawî ye. Îro yekdengî pir girîng e. Tirkîyê berê eskerên xwe da İdlibê Gel ya xwe got, nuha dor ya hêzên siyasî ye. Emê alîkarî û dostanîya rojen teng ti car jibîr nekin Dem dibihure, divê PDK û YNKê bi berpirsyarîya xwe rabin. Dijberên Rapirsîna Serxwebûnê xwe dispêrin sedemên bêbingeh. Rewş asayî dibe Gefên li dijî başûrê Kurdistanê, têkçûna têkoşîna li dijî DAİŞê ye Kurdistanek serbixwe dê xizmeta aramîyê bike. Bila 25î êlûnê û 1î mijdarê bibe destpêkek nû Nuha mijara me rapirsîn (referandum) e Du mijarên girîng Li park û meydanan rakirina nav û sembolên kurdî Çavên xwe bigrin û tenê xulekekê li serxwebûna Kurdistan'ê bifikirin Tîr ji kovanê derket, rapirsîn û encamê wê serxwebûn e. Rapirsîn (referandum): Gavek neteweyî û dîrokî Ambargoya li ser Qeter'ê û rewşa Tirkîye'yê Renginîya civata Kurd û 'Partîya Gel'a Zaza' Bêdewletî, ji dewleta herê xerab xerabtir e. Bi kuştinê nebû û nabe; dîyalog divê Du girîngîyên serxwebûna Kurdistan'ê Xetera li ser paşerojê (pirsa bekayê) Serdana serokkomarê Tirkîye'yê ya DYA'yê û paşxaneya dîrokî Biryara çekdarkirina HSDê û bertekên Tirkîyê Komxebata PAKê û giringîya kongreyan Çima 'Enîya Kurdistanî' nebe? Rewşa siyasî li bakurê Kurdistan'ê Li hemberî gef û êrişên Tirkîyê 'herêmek dijfirînê' Bombebarana Çiyayê Şingal'ê, bombebarana dilê Kurdistan'ê ye Serxwebûna Kurdistan'ê mafekî rewa ye Pelkek reş: Jenosîda Enfal'ê Ne pêkan e robarek berevajî bêt herikandin