Mahmut Kılınç Nêrînên Dawî

Ne tenê rojnameger, siyasetvan jî di girtîgehê da ne

Bê guman serbet berdana Deniz Yucel cihê kêfxweşiyê ye, lê di heman deme da serbest berdana wî da zanîn, ku ger palpişta mirov hebe, taybetî ev palpişt dewletek wekî Almanya be, bêyî dozname (îddianame) bêt nivîsin û mirov derkeve ber dadgehê jî dê serbest bêt berdan û li Tirkîyê navê vê jî “hiqûk” e.
Ne tenê rojnameger, siyasetvan jî di girtîgehê da ne
Nêrîn Belav bike

Serbest berdana nûnerê rojnameya Almanî Die Weltê Deniz Yucel, gilî û bêbaweriyên di barê dadwerîya Tirkîyê da hêj bi vekirî raxist ber çavan.

Berevajî peyamên serokkomar, serokwezîr û rayedarên Dewleta Tirk, daku ew li her hawirdorên pêwîst an ne pêwîst be li serhev dibêjin qaşo “Tirkîyê dewletek hiqûkî ye” berdana Yucel ev angaşt vala derxist.

Di heman rojê da ji Ahmet Altan, Mehmet Altan û Nazli İlicak ra cezayê heta hetayê hat birîn, li hêlekê Deniz Yucelê ku hêj derneketibû ber dadgehê hat berdan, li hela din rewşa herdu brayên Altan û kesên ku bi hevra dihatin darizandin, ev, li Tirkîyê rewşa dadweriyê bi vekirî eşkere dike.

Li ser daxwaza Dewleta Alman Yucel hat berdan, hêj ne dîyar e ku di bazarîya berdana Yucel da li ser çi hatlihevkirin, tenê em zanin ku li Almanya li dijî panzerên Leopart ku Tirkîyê di êrişa li ser Efrînê da bikar tîne, dengên nerazîbûnê bilind dibûn.

Tirkîyê ne dewletek hiqûkî ye, ev rastîyek gellekî berbiçav e, bi bawerîya min vê rastîya kambax rayedarên dewletê jî bi vekirî dizanin, lê bawerî û zanîna wana ya dadwerî û hiqûkê ewqas e.

Bona Kurdan ev ne pêşveçûnek nuh e, ji ber ku bi dehan salan e li Tirkîyê Kurd rû bi rûyê bêhiqûkîyek weha ne, bona siyasetvanekî Kurd, darizandina bi pîvan û li ser daxwazên dewletê ye û jixwe ev jî wekî bûyerek asayî têt dîtin.

Dîroka Kurdan bi qaşodarizandinan dagirtîye, ji darizandinên Şêx Seîd û hevalên wî bigrin, darizandina Seyît Riza û lawê wî Reşik Husên, darizandinên di dema Komeleyên Çanda Rojhilata Şoreşger (DDKO) da û îro; endam, serokşaredarî, parlementer, hevserokên Partîya Demokratîka Gelan (HDP) û heta siyasetvanên Kurd.

Wekî têt gotin, Tirkîyê ne tene di cîhanê da dewleta ku herê zede rojnameger di girtîgehên wê da ne, herweha di heman demê da Tirkîyê welatê ku di cîhanê da herê zêde siyasetvan di girtîgehan da ne jî.

Rastîya hêj balkêş, balkêş dibêjim ji ber ku gel bi vekirî nizane, kesên ji FETO hatine girtin ne têda, hema hema hemû siyasetvanên di girtîgehan da Kurd in, parek li ser sûçdarîya endamtîya PKKê, yên din jî bi sûcdarîya endamên HDPê ne.

Bi dehan serokên şaredaran hatin desteserkirin û nuha hemû di girtîgehan da ne, herweha hevserok û 11 parlementerên HDPê.

Her roj em nûçeyek xemnak dixwînin ku parlementerîya parlementerekî din bi dawî hatiye, ji ber ku di dadgehan da, di encama qaşodarizandinekê da cezayên giran tên birin û roja ku ceza di parlementê da bêt xwendin parlementerî bi dawî dibe.

Ne tene desteserkirin herweha darizandin jî bi pîvanên dewletê û di encama biryarên navendî da dibe, hevserokê HDP Selahattin Demirtaş di qaşodarizandina xwe da vê rastîya Tirkîyê bi zimanekî trajikomîk û vekirî vedibêje.

Selahattin Demirtaş di paratina xwe da rastiyên balkêş vedibêje, di parastina wî da em carek din dibînin ku hemû gotin, vegotin û têkilî bi mebesta xapandinê ye, Demirtaş jî di barê destpêkirina “pêvejoya çareseriyê” da dibêje, ku bi hevalên xwe va li ser encamên pêvejoyê axifîne û zanibûn ku “ger pêvejoya çareseriyê bê encam bimîne dê sûcdar ew bin û pêywendi dê li dijî wana wekî delîl bikar bêt”, weha jî bû û dibe.

Fam kirina vê ne zehmet bû, ji ber ku di gotin, vegotin û peyamên berpirsên dewlet û AKPê da cilîskek hêvîyê jî tine bû.

Jixwe, AKPê encama hilbijartina sala 2015an ya 7î pûşberê da fêla xwe eşkere kir.

Bê guman serbet berdana Deniz Yucel cihê kêfxweşiyê ye, lê di heman deme da serbest berdana wî da zanîn, ku ger palpişta mirov hebe, taybetî ev palpişt dewletek wekî Almanya be, bêyî dozname (îddianame) bêt nivîsin û mirov derkeve ber dadgehê jî dê serbest bêt berdan û li Tirkîyê navê vê jî “hiqûk” e.

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
Vî nêrînê tevayî: 3678 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:00:39

Nêrînên Dawî

Li ser romana 'RAPERÎNA BABA ÎSHAQ' Mixabin, HDPê bi berpirsyarîya xwe ranebû Dervahiştina HDPê derfetek e divê heder nebe. Îtifaqa penc partîyên Kurdistanî û HDP Hilbijartin û gringîya Bloka Kurdî Li ser biryara hilbijartina pêşwext Sê bûyerên qambax Lûtkeya Yekitîya Ewrupa û Tirkîyê Emê çawa ji vê karesatê rizgar bibin? Kurdan ji Şerê Sar herdem zerar dîtin Tûndî (şidet) civatê ji şîrişt û hemde xwe derdêxe Qetlîama li Efrînê û bêdengîya Rêxistina Neteweyên Yekgirtî Biryara Alîkarîya Mirovî û Tirkîye Dagirî û dabeşkirin Hemd ji Xweda ra me hezar kes kuşt! Li Efrînê kujtina sivîlan berdewam e Dîsa Kurd dibin qurban Her eskerekî bav û dayîkek wî heye Êrişa li ser Efrînê û fêla Tirkîyê Berpirsyarîya Rusyayê dê neye jibîr kirin Êrişa li ser Efrînê tovê dijminiyê reşand Encamê şerê li ser Efrînê dê bibe destpêka pêvejoyekî nû. Êrişa li ser Efrînê ne rewa (meşrû) ye Xewnên Tayyip Erdogan Gefên Tirkîyê li ser Efrînê Kurd û nijadperestî Li Enqerê gengeşiyên siyasî û siyaseta bakurê Kurdistanê Alozîya li Îranê û Kurd Yekrêzî li ser fedekariyê geş dibe. Çima Bloka Kurdî? Bloka Kurdî û hilbijartinên 2019an Karesata li başûrê Kurdistanê û gefa li ser Çîyayê Kurmênc (Efrîn) Kirkûk bû bedêla (qurbana) ajendaya DYAê. Li Rojhelata Navîn camêrî nabe Ev karesatek neteweyî, lê ne dawî ye. Îro yekdengî pir girîng e. Tirkîyê berê eskerên xwe da İdlibê Gel ya xwe got, nuha dor ya hêzên siyasî ye. Emê alîkarî û dostanîya rojen teng ti car jibîr nekin Dem dibihure, divê PDK û YNKê bi berpirsyarîya xwe rabin. Dijberên Rapirsîna Serxwebûnê xwe dispêrin sedemên bêbingeh. Rewş asayî dibe Gefên li dijî başûrê Kurdistanê, têkçûna têkoşîna li dijî DAİŞê ye Kurdistanek serbixwe dê xizmeta aramîyê bike. Bila 25î êlûnê û 1î mijdarê bibe destpêkek nû Nuha mijara me rapirsîn (referandum) e Du mijarên girîng Li park û meydanan rakirina nav û sembolên kurdî Çavên xwe bigrin û tenê xulekekê li serxwebûna Kurdistan'ê bifikirin Tîr ji kovanê derket, rapirsîn û encamê wê serxwebûn e. Rapirsîn (referandum): Gavek neteweyî û dîrokî Ambargoya li ser Qeter'ê û rewşa Tirkîye'yê Renginîya civata Kurd û 'Partîya Gel'a Zaza' Bêdewletî, ji dewleta herê xerab xerabtir e. Bi kuştinê nebû û nabe; dîyalog divê Du girîngîyên serxwebûna Kurdistan'ê Xetera li ser paşerojê (pirsa bekayê) Serdana serokkomarê Tirkîye'yê ya DYA'yê û paşxaneya dîrokî Biryara çekdarkirina HSDê û bertekên Tirkîyê Komxebata PAKê û giringîya kongreyan Çima 'Enîya Kurdistanî' nebe? Rewşa siyasî li bakurê Kurdistan'ê Li hemberî gef û êrişên Tirkîyê 'herêmek dijfirînê' Bombebarana Çiyayê Şingal'ê, bombebarana dilê Kurdistan'ê ye Serxwebûna Kurdistan'ê mafekî rewa ye Pelkek reş: Jenosîda Enfal'ê Ne pêkan e robarek berevajî bêt herikandin